Êrişa li Hewlêr El Qaîdê girt ser xwe
HEWLÊR 07.10.2013 09:03:16 Êrîşa bombeyî ya ku li dijî hêzên asayişa Hewlêra paytexta Herêma Başûrê Kurdistanê pêk hat, Dewleta Îslamiya Îraq-Şam ya girêdayî El Qaîdê girt ser xwe.
Li gorî nûçeya AFP’ê di daxuyaniya ku rêxistinê li ser forumekî cîhadperest weşandî de, êrîşa di 29’ê Îlonê de ku 7 kesan tê de jiyana xwe ji dest dayin girte ser xwe. Ev êrîş weke bersivdayina ji bo vîna Serokê Herêma Kurdistana Federal Mesûd Barzanî a "piştevaniya bi hikûmeta Bexdayê" û bersivdayîna Kurdên li Sûriyeyê bi wan re şer dikin, hat binavkirin.
Di heman daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku di êrîşê de 7 endamên parastinê yên Asayişê jiyana xwe ji dest dan û ji 60 kesî zêdetir birîndar bûn, bi bîr xist.
Herî dawiyê li herêma Kurdistana Federal di Gulana sala 2007’ê kamyonekî bi bombeyan barkirî li dijî navenda hêzên parastinê hatibû teqandin. Di vê êrîşê de 14 kesan jiyana xwe ji dest dabû û nêzî 80 kes jî birîndar bû.
Li Rojavayê Kurdistanê li gorî YPG’ê di navbera 16’ê Tebax û 5’ê Cotmahê de, di nava 50 rojan de ku zêdetirê xwe endamên Dewlet Îslamî ya Iraq û Şamê, 945 endamên komên çeteyên êrişkar hatine kuştin. Di nava van de fermandarê Giştî yê rêxistina çete Omer El Şişanî û gelek emir jî hene.
Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê di êrişên xwe yên li dijî Rojavayê Kurdistanê de bi teybetî ji Tirkiyê alikariyekî mezin digire. Bi teybet jî komên weke Til Xelef û Girê Spî yên ku cîranên Tirkiyê ne, yên ku di şerên li dijî YPG’ê de birîndar dibin di bin çavdêriya leşkerên Tirk bi ambulansan dibene nexweşxaneyên Tirkiyê. Li gorî şahidan, endamên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê yên ku di şerde tên girtin û bi derketina holê ya hejmarekî mezin ya belgeyên ketine dest Tirkiye alikariya çek û paran jî ji van re dike.