1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. "Êrîşa li Dîlokê karê MÎT û Emniyetê ye"
"Êrîşa li Dîlokê karê MÎT û Emniyetê ye",êrîşa,li,dîlokê,karê,mît,û,emniyetê,ye

"Êrîşa li Dîlokê karê MÎT û Emniyetê ye"

A+ A-

Behdînan - Endamê Fermandeya HPG’ê Dr. Bahoz Erdal da zanîn ku berpirsên teqîna li Dîlokê pêk hat û di encamê de 10 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dan MÎT û Emniyeta Tirk e. Erdal bal kişand ku daxuyaniyên rayedarên tirk ên piştî bûyerê ji hev nagirin û bi bîr xist ku HPG’ê heta niha çi kiribe digire ser xwe.

Endamê Fermandeya HPG’ê Dr. Bahoz Erdal, mijrên di rojevê de û bûyera li Dîlokê qewimî, nirxand. Erdal bersiv da pirsên rojnamevan Bakî Gul û da zanîn ku ew bi gerîlayê ku dewleta Tirk û çapemeniya Tirk wî weke berpirsê êrîşa li Dîlokê ye re hevdîtin pêk aniye û daye diyarkirin ku wî gotiye ji roja tevlî gerîlayan bûye heta îro neçûye tu bajaran.

EM DI MIJARA SIVÎLAN DE BIHÎSTIYAR IN

Erdal destnîşan kir ku wêneyê tê nîşandan ji bo derewên xwe veşêrin bi kar tînin û got; “Me weke HPG’ê daxuyand ku tu eleqeya me bi bûyera li Dîlokê re tune ye. Rastî wiha ye. Ger bi rastî jî me sivîlan bikiriba hedef, me dikarin her rojê bikin hedef.” Erdal diyar kir ku hedefên sivîl hezar caran ji yên leşkerî hêsantir in û wiha domand; “Her kes dizane ku em divê mijarê de pir bihîstiyar in. Li her çar parçeyên Kurdistanê şerek heye, lê dîsa jî ev salek e, me nehiştiye ji aliyê me ve xwîn ji tiliya tu kesê bê. Em di vê mijarê de pir hesas û bihîstyar in. Ev yek a duwem. Ya duwem; Me weke HPG’ê çi kiribe, em xwedî lê derketine. Em xwedî lê derdikevin. Em kêmasî jî bikin, em xeletiyek jî bikin, heta kesek bi navê suc jî kiribe, me ji raya giştî re ragihand. Beriya du salan li Êlihê bûyerek pir dilşewat qewimî. Di encama xeletiyekê, qezayekê û îhmalê de 4 mirovên me yên welatparêz şehîd bûn. Tu kes nedikarî piştrast bike ku yekîneyên me kiriye. Lê me aşkere kir. Me ji gelê Kurd, raya giştî û malbatên mexdûr re aşkere kir. Lêkolîn û lêpirsînên pêşwîst hatin kirin. Me darizand û encamê bi gelê xwe û raya giştî re parve kir. Weke HPG’ê tu hesabê ku em nikarin bibin gelê xwe tune ye.”

BERPIRSÊ ÊRÎŞA LI DÎLOKÊ MÎT Û EMNIYET E

Erdal diyar kir ku wezîrek ê Erdogan piştî bûyerê da diyarkirin ku bûyera li Dîlokê pişta me qahîm kir û got; “Vê bûyerê çima kesên dibêjin pişta me qahîm bû nekiribin. Gelo çi feydeya tiştek wiha ji bo Kurdan heye, da ku PKK bike. Berê gava dewlet diket tengasiyê JÎTEM hebû. Çalakiyên wiha dikir. Ergenekon hebû. Niha jî dewleta AKP’ê û hêza veşartî ya AKP’ê heye. Hêza lê dixe jî emniyet û MÎT e. Di nava van bûyeran de tiliya Emniyet û MÎT’ê heye.” Erdal, da zanîn ku ew bi gerîlayê ku dewleta Tirk û çapemeniya Tirk wî weke berpirsê êrîşa li Dîlokê ye re hevdîtin pêk aniye û daye diyarkirin ku wî gotiye ji roja tevlî gerîlayan bûye heta îro neçûye tu bajaran.

