‘Êrîşên DAIŞ'ê gefê li mirovahiyê dixwe’
AMED 09.07.2014 09:30:25 Kongreya Îslamî ya Demokratîk der barê êrîşên DAIŞ'ê de daxuyaniyek da û got, "Komkujiyên dawî yên rê li ber qetilkirina bi hezaran mirovî, bêcih û warbûna bi sed hezaran mirovî vekir, bingeha kaosa mayