1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Êrîş li Stenbolê hate şermezarkirin
Êrîş li Stenbolê hate şermezarkirin,êrîş,li,stenbolê,hate,şermezarkirin

Êrîş li Stenbolê hate şermezarkirin

Êrîşa li Surguya Meletiyê li Stenbolê hate şermezarkirin

A+ A-

Êrîşa li hemberî welatiyên elewî yên li Bajaroka Surguya Meletiyê li Taksîm, Umraniye û Gulsuyu ya Stenbolê hatin şermezarkirin.

Êrîşa li hemberî welatiyên elewî yên li Bajaroka Surgu ya girêdayî Navçeya Wêranşar a Meletiyê li navçeyên Stenbolê hate şermezarkirin. Welatiyên elewî şeva din li Qada Taksîmê li hev civiyan û dirûşmeya "Dê Meletî nebe Sêwaz", "Dê Surgu nebe cihê surgunê" û "Dewleta kujer dê hesap bide" berz kirin. Li ser komê Rêvebirê Weqfa Çanda Anatolî ya Haci Bektaş Velî Vedat Kara axivî û diyar kir ku li Surguyê di demên borî de jî di mehên Remezanê de pirsgirêk hatibû jiyandin û malbatê elewî hatibûn tacîz kirin. Kara wiha got: "Lê niha tacîz hîn pêş de çûne, gihaştiye êrîşa li hemberî welatiyên elewî. Ev êrîş ne êrîşeke komek bi tena serê xwe ye. Ev yek têkildarî pêkanînên li welat tê meşandin e. Niha li wir ewlehiya canê malbata elewî nemaye. Li hemberî vê yekê dixwazin ku elewî hinek bi baldarî tev bigerin. Bila hinekî jî sunî bi baldarî tevbigerin. Walitî, cendirme, polîs ewlehiya canê malbatê negirtine. Şaredar û fermandarê wir, soz dide êrîşkaran û dibêje 'dê malbat ji vir biçe.' Elewiyan dê neçe cihekî. Elewiyan dê tu carî ji ber tirsê bajarên xwe neterikîne." Komê piştî axaftinê çalakiya rûniştinê pêk anîn û 'deyîş' gotin.

Li Umraniyeyê meş !

Girseyek jî li Taxa 1 Mayis a Navçeya Umraniyê bi heman armancê derketin kolanan û meşa şermezarkirinê li dar xistin. Girseya ku şeva din derket kolanê li ber TEKEL'ê hatin cem hev û li nava taxê meşiyan. Di axaftina ku di meşê de hate kirin de êrîş hate şermezarkirin. Hate diyarkirin ku li Meletiyê provaya Sêwazê tê kirin û hate destnîşankirin ku polîtîkayên hukumetê ji bo êrîşên li hemberî elewiyan zemîn diafirîne.

Wesayîta polîsan ji taxê derxistin

Li semta Gulsûyû ya Navçeya Maltepeyê welatiyên elewî û nûnerên saziyên civakî yên sivîl li hev kom bûn û meş li dar xistin. Bi sedan kes bi hev re dirûşmeya "Gulsûyû raneze, li Meletiyê xwedî derkeve" berz kirin. Girse li Qada Heykelê çalakiya rûniştinê pêk anîn. Girse li hemberî wesayîta polîsan a wekî 'akrep' tê nasîn, bertek nîşan da û wesayît da ber keviran. Li ser vê yekê wesayît ji taxê derket. Girse heta seat 02.30'an çalakiya xwe bi sirûd û dirûşmeyan domand.

(ab/mae)