Erdal der barê binçavkirina Parlementerê CHP’ê Huseyîn Aygun de jî axivî û got; “Haya me ji binçavkirina Huseyîn Aygun tune bû. Beşek a daxuyaniyan rast bû. Me pirsî ka rast e hevalan ew binçav kiriye an na. Me di nava xwe de gotûbêj kir, dê zûtir ji 48 saetan serbest bihata berdan. Gelek çalakî çêdibin, dewlet mudaxele nake, operasyon li dar naxe, lê wê rojê bi lez û bez dest bi operasyonan û bombebaranê kirin. Ger bi rastî jî li xema ewlekariya Huseyîn Aygun bûn, çima rasterast herêmê bombebaran dikirin. Operasyon û bombebaranê hişt ku Huseyîn Aygun dereng bê berdan.”

AKP HUKÛMETA ŞER E

Fermandarê gerîlayan Bahoz Erdal got; “ Di serî de ev yek hate aşkerekirin; Ger dewlet vîna gelê Kurd qebû bike, Kurd jî dê dewletê qebûl bikin. Ger dewlet jî mafên Kurdan nas bike, Kurd jî dê dewletê nas bikin. Yên me qebûl dikin, em jî dê qebûl bikin. Yên me red bikin, em jî wana red dikin. Lê dewlet niha Kurdan ne tenê red dike, hewl dide tune bike” û wiha berdewam kir:

“AKP, hukûmeta şer e. AKP li Kurdistanê şerê qirkirinê dimeşîne. Erdogan û AKP bi xwe berpirsên komkujiya Roboskiyê ne. Roja piştî komkujiyê, Erdogan bi xwe Serfermandarê Artêşê pîroz kir. Di roja siyemîn de jî dibêje ‘çima pê li mayînan nekirin’. Bi vî awayî komkujî parast. Polîsên her roj li Cizîr, Gever û Amedê zarokan dikujin, polîsên AKP’ê ne. Kesên ku li Kurdistanê AKP’ê diparêzin, hewl didin AKP’ê fihêl bikin, cerdevantiya siyasî ya AKP’ê dikin hevkarên vî şerî ne.”

GERÎLA TENÊ AVAHIYÊN QEREQOLA DIKE HEDEF

Erdal bal kişand ser avakirina qereqol û bendavên nû yên li Bakûrê Kurdistanê têne avakirin jî û diyar kir ku gerîla tenê avahiyên qerqolan dikin hedef. Erdal got; “Li Kurdistanê niha zêdetirê hezar qereqolên nû tên çêkirin. Her tim dibêjin ‘PKK li pêşiya razemeniyên li herêmê asteng e’, ‘projeyan asteng dike’, behsa vana dikin. Bi hezaran qereqol in û bi dehan girtîgeh in. Tenê li Sêrt, Şirnex, Colemêrg û Wanê 80 projeyên bendavan hene. Tu feydeyek a vana ne ji bo Kurdistanê û ne jî ji bo gelê Kurdistanê hene. Divê gelê me vê yekê baş bizane. Evane tenê ji bo armancên leşkerî ne.”

DIVÊ ÊDÎ TIRK BÊJIN AŞITÎ

Bahoz Erdal got; “Dewleta Tirkiye, ne dewleta Kurdan e” û wiha berdewa kir; “Dewleta Tirk li Kurdistanê rewatiya xwe wenda kiriye. Li Kurdistanê tu rewatiya wê tune ye. Ji ber wê jî Kurd ne neçar in ku xwe bi vê huqûqê an jî qanûnan ve girêb idin. Ji ber ku huqûq û qanûnên ku hene, ji bo xeniqandina gelê Kurd, înkar û îmhankirina wê ne.”

