1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Êrîşên bi destê dewletê zêde dibin
Êrîşên bi destê dewletê zêde dibin,êrîşên,bi,destê,dewletê,zêde,dibin

Êrîşên bi destê dewletê zêde dibin

A+ A-

AMED 10.06.2014 07:00:00 Hewldanên dewleta Tirk, ku dixwaze bûyera daxistina ala Tirk di dema xwepêşandanên protestoyî li Amedê de derxîne pêşiya qetilkirina 2 Kurdan a di dema protestokirina kalekol de, diçin serî. Li nava rewşa provokasyonê de ku rayedarên dewlet û hikûmetê sor dikin, Kurd rastî êrîşan tên.

Hikûmeta ku guhê xwe neda qetilkirina 2 Kurdan ji aliyê leşkeran ve li Liceyê, rewşa provokasyonê ya bi daxistina aleke Tirk a di dema xwepêşandana protestoyî de destpê kir, xweş bikar tîne. Komên ji dewletê piştgiriyê dibînin, dest bi êrîşkirina Kurdan kirin.

LI ENQEREYÊ FAŞÎSTAN GEF XWARIN

Duh êvarê li Guvenpark a Enqereyê komeke nîjadperest bi dirûşma "Tirkiye wê ji Kurdan re bibe Goristan" û bi tekbîran êrîşî derdorê kir. Koma ku hewl da bi zorê bi welatî û dikandarên li derdorê re dirûşman bide qîrîn, pankarta komên sosyalîst a şermezarkirina komkujiya li Liceyê şewitandin. Koma ku rastî destwerdana li mirovên hawirdorê rast hat, gefa "Emê we hemûyan bikujin xaniyên welêt" xwar û ji hev belav bû.

LI MÎDYADÊ SÊ KES BIRÎNDAR BÛN

Li navçeya Mêrdîn Mîdyadê jî, meşa protestokirina komkujiya li Liceyê rastî gulereşandina cerdevanan hat. Di bûyera duh êvarê rû da de, cerdevanekî ket nava meşa li taxa Cumhuriyetê, debance ji ber xwe derxist û welatiyên bi navê Muşerref Alper, Yusuf Akyuz û Mesut Akyuz birîndar kir. Birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mîdyadê.

LI MELETIYÊ BDP'YÎ LI AVAHIYA BAJÊR ASÊ MAN

Çalakgerên li Meletiyê komkujiya li Liceyê protesto dikirin jî, rastî êrîşa komeke nîjadperest hat. Endamên Platforma Ked û Demokrasiyê, piştî êrîşê xwe li avahiya BDP'ê ya bajêr girtin. Heta derengiya şevê polîsan dest li êrîşkaran wernedan. Polîsan piştre çalakger bi otobusa şaredariyê ji avahiyê derxistin û veguhastin Taxa Paşakoşku. Hat hînbûn ku di bûyerê de kes birîndar nebû.

LI GURGUM XWENDEKARÊN KURD RASTÎ ÊRÎŞÊ HATIN

Li Gurgumê (Mereş) xwendekarên Kurd ên li wargeha Zanîngeha Sutçu Îmam diman, rastî êrîşa komeke nîjadperest hatin. Piştî êrîşê xwendekarên Kurd xwe li avahiya wargehê girtin û destûr ji wan re nehat dayîn ku bikevin ezmûnan.

ÊRÎŞÎ OTOBUSA AMEDÊ KIRIN

Otobusa rêwiyan a fîrmaya Star Diyarbakir a ji Amedê diçû Bûrsayê, dema ji navçeya Kayserî Pinarbaşiyê derbas dibû, rastî êrîşa komeke qelebalix a bi ço û keviran hat. Ji ber êrîşê camên otobusê şikiyan û hin welatiyên di otobusê de bi sivikî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ji rêwiyan hat stendin, polîsan tiştek bi êrîşkaran nekirin û ji bo wergirtina îfadeyê ajokarên otobusê birine Muduriyeta Emniyetê ya Pinarbaşiyê.