Êdî xwarin jî nadine wan!
Walîtiya Wanê xwarin ji ser mexdûrên erdhejê qut kir
BÎLAL GULDEM/ARÎF ASLAN Waliyê Wanê biyar da ku welatiyên li konbajarê Mîmar Sînanê û Mehmetçîkê ji konbajar derxe û ceyran û avê ji ser wan qut bike. Piştî walî 3 roj dem da welatiyan, av û xwarin ji ser welatiyan qut kir. Piştî xwarin ij ser welatiyan hate qutkirin welatiyan, diyar kir ku dê ji niha şûnve bi xwe pirsgirêkên xwe çareser bikin.
Waliye Wanê Munîr Karaloglu, li gelek nokteyan konbajar ava kirin. Walî Karaloglu, piştî 3 mehan biryar da ku konan vala bike û ji welatiyan xwest heta 3 rojan kon vala bikin. Welatiyan bertek nîşan dan û gotin cihê biçin lê bimînin tune ye. Gelek welatiyan kon vala kirin û gelek welatî jî li konan man. Konbajarê Mîmar Sînan ku ji 445 malbatan pek dihat, piştî biryara walî 145 malbatan kon vala kir û hêj 300 malbat jî li konbajar dimînin. Nêzî 100 malbatî çûn malên xwe yên xerabe û 45 malbat jî dikonteyniran de bicih bûn.
Welatiyên ku konbajar vala kirin bi derfetên xwe pirsgirêkên xwe çareser dikin û di nava tirsê de li xaniyên xwe yên xerabe bicih bûn. Walî xwest bi xwarin û ceyranê welatiyan çavtirsandî bike û konan vala bike. Lê weliyên ku cihê biçin tune kon vala nekirin. Piştî ku xwarin ji ser welatiyan hate qutkirin, welatî dîsa ji konan derneketin. Ji ber ku dê di rojên pêş de ceyran ji ser welatiyan bê qutkirin welatî bi tirs in.
Welatî pirsgirêken xwe bi xwe çareser dikin
Welatî, bi derfetên xwe li gorî aboriya xwe debara xwe dikin û pirsgirêkên xwe çareser dikin. Welatiya bi navê Necîbe Polatli, diyar kir ku beriya erdhejê di xaniyên kirê de diman û wiha got: "8 salin ez dixwazin xanî ji xwe re çêbikim. Lê ji ber rewşa aborî nikarim xaniyê temam bikim. Ji bo em xaniniyekî ava bikin me gelek caran serî li Walîtiyê da. Lê tu alikarî neda me. Niha jî me ji kon derdixin. Çima me ji vir derxist. Me hêjî fêm nekiriye. Em erdhejzedene çima kes li me xwedî dernakeve.” Polatli, li hemberî qutkirina xwarinê bertekên xwe anî ziman û wiha pêde çû: “Em ji Walî dipirsin, çima xwarina me qut kir? Ev çend roje xwarina me hatiye qutkirin zar û zêçê me di bin konan de birçî mane. Hevserê min nexweşe kes li me nanere. Ji bo em çareseriyê ji xwe re bibînin difikirin.” Polatli, diyar kir ku ew qet bêedaletiyê qebul nakin û dê hesabê vê yekê bipirsin."
‘Em dê xwe motacî walî nekin'
Welatiyê bi navê Gurgîn Altintaş ê ji kon derket jî bertekên xwe anîn ziman û wiha axivî: "Gelek caran rojnameger hatin vir, lê pirsgirêkên me neanîn ziman. Cihek din ku em konê xwe bibin tune. Di serê ewil de me bi konan xapandin û alîkarî nedan me. Ew alîkariya ku dan me komera nebaş bû. Hemû welati hatin xapanin. Her çend kar tune be û walîtî alîkariyê nede me jî em dê bi xwe pirsgirêken xwe çareser bikin. Em betal mane. Li gel hemû astengiyan emê jiyana xwe li vir dom bikin. Em dê xwe motacî Walî nekin.” DİHA (mae)