1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. ‘Êrîş bidomin em ê mafê xwe yê parastinê bikar bînin’
‘Êrîş bidomin em ê mafê xwe yê parastinê bikar bînin’,êrîş,bidomin,em,ê,mafê,xwe,yê,parastinê,bikar,bînin

‘Êrîş bidomin em ê mafê xwe yê parastinê bikar bînin’

A+ A-

KOBANÊ- Fermandarê YPG´ê yê Eniya Girê Sipî Kajîn Kobanê diyar kir ku artêşê tirk êrîşên xwe yên li ser çeperên wan li Kantona Kobanê didomîne û got ger ev êrîş bidomin, ew ê mafê xwe yê parastina rewa bi kar bînin.

Derbarê êrîşên artêşa tirk ên li ser sînorê Kantona Kobanê de Fermandarê YPG´ê yê Eniya Girê Spî Kajîn Kobanê ji ANHA´ê re axivî.

Kajîn Kobanê diyar kir ku piştî rizgarkirina bajarê Girê Sipî ji çeteyên DAIŞ´ê artêşa tirk hêza xwe tevî çekên giran û tangan li ser sînorê di navbera Bakurê Kurdistanê û bajarê Girê Spî de zêde kiriye û got: ˝Artêşa tirk bi awayekî fermî di 24´ê cotmeha 2015´an de dest bi toprankirina çeperên me bi çekên giran kir. Ev êrîş bi taybet piştî ragihandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Girê Sipî pêk hatin û heta niha jî didomin. Leşkerên tirk bi armanca ku di navbera pêkhateyên kurd, ereb, ermen û tirkmen ên li Girê Sipî tevliheviyan derxîne, bi çeka A4 devera Zeytûnê û gundê Til Findirê yên dikevin rojavayê Girê Sipî dike hedef. Her wiha bi çakên doçka û BKC depoyên genim ên Girê Sipî yên li ser sînor gulebaran kirin. Dîsa gundê Yabisê yê 5 km dikeve rojavayê bajarê Girê Spî gulebaran kir.

Tirkiye dixwaze Girê Spî wekî Cereblûsê bike

Kajîn Kobanê bal kişand ser armanca êrîşên dewleta Tirkiyeyê û wiha pê de çû: ˝Armanca wê ya yekemîn astengkirina hêzên me li herêmên sînor re. Ya duyemîn ji bo ku bikare têkiliyan bi çeteyên DAIŞ´ê re pêk bîne û piştgiriya madî bide wan, hewl dide herêma sînor têxe bin serweriya xwe. Ya sêyemîn jî dixwaze Girî Sipî wekî Cerablusê bike da ku weke navenda hevalbendên xwe yên çeteyên DAIŞ´ê bi kar bîne. Ya çaremenîn jî avakirina herêma tampon di navbera Girê Spî û Bakurê Kurdistanê û vekirina deriyên xwe ji çeteyên DAIŞ´ê re ye. Ji ber ku Girê Spî riya girêdana baregehên çeteyên DAIŞ´ê bi hev ve ye û cihekî stratîjîk e ji bo bajarê Reqayê.”

‘Tirkiye çeteyan perwerde dike’

Kajîn Kobanê destnîşan kir ku agahiyên wan hene ku dewleta Tirkiyeyê çeteyên DAIŞ´ê perwerde dike û ev tişt anîn ziman: ˝Agahiyên me jê heye ku komên çete li navçeya Akçakale (kaniya Xezalan) a dikeve hemberî Girê Sipî çete têne perwerdekirin. Her roj artêşa tirk li ser sînor ronahiya ceyranê vedimirîne, hewl dide ku êrîşî herêmê bike û me ji herêmê dûr bixe. Her wiha hewl dide ku em noqteyên xwe terk bikin û piştgiriya madî bigihîjîne çeteyên li herêmê.”

´Pêwîste welatiyên herêmê bi hişyarî tevbigerin´

Kajîn Kobanê da zanîn ku dewleta Tirkiyeyê hewl dide welatiyên gundên ereban ên li ser sînorê Girê Sipî weke amûrên îstixbartê bi kar bîne û axaftina xwe wiha domand: ˝Dewleta Tirkiyeyê hewl dide ku gundên ereb ên li ser sînor bi rêxistin bike da ku wan di êrîşên xwe yên li ser herêmê de bi kar bîne. Ji ber vê yekê pêwîste welatiyên gundên ser sînor bizanibin ku dewleta Tirkiyeyê bi serkêşiya Receb Teyîp Erdogan dixaze wan di xizmeta berjewendiyên xwe de bi kar bîne. Ji ber vê divê niştecihên herêmê pilan û siyasetên dewleta Tirkiyeyê ya dijminane bizanin û bi hişyarî tevbigerin.”

‘Em ê mafê parastina rewa bi kar bînin’

Fermandarê YPG´ê yê Eniya Girê Sipî Kajîn Kobanê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ger Tirkiye êrîşên xwe li ser gund û çeperên wan zêde bike, ew ê mafê xwe yê parastina rewa bi kar bînin û got: “Ger ku dewleta Tirkiyeyê êrîşên xwe yên li ser gundên herêmê bidomîne û sînorê xwe derbas bike, em ê xwe biparêzin. Em ji her kesê re dibêjin em ê bersiva wan bidin û mafê xwe yê rewa bi kar bînin.”

(xê/a)

ANHA