ÊRÎŞA Bİ HERÊMA TAMPON
CEMÎL BAYIK
Tirkiye niha behsa wê yekê dike ku dixwaze li ser sînorê Sûriyeyê herêmeke tampon ava bike. Dema ku dinyayê Tirkiye ji bo bi destekdayîna DAIŞ´ê gunehbar kir, hingê jî hikûmeta AKP´ê dibêje, naxwe em li ser sînorê Sûriyeyê herêmeke tampon ava bikin û derbasbûna endamên DAIŞ´ê asteng bikin. Ev rêbaz şêwazê siyaseta Tirkiyeyê ye. Destpêkê pirsgirêkê diafirîne, paşê jî dibêje, ez ê vê pirsgirêkê çareser bikim. Jixwe mirov ha ji vê re dibêje, di vê rewşê de xwe bi xwe erkdar dike. Lê belê,
Tirkiyeyê bi xwe ev rewş afirandiye. Tirkiyeyê DAIŞ mezin kir; niha jî dibêje, heke hûn filan tiştî bidin min ez ê ji bo jiholêrakirina DAIŞ´ê ji we re alîkarî bikim; heke hûn bi ya min nekin hingê DAIŞ wê bibe bela serê we. Li ser rûyê vê erdê hîna siyaseteke evqasî bêar, kirêt û bêexlaq a şantajê peyda nebûye. Ya ku meseleyê kambax dike ew e ku gelek dewlet û hêzên siyasî jî bi vê siyaseta şantajê dixapin.
Destpêkê belayê diafirînin, paşê bi vê belayê, siyaseta gefxwarinê û şantajê dimeşînin! Li şûna ku ev siyaseta gefxwarinê û şantajê ya Tirkiyeyê were cezakirin, bi herêma tampon tê xelatkirin. Heke ev helwest berdewam bike, hingê Tirkiye wê her roj li Rojhilata Navîn pirsgirêkekê biafirîne û paşê jî vê wekî navgîna şantajê bi kar bîne. Tirkiyeyê heta niha bi her şêwazî alîkariya çek û lojîstîkê daye DAIŞ´ê, kiriye ku çete di sînorên wê re derbas bibin. Dema ku dinyayê jê re got, “pêşiyê li vê yekê bigire” hingê jî wekî çareserî herêma tampon pêşniyar kir. Xuya ye ku ev pêşniyar hatiye qebûlkirin.
Ne wisa bûya, Tirkiyeyê niha wê newêriya bi vî awayî aşkera behsa herêma tampon bikira. Oya Baydar di nivîsa xwe de gotiye kurd sînorên Tirkiyeyê diparêzin. Ango gotiye, Şoreşa Rojava sînorên Tirkiyeyê diparêze. Bêguman heta niha bi tenê ew sînorên li wan Şoreşa Rojava heye ewle ne. Ew sînorên li wan Şoreşa Rojava heye ne xwedî hikm e, veguherîne rêyên endamên DAIŞ´a faşîst. Ne Tirkiye, DAIŞ van deveran kontrol dike. Li Rihayê deriyê sînor ê Girê Spî û deriyên sînor ên li Dîlokê bi temamî fermandariyên lojîstîkê ne ku li wan îstîxbarata tirk MÎT û DAIŞ bi hev re kar dikin.
Tirkiye niha dixwaze li wan sînoran ku tevî DAIŞ´ê ew veguherandibû biryargeha lojîstîkê ya şerê li dijî Sûriyeyê, bi hinceta çêkirina herêma tampon a rastî dixwaze kantonên ku Şoreşa Rojava li wan meydanên jiyana azad li wan ava kiriye bike herêmên tampon. Heke wê herêma tampon ji bo çeteyên DAIŞ´ê were çêkirin naxwe sedema van hesabên li ser deverên kurd çi ye? Çawa ku Oya Baydar jî gotiye, ew der deverên aram in. Lewma wateya hewldana çêkirina herêma tampon li herêmên kurdan ew e ku dixwazin a ku DAIŞ´ê bi ser nexistiye, bi ser bixin. Yan jî wateya wê temamkirina êrîşa DAIŞ´ê ye.
Niha baştir em fêm dikin yek ji sedemên Tirkiyeyê ji bo DAIŞ´ê bi ser Kobanê de bişîne, afirandina hinceta çêkirina herêma tampon e. Propaganda û şerê psîkolojîk ê ji bo ku kurd ji Rojava birevin jî ji bo çêkirina herêma tampon e. Qet nabe ku gelê kurd destûrê bide dewleta tirk li ser sînor herêma tampon ava bike. Êrîşa DAIŞ´ê çi be çêkirina herêma tampon jî ew e. Heke Tirkiye dixwaze li dijî DAIŞ´ê bibe xwedî helwestek, hingê divê serê pêşî dev ji dijminatiya xwe ya li dijî Şoreşa Rojava berde. Tirkiye hîna jî li bendê ye ku DAIŞ Şoresa Rojava bifetisîne.
Heta bi wê astê ku dema DAIŞ´ê çend gundên li dora Kobanê bi dest xistin, AKP´ê û çapemeniya hevalbendê AKP´ê wekî zarokan kêfa xwe anîn. Hewl didin ku wê prestîja berxwedana YPG û YPJ´ê li hemberî DAIŞ´ê ji holê rakin. Ya rastî ew e ku DAIŞ her roj li Hesekê, Til Hemis û Girkê Legê li ser hev derban dixwe. Çapemeniya tirk qet behsa van nake. Her propaganda dike ku çi pênc, çi deh gundên li dora Kobanê ya dorlêgirtî û di bin ambargoyê de ketine destên DAIŞ´ê.
Wekî din tê zanîn ku nîvê van çend gundan ên ereban in. Li dijî hewldanên Tirkiyeyê yên çêkirina herêma tampon û bikaranîna van deveran wekî baregeh ji bo têkbirina Şoreşa Rojava, divê gelê kurd herêmeke di kontrolê de ya ku çeteyên DAIŞ´ê lê nikarin tevbigerin biafirîne. Heke wê bibe herêmeke tampon a alîkar ji gelan re, ev bi tenê dikare bibe “herêma gel a azad” a ku lê çeteyên DAIŞ´ê nikarin piyê xwe jî pê bixin. Lewma gelê kurd divê li Rihayê li ser sînor herêmek biafirîne ku ew bi xwe kontrol dike. Tevahiya sînor li Rihayê divê bibin nuqteyên nobetê û meydana nobetê. Pirsûs, Bêrecûg û Serêkaniyê dikarin bibin baregehên vê meydana kontrolê.
Dewleta tirk piştî Kobanê wê çeteyên DAIŞ´ê bera ser Serêkaniyê (li Rojava) bide. Lewma jî xelkê Serêkaniyê (li Bakurê Kurdistanê) divê hestiyar û rêxistinkirî bin. Divê pêşiyê bigirin bi êrîşa bi ser Serêkaniyê ve ya di ser şaredarê dewletê yê sempatîzanê DAIŞ´ê re. Jixwe endamê şerê taybet ê AKP´î ji bo ku destekê bide çeteyên DAIŞ´ê yên faşîst, kirin şaredar. Li dijî plana herêma tampon divê tavilê tevahiya gel, hêzên demokrasiyê, saziyên demokratîk û hêzên siyasî yên demokratîk bibin xwedî helwest û dekûdolabên dewleta tirk ên li dijî Şoreşa Rojava pûç bikin.
Azadiya Welat