Erdal bal kişand ku tu kesek nikare asîmlekirin û qedexekirina zimanê zikmakî yê gelekî biparêze û got; “Ji ber vê jî yên ku divê êdî li hemberî şer derbikevin Tirk in. Divê êdî civaka Tirk rabe bêje bila ev şer raweste û êdî şer bi dawî bibe. Kurd j dibêjin em jî azadiya xwe dixwazin. Divê Tirk jî êdî ji bo aşitiyê zextan li hukûmetê bikin. Aşitî bi vî awayî tê, heke ev şer raweste, dê bi vî awayî raweste.”

Endamên Fermandeya HPG’ê Dr. Bahoz Erdogan got; “Li Kurdistanê herî kêm 260 hezar leşker hene. Bi deh hezaran polîs û tevgera taybet. Bi hezaran memûr. Niha ji ber vî şerî jiyana wana hemûyan di xeteriyê de ne. Divê malbatên zarokên wan li Krudistanê leşkeriyê dikin, polîs an jî memûr in, divê bên li Kurdistanê komele ava bikin. Xwe bi rêxistin bikin û bêjin ‘zarokên me di xeteriyê de ne, ew şer ne şerê me ye. Em li dijî vî şerî ne, ev jiyana zarokên me dixe rîskê, em ne rehet in. Ey hukûmet! Vî şerî rawestîne. Em li mînakên li cîhanê binêrin. Şer bi vî awayî rawestan”. Erdal da zanîn ku li Vîetnamê aşitî bi vî rengî pêk hat û diyar kir ku li Îsraîlê ne El Fetîh, Tevgera Aşitiya Civakê ya Îsraîlê rêyên aşitiyê vekir.

Erdal got; “PKK dengê gelê ku hewl tê dayîn were fetisandin e. Heke PKK jî tune be, ev gel dê bifetise. Asîmle bibe. Ev êdî ji asîmlasyon êdî gihiştiye asteke pir krîtîk.”

LI KURDISTANÊ ÎNSIYATÎFA GERÎLA MIJARA GOTINÊ YE

Dr Bahoz Erdal di berdewamiya axaftin xwe de wiha got: “Geşedanên rojane jixwe tên nîşandan. Aliyê taktîkê hate nîqaşkirin. Ez naxwazim zêde li ser wê bisekinim. Lê ev rastiyeke, li Tirkiyeyê rewşa şerekî dijwar heye. Însiyatîfeke gerîla mijara gotinê ye. Tiştên li Şemzînanê diqewimin, li gelek qadan heye. Li derdora Şirnexê, Cudî, Gabar, Eruh û Elkê. Heta Dêrsîmê jî heye. Divê civaka tirk vê bizane. Divê artêşa tirk biçûk neyê dîtin. Artêşeke herî bi hêz ya Rojhilata Navîn û herêmê ye.Em ji pratîkan dizanin. Em biçûk nabînin lê artêşa tirk ev 28 sale li Kurdistanê li hemberî me şer dike, bi ser neketiye. Niha têk çûye û însiyatîfa xwe wenda kiriye. Hemû teknîkên şer bi kar tîne. Balafir,obus û helîkopteera bi kar tîne. Her roj bi dehan balafir, bi dehan wsayîtên leşkerî û leşker li Kurdistanê tên bicihkirin. Gelo ev ne şer be çi ye? Artêşa tirk pir zêde li dijî me şer kir. Lê bi ser neket. Sedema vê jî ne ku kêm şer kiriye, ne ku qereqolên wan kêm in. Tê gotin ku dê li ser giran qereqolan çêbikin dê bi ser bkevin. Lê ne wisa ye. Bi teknîk û perwerdehiyê serkeftin çênabe. Du sedemên vê hene. Yek ev e ku artêşa tirk dagirker e. Artêşa tirk ger rastî êrîşa dewletek din dê serkeftî be. Lê hebûna wan a li Kurdistanê dagirker e. Kurdistan ne welatê wê ye. Her tiştê Kurdistanê ji xwe wekî dijmin dibîne. Ji ber wê jî li Kurdistanê di nava panîkê de ye. Gelekên wan hêj nehatine Kurdistanê wasiyeta xwe dikin. Tu dibêjî qey diçin Yemenê. Psîkolojiya artêşa tirk û leşkerên wan wisa ye. Ew der ne cihê wî leşkerî ye. Psîkolojiya dagirkeriyê wisa ye. ji ber wê jî bi xwe ne bawer e.”

