Êrîş û bombebarana Tirkiyê şermezar nekır, KCK suçdar kir!
HEWLÊR – Piştî Mesûd Barzanî daxuyaniyek bi zorê ji Nêçîrvan Barzanî jî hat. Barzanî şûna ku êrîşên dewleta Tirk şermezar bike, bidawîkirina agirbestê xist stuyê KCK’ê û parastina AKP û Erdogan kir.
Tevî ku dewlete Tirk û Erdogan-AKP êrîşî gelê kurd dike û xaka Başûrê Kurdistanê 20 seat in berdewam bombebaran dibe jî Barzanî û PDK hîna bêdengiya xwe diparêzin.
Serokwezirê Hukumeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî daxuyaniyek da û êrîşên li ser gelê kurd û bombebarandina li qadên Parastina Medya ji nedîtî hat û êrîş şermezar nekir.
Barzanî got ku “bomebaran piştî ku Rêveberiya KCK’ê bi daxuyanên xwe yên weke agirbest û pêvajoya aşitiyê xilas bûye û di mijara çek berdanê de Rêbere PKK û HDP ne merciê biryarê ne, pêk hatiye.”
Her wiha Barzanî ku çavên xwe tecrîta li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî girt, KCK tewambar kir û bi gotina “Ev rewş zextek mezin li ser dewleta Tirk û hikumeta wê çêkir” jî êrîş û şîdeta AKP’ê ya li dijî gelê Kurd rewa nîşan da.
Nêçîrvan Barzanî yê ku di daxuyaniya xwe de helwestek şênber li heber êrîş û bombebaranên hikumeta AKP’ê nîşan neda û ji şermezarkirinê xwe da alî, bi awayekî balkêş got “Bi zext û tundiyê tu pirsgirêk nayên çareserkirin” û banga agirbestê li KCK’ê kir.
Mijareke din a balkêş ew e ku Nêçîrvan Barzanî di daxuyaniya xwe de dibêje; “Serokê Hukumeta Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî û Serokwezirê Hukumeta Herêmê amade ne ji bo agirbestekê û destpêkirina pêvajoya aştiyê hewl bidin. Lê bila KCK ji bo vê rol bide Ocalan û HDP’ê”.
Nêçîran Barzanî di daxuyaniya xwe de têra xwe pesnê kujerê kurdan Erdogan jî da û got “ew nebûna pêvajo nedibû”.
(ra)