Çûn serdana Demirbaş
Parlamenterê alman Jan Van Aken, parlamentera berê ya Parlamentoya Ewropayê Feleknas Uca û komek parêzer çûn serdana Şaredarê Sûrê Abdullah Demîrbaş.
Parlamenterê alman Jan Van Aken, parlamentera berê ya Parlamentoya Ewropayê Feleknas Uca û komek parêzer çûn serdana Şaredarê Sûrê Abdullah Demîrbaş ê ku di doza KCK'ê de hatibû girtin lê ji ber pirsgirêkên tenduristiyê hate berdan. Demîrbaş der barê doza KCK'ê, şaredariya pirzimanî û nexweşiya xwe de agahî da Jan Van Aken, Uca, Avukat Clementine Frances, Rentanin Hilver, Marie Avpert, Aledeuy ledrein Aveco, Torre Dominulle, Delal Gemitli.
Parlamenter Aken diyar kir ku ji bo qedexeya derveyî walet a der barê Demîrtaş de serî li Wezareta Karên Hundir a Almanyayê dana û ji bo ku qedexeya derveyî welat bê rakirin dê li Parlamentoya Federal a Almanyayê, Hikûmeta Federal a Alman û Hikûmeta Tirkiyeyê bikevin nava hewldanan. DÎHA (sa)