Êlih li vîna xwe xwedî derket
Li Êlihê, salvegera operasyona li dijî BDP'ê ku şaredar siyasetmedarên kurd hatin girtin, ji aliyê hezaran kesan ve bi meşekê hate şermezarkirin.
Li Êlihê bi hezaran kesan salvegera operasyona li dijî BDP'ê şermezar kir. Di çalakiya ku Cigira Serokê Koma BDP'ê û Parlementera BDP'ê ya Êlihê Ayla Akat Ata, Endamê Meclîsa Partiyê Dindar Mercan, Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Bajarê Êlihê Saadet Becerîklî, rêveberên rêxistina navenda navçeyê û navçeyên Êlihê, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl jî hebûn, bi hezaran kes li ber avahiya şaredariyê civiyan. Girse, bi panqarta kurdî û tirkî ya "Em li vîna xwe xwedî derdikevin" ber bi kolana hunerê ve meşiyan û bênavber dirûşmeyên "Pêkûtî dê me bêzar neke", "Bijî Serok Apo", "Em hemû Nejdet Atalayin" berz kir. Girse di bin dorpêça polîsan de heta Kolana Hunerê meşiya. Li vir, Cigirê Şaredarê Êlihê Hamza Ayîş bi kurdî axaftinek kir û diyar kir ku rayedarên hikûmet û dewletê dîtin ku bi rê û rêbazên demokratîk nikarin vîna gele dil bigirin, vê carê bi riyên dij demokratîk û bêhiqûqî şaredar û siyasetmedarên kurd girtin. Ayîş, xwest her kes baş zanibe ku gelê kurd xwedî li vîna xwe derdikeve û ew dê rê nedin ku siyasetmedarên kurd têk herin. Piştî axaftina Ayîş, peyama Şaredar Nejdet Atalay hatî şandin ji gel re hate xwendin.
'Darizgeriya Tirkiye hate qonaxa bê darizandinê'
Piştî xwendina peyamê, Cigira Seroka Koma BDP'ê û Parlementerê Êlihê Ayla Akat Ata jî, bi tirkî axaftinê kir. Akat Ata, bal kişand ser salvegera girtina şaredar û siyasetmedarên kurd û da zanîn ku bi vê yekê xwestin gelê kurd bê siyaset û bê vîn bihêlin. Akat Ata, ev tişt gotin: "Em cardin dibêjin ku em dîsa li qadan e, em yek diçin bi hezaran tên. Lewre, me mîrateya lehengiyek a bi rûmet dewr girtiye. Em dê ji niha û pê de vê mîrateyî jî ji zarokên xwe re bihêlin. Heke dîroka komarê, ji bo kurdan dîrokek serhildanê be, em amadene ku ji vê dîroka serhildanê encamek bigirin. Lê divê rêvebirên vê welatî jî ji xwe re encamek jê bigire. Di paketa referanduma 12'ê îlonê de hin soz hatibûn dayîn. Gotin ku em dê ji darbeyan û darbekeran hesabê bipirsin û em dê wesayeta leşkerî bişkênin. Lê em dibînin ku yek ji van yekî jî bicih nehat. Her wiha mafê paraztinê zimanê zikmakî ku di peymana navneteweyî de jî hatiye qebûl kirin, nehate qebul kirin. Zimanê kurdî di kesayeta siyasetmedarên kurd ên paraztina kurdî dikirin de û nehate qebûl kirin, tûne hate hesibandin. Di vir de darizgeriya Tirkiyeyê hate qonaxa ew bixwe bê darizandin. Lê bila baş bê zanîn ku dê gelê kurd zimanê xwe li her qada jiyanê de bikar bîne."
Piştî axaftinê, girse belav bû. Her wiha dê çalakî bi vedana Konê Aştiyê ya li ber avahiya Şaredariyê bidom e.
DÎHA (ea/mae)