ARTÊŞA TIRK MEHKUMÊ BINKETINÊ YE

Bahoz Erdal destnîşan kir ku ji ber vê yekê behsa qereqolan dikin û diyar kir ku berê girtîgeh li kelehan çedikir û wiha got: “Li cihên bilind girtîgeh çêdikin. Ji bo leşkran ne keleh, girtîgeh çêdikin. Roj neditîdin, di binê erdê de çêdikin. Lê artêşên dagirker wisa dikin. Ji ber ku dagirker in jî bi ser nakevin. Sedema duyemîn jî artêş nekare pirsgirêka kurd çareser bike. Pirsgirêka kurd pirsgirêkek pir alî ye. Pirsgirêka Rojhilata Navîn e. Pirsgirêkek wisa bi destê artêşê nayê çareserkirin. her ku bên em çareser dikin, tevlîhev dibe. Ev 28 sale artêşa tirk wisa dike. Zihniyeteke wan a wisa heye. Xwedî komplekseke min ev dewlet avakiriye ez ê biparêzim e. Şer wiha domand. Niha jî ji ber ku têk çûn di girtîgehan de ne. Îlker Başbug û Yaşar Buyukanit li dijî me şer kirin lê bi ser neketin. Ew xistin girtîgehê. Ger bi ser biketina dê bibûna Ataturkê duyemîn. Yanî ew ne ku 200 hezarî bînin hemû artêşê jî bînin Kurdistanê dê mehkumê binketinê bin. Ne tenê li Şemzînanê dê her derê wenda bikin.”

TU ŞENSÊ ARTÊŞA TIRK TUNE

Bahoz Erdan da zanîn ku ji ber ku dijminahiya artêşeke dagirkere li dijî vê gel heye û gerîla heye. Erdal wiha got: “Gel û dozeke rewa heye. Ji ber vê jî têkoşîna li dijî vê tu şensê wê tune. Li her derê Kurdistanê tecrubeyeke 28 salan heye. Doz dozeke mafdar e. Xeta wê ya polîtîk û stratejiya leşkerî heye. Tecrubeyeke wê ya leşkerî heye. Egîd hene, Erdal, Nûda û Adil hene. Kurd ku heta îro ji gelekan re xebitî dikare ji bo xwe jî bixebite. Gerîla dê bi ser bikeve. Dê dijmin mehkum bike. Tu şensê artêşa tirk tune.”

ROBOSKÎ BI ŞAŞÎ ÇÊNEBÛ

Bahoz Erdal bal kişand ser komkujiya Roboskê û wiha got: “Ev bi qezayê an jî bi şaşî nehat kirin. Ev yek bi helwesta hikûmetê hat îsbatkirin. Roja din Fermandarê Gitşî hate pîrozkirin. Piştre jî ji xwe aşkera hate gotin. Gotin çima pê li mayînan nakin. Lê mayînên li sînor hatine bicihkirin yên dewletê ne. Em sinoran naparêzin, em radikin. Rewşeke ne zelal ya ji bo komkujiya Roboskê tune. Fermandarê Giştî û Hikûmet xwedî li vê derket. Gotin çi karê wan zarokan li wir hebû. Qaşo şexsê min kirine hincet ku ez şi wir derbasî Bakur dibûm. Kesên hinekî gerîla nas bikin, erdnîgariya Botanê bizanin dê bi vê bikenin. Di mehên zivistanê de pişt rêyên çiyayên Tanîn û Kêlê hene. Li wir herî kêm 2 metre berf heye. Mirov divê berfê de çawa derbasî bakur bibin. Ger em biçin jî ma em ê bi wan zarokan re biçûna? Nêzî 100 hêstir hene. Ma em dê wisa biçûna Bakur? Tu elqeya wê bi rastiyê re tune.”

ANF NEWS AGENCY