Êdî hûn nikarin rastiya Ocalan înkar bikin
RIHA (DÎHA) - Hêjmara girseya ku bi minasebeta 4'ê Nîsanê roja rojbûna Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan ji 4 aliyên Tirkiyeyê herikîn navçeya Xalfetiyê ya Rihayê gihişt 50 hezarî. Di pîrozbahiya rojbûna Ocalan de Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk, axivî û diyar kir ku Ocalan rastiyek e û êdî kes nikare vê rastiyê înkar bike. Di pîrozbahiye de vekirina "Konê Ocalan" bi girseyî hate vekirin. Turk, di "Lênûska şerefê" ya di kon de hestê xwe nivîsand.
Ji serê sibê heta niha ji 4 aliyên Tirkiyeyê kurd, bi minasebeta 4'ê Nîsanê roja rojbûna Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan diherikin navçeya Xalfetiyê ya Rihayê. Hêjmara girseyaku li qada Newrozê ya navçeya Xalfetî kom bûn gihişt 50 hezaran. Girse li gel barana zêde jî dîsa şahî û govenda xwe berdewam dike. Bernameya êvarî, ji bo kesên di têkoşîna aştî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzgirtinê dest pê kir. Di destpêka bernameyê de hunermend Dîyar derket ser dikê û stran gotin. Pişt re Wekîlê Serokê Rêxistina BDP'ê yê Rihayê Muslum Kaplan, di destpêkê de 7 endamên HPG'ê û endamê Meclîsa BDP Vakkas Dalkiliç bi bîr anî û dest bi axaftina xwe kir. Kaplan, bang li girsê kir û pirsa "Em şer naxwazin aştiyê dixwazin ne wisa?" pirsî. Girsê jî bi yek dengî got "Erê em aştiyê dixwazin". Kaplan, anî ziman ku gelê kurd aştiyê dixwaze lê yên li hemberî me her tim di şer de israr dikin û aştiyê naxwazin. Kaplan, da zanîn ku gelê kurd êdî li benda kesî û çareseriyê nasekine û dê bixwe pirsgirêkên xwe çareser bike û azadiya xwe bi dest bixe. Kaplan, destnîşan kir ku êdî ew bang li Erdogan nakin û wiha axivî: "Êdî em bang li gelê xwe dikin ku têkoşîna xwe bilind bikin." Pişt re hunermend Ferhat Tunç, derket ser dikê û stranên xwe girse coşand. Tunc strana xwe ya "Ozgurluk mahkumları" bi girseyê re strî. Pişt re girsê bi fişekên hewayî tarîya şevê ronî kir.
'Çawa hûn nikarin çemê Firatê bidin sekinandin, hûn nikarin gelê kurd jî bidin sekinandin'
Piştre Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk, Parlamenterên BDP'ê Ayla Akat Ata, Bengî Yildiz, Sirri Sakik, Özdal Uçer, birayê Ocalan mehmet Ocalan û biraziyê wî Abdullah Ovalan derketin ser dikê û silav dan gel. Piştre Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk axivî bi gotina "bila rojbûna we pîroz be" dest bi axaftina xwe kir. Turk diyar kir ku Xelfetî xwedî dîrokeke girîng e û gelê tirk û kurd bi salan in bi havre dijîn û wiha berdewam kir: "Em dixwazin hemû navçe bibin Xelfetî. Em welateke ku hemû gel di nava biratiyê de dijîn dixwazin. Bi deh hezaran kes li vir in. Êdî vê rastiyê bila bibînin. heme li ber serê me çemê Firatê heye. Hûn dikarin Firatê bidin sekinandin? Ma hûn dikarin gelê kurd ê ku bi salan in têdikoşin bidin sekinandin? Na! Hûn rikarin bidin sekinandin. Çareserî naskirina gelê kurd derbas dibe." Turk bal kişand li ser daxwazên kurdan ên daxwaza perwerdehiya kurdî, rawestandina operasyonên leşkerî û siyasî, serbestberdana girtiyên siyasî û rakirina benda hilbijartinê jî wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ev gavên ji bo aştiyê bên avêtin in. Hûn nikarin bi feraseta înkar û bêdengkirinê tevbigerin aştiyê û Tirkiyeya azad ava bikin. Gelê kurd dixwaze li Kurdistanê xwe rê ve bibin"
Turk 'Lênûsa Rûmetê' re nivîs nivîsand
Di pîrozbahiya ku Şaredarê Xelfetiyê yê CHP'î Mahmut Ozdemîr jî beşdar bû de Turk spasiyên xwe pêşkêş kir. Piştî ku Ozdemîr slav da gel, Turk û parlamenter ji dîkê daketin û konê bi navê "Ocalan" a ku ji jiyana Ocalan hin wêne hatin pêşandan vekirin. Li kon ji ber 62'emîn rojbûna Ocalan 62 wêne û 62 find hatine bicihkirin. Di kon de "Lênûsa Rûmetê" jî hate vekirin. Turk û yên bi wî re pêşangeh geriyan û piştre jî hestên xwe nivîsandin. Turk ev tişt nivîsandin: "Em yekem car li Barelyasê hatin ba hev. Em bi hevre rûniştibûn. Ev dem ji bo min demeke nayê jibîrkirin e. Îro gelê kurd ji bo azadiyê li ser piyan e. Ev ji ber nirxên ku hatine afirandin e." Turk piştre jî îmzeya xwe avêt binê nivîsê.
Piştî axaftinan hunermend derketin ser dikê. Hate zanîn ku şahî dê heta saetên dereng ên şevê bidome. Bi deh hezaran kes carna staran distrên carna jî govendê digerînin.
(sa/mea)