1. Hemû Nûçe

  2. Zanistî

  3. Êdî Xewn Kişif Dibin
Êdî Xewn Kişif Dibin,êdî,xewn,kişif,dibin

Êdî Xewn Kişif Dibin

A+ A-

Xewn êdî ji aliyê komputeran ve dikarin bên kişfkirin. Li gor lêkolînekê, zanyaran modela çalakiya mejiyê mirovan a dema xewê û ya dema li bireserekê (en: object) dinihêre tên beramberkirin û bi vî rengî komputerek hînî kişifkirina naveroka xewnên mirovan kirine.

Ji Zanîngeha Vanderbilt derûnasê (en: psikolog) agahî û ragihandinê Frank Tong dibêje ev xebateke pir balkêş e. Her wisa tîne zimên ku li gor encaman çalakiya mejî ya dema xewê û ya dema hişyariyê çi qasî dişubin hev.

Nivîsa der barê mijarê de di kovara Science de hate weşandin.

Di nivîsa navborî de Tong dibêje ku xebat ji aliyê Yukiyasu Kamitani yê ji Enstîtuya Lêkolîn û Ragihandina Pêşketî ya Navnatewî ve hatiye meşandin û bi saya vê xebatê êdî hinek agahiyê nû dê li agahiyên hindik ên der barê xewnan bên zêdekirin.

Di dema xebatê de sê mêrên dilxwaz wekî ceribîn beşdar bûne. Çalakiya mejiyê wan a demê destpêka xewê hatiye tomarkirin. Dû re dilxwaz zûka hatine hişyarkirin. Der barê xewnên ku ditîne de agahî hatine standin. Bi vî rengî nêzîkî du sed raporên der barê xewnan de hatine standin. Lêkolîneran ev dane wekî danegeha gotinan sinifandine. Dû re wêneyê bireserên wan gotinan nîşanî dilxwazan dane û dema dilxwazan li wan nesneyan dinihêrîn mejiyê wan hatine temaşekirin. Algorîtmeya komputerê çalakiya mejî ya dema xewnê û ya dema hişyarî ku li wê bireserê dinihêrî beramberî hev kiriye û bi vî rengî hatiye famkirin ku mirov wê katê di xewnê de pirtûkekê dibîne an keçikek zarok dibîne.

Pisporê dîmendariya noro yê Zanîngeha Texas'ê Russel Poldrack jî tîne zimên ku bi nirxandineke wiha bidestxistina daneyan tiştekî pir bi balkêş e.


Bêjeyên Miftehî