1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Çûkên bi hêrs jî ji NSA’yê re xebitîne
Çûkên bi hêrs jî ji NSA’yê re xebitîne,çûkên,bi,hêrs,jî,ji,nsa,yê,re,xebitîne

Çûkên bi hêrs jî ji NSA’yê re xebitîne

A+ A-

LONDON 28.01.2014 07:00:25 Piştî axaftinên bi telefonê, peyamên bi rêya înternetê û SMS'an, derket holê ku sepan û lîstikên di telefonên nûjen (spartphone) de jî ji aliyê servîsên îstîxbaratê yên Amerîkî û Îngilîz ve hatine şopandin. NSA lîstika Angry Birds-Çûkên bi Hêrs jî bikar anî û bi rêya vê agahî berhev kir.

Li gorî agahiyên di rojnameya New York Tîmes û Guardin û Platforma bi navê ProPublîca ve hatiye weşandin serwîsên veşartî yên Amerîkan û Îngîlîzê ji ser lîstikên di telefonên nûjen (smartphone)de tên lîstin û pêkanînan (Applîcatîons- Apps) agahiyan belav dikin. Her du rojnameyan û platforma bi navê ProPublîca diyar kir ku ev îdia ji aliyê xebatkarê berê yê NSA’yê Edward Snowden ve hatiye weşandin.

KESÊN LISTIKA AGRY BÎRDS BILÎZIN DIN ŞOPANDINÊ DE NE

Li gorî belgeyan, bi amûrên teknolojîk ku Ajansa Ewlehiya Netewî ya Amerîkayê (NSA) û hevkarên Îngîlîz GCHQ afirandine, di telefonên nûjen de bi gelek pêkanînan agahiyên şexsî tên qeydkirin û belavkirin. Ji bo xebatên serwîsên veşarî wek mînak, lîstika bi navê ‘Agry Bîrds’ û pêkanîna lîstika smartphone ya ku herî populere hat nîşandan û hat gotin ku ev pêkanîn ji ser înternentê agahiyên şexsî belav dike. Di nava agahiyên ku tê bevakirin model, mezinbûna ekrana telefonê û ligel vê temen, zayend, navnîşan, terciha wî ya zayendî û beyanatên taybet cih digirin.

HER KESÊ GOOGLE MAPS BIKAR TÎNE GCHQ RE DIXEBITE

Serwîsa Skandalan NSA û GCHQ li seranserê cîhanê van şopandinan dikin û bi van lîstik û pêkanînan sînor namîne. Li ser çapemeniya civakî û înterntetê jî xizmetên wekê Goolge Maps jî fêdeyê digirin. Ji nûmeya ID ya telefonên nûjen de tê tespîtkirin ku kes li ku derê ne. Di belgeyeke ku hatiye weşandin de hat gotin ku kesên di telefonê de Google Maps bikarbîne ji GCHQ re xizmetê dike.

Rojnameya New York Tîmes diyar kir ku agahiyên ku serwîsên veşarî li ser pêkanînên li ser telefonên berikê qeyd dikin, ne diyarin û hat destnîşan kirin ku bi pêkanînên wekê Socîal Apps û Geo-Apps re kesên bên şopandin, li ku be, kengî û çibe ku derê dibersivîne.

BIKARHÊNER ŞOPANDINÊ BIXWE ERÊ DIKIN

Di salên dawî de hema hema her kes li telefonên nûjen yanî Smartphone lîstikan dilîzin. Ev demeke dirêje ev zaafiyeta bêewle mijara nîqaşê ye. Pêkanînên telefonên berikê, ligel gelek agahiyên kesane nûmerya ID ya telefonê raste rast bi erêkirina bikarhêner qeyd dike. Ligel vê ev kesên ku pêkanînên telefona dadixînin û ji bo bibin xwedî mafê bikaranînê agahiyên xwe yên kesane jî didin û şert û mercên vê jî qebûl dike.

Her wiha serwîsên veşarî bi saya teknolojiya nû di dema ku bixwazin de her tiştî dikarin bibînin. Li aliyekê jiyana taybet tune dibe, li aliyê din jî ev agahî ji derveyê armancê tê bikaranîn.

Kovara Alman Der Spîegel di mehên borî de nûçeyek weşand û diyar kirin ku pergalên telefonên berikêna ji aiyê NSA’yê ve ketiye bin şopandinê. Der Spîegel ji bo van şopandinan wek mînak cîhazên şopandinê yên wekê Apples îOS nîşan dabû.