'Êrîş li dijî ax û nirxên gelê kurd tê kirin'
'Êrîş ne asayî ye, li dijî ax û nirxên gelê kurd tê kirin'
HEWLER (DÎHA) - Li ser rewşa dawî ya li Herêma Kurdistanê û buyerên ji aliyê Fermandeya Hêza Dîcle tên jiyandin, Federasyona Rêkxistinên Nehukmî duh li Hewlêr daxuyanî dan çapemeniyê. Serokê Federasyonê Ednan Enwerbeg wiha got: "Ev êrîşa tê kirin ne êrîşek asayî ye û ev êrîşe li hember xak û netewa Kurd tê kirin."
Li Hotêla Çarçîra ya Hewlerê li ser êrîşên Federasyona Hêza Dîcle civînek çapeniyê hate lidarxistin. Daxuyanî ji alîyê Federasyona Rêxistinên Nehukmî ve hat lidarxistin. Serokê Federasyonê Ednan Enwerbeg di civinê de axivî û diyar kir sedema îro li vir kombuyîne, li beramber rewşa Hêza Operasyonê Dîcle (Fermandayên Dicle), helwest û nerazîbûnên van rexistinan e û wiha got: "Em weke nuneriya piranîya rêxistinên Herêma Kurdistanê dikîn ku bi qasî 250 rêxistinin nerazîbun û helwesta xwe bi şêweyek tund derdixin holê û bang li tevahî alîyan ji dikin ku bi berpirsyartî tevbigerin ji bo çareser kirina vê pirsgirêkê."
'Armanc tenê ne operasyonê, bê guman xistina hêza gelê herêmêye'
Serokê Federasyona rêxistinên Herêma Kurdistan Ednan Enverbeg destnîşan kir ku ya tê pêkanîn ne tenê weke operasyoneke leşkerî tê dîtin û wiha axivî: "Bê guman liv û tevgereke ku ji bo şikandina hêza gelê herêmê û belavkirina hevgirtin û aramiya gelê herêma ser sînor ya kurdistanê ye. Ev êrîşeke li hember xak û netewa kurd tê kirine. Eger bikarîban wê hêzên xwe yên leşkerî li navçeyên dinji bicih bikiriban. Eger em li bîra xwe bînin ku ji beriya niha ji gelek caran ev pêkanîn meşandin ku ev di sala 2008 ande herwiha bi êrîş kirina nevçeya xaneqîn û demek din jî bi hinceta parastina xeta sînor ya aliyê şêxan û wan dewrûberan cardin xwastin van kiryarên xwe yên qirêj pêk bînin lê ne gihan encam û bi serhildana gel û pêşmergeyan re rû bi rû ma. Bê guman ew xaka ku dixwazin êrîş bikin xaka ji sedî 40' ê herêma Kurdistanê ye. Divê hemu aliyê siyasî li ser vê mijarê bi şêwirin û ji bo yekalî kirina vê nakokiyê bixebitin. Biryar di 31 Tîrmehê de derket. Ev biryara birêz Malikî ya bi serê xweye."
Erwerbeg, destnîşan kir ku ev biryar ne nûye û wiha berdewam kir: "Em dikarin bêjin ku ev biryara derketî di 31 'ê meha Tîrmehê de hîç aliyek xwe yê qanûnî û yasayî nîne. Li rexmê vê çendêji ev di destura êraqê de ji nîne. Ev biryar birêz Malikî bi xwe daye û heta kesê ku fermandarî ji vê hêzêre ji dike keseke ku zabitê berê yê hêza seddame. Ew kes bi xwe ji li gorî belge û delîlên ku hene di nava hemu buyerên enfal û qîrkirinên gelê herêma Kurdistanê de cihgirtiye. Ji ber wê çendê em îro weke ferderasyonên rêkxistinên ne hukmî em nerazîbun û helwesta xwe radigihînîn û bi tundî jî em amadebûna vê operasyonê li ser xaka kurdistanê şermezarkir dikin."
'Em dixwazin ku birêz Malikî ji biryarya xwe poşman bibe'
Enwerbeg, destnîşan kir ku ew weke Federasyona Dêxistinên Ne Hukmî daxwaz ji Malikî dikin ku rojek ji ya din zutir dev ji van êrîşan berde li biryara poşman bibe û wiha lê zêde kir: "Ji ber ku ne di berjewendiyê tu alîyekê deye ev biryar. Hem weke gelê êraq û hemjî weke gelê başurê kurdistanê jî. Li ser vê çendê Enwerbeg got me çendîn daxwazkarî ji serokayetiya herêmê re ji pêşkêş kirine. li gorî vê ew hêzên pêşmerge yên ku derbazî herêmên ser sînor buyîn ne zivirin û xeta zincîreya çiyayê hemrin de bimênin, herwiha sînorê kurdistanê bi ewlehî de be. Me daxwaza xwe ya din ji serokayetiya herêma kurdistanê ew buku bêhtir giringi bidin rewşa navxweyî ya herêma kurdistanê weke destkeftî û yekgirtina wê. Bêguman giringî bê dayîna rewşa wezareta pêşmerge û pêşmergeyan ji aliyê lojistîk ve. Heman demê de rewşa jiyana wan bê baştir kirin. Ji berku ewin yênku rojek ji rojan herdemî singê xwe dikin mertal li ber dijmin ji buna xaka welatê xwe. Em daxwaz ji hemu aliyên siyasî yên êraqê ji dikin ku di çareser kirina vê pirgirêkê de rolek mezin dikeve ser milê wan bi rêyên guftugo û diyalogê dikarin vî demî de rol bileyîzin, ku eger ew xwazyarê rêyên aşitî û aramiyê bin. Kû bê guman ev wusane.2
Bila hêzên pêşmerge xwecih bimênin
Herî dawî Enwerbeg diyarkir ku em carekîdin daxwazkarin ji alîyên siyasî, rêveberiya siyasî ya kurd ku giringî bê dayîna têkiliyên navxweyî yên xwe bi xweyî, hêza pêşmerge û bi hêzkirin û xwecihkirina wan. Ku weke me di serî de anî ser ziman ji, ew hêzên pêşmerge ne zivirin û li cihên xwe bimênin. Em daxwaz ji hemu alîyên siyasî yên Iraqî ji dikin ku eger tenê ji layengirê aştî û çareserkirina pirsgirêkêne, niha demê nasîna mafên gelê kurde li wan navçeyên sersînorin de binasin bizivirin ser herêma Kurdistanê."
(wk-nk/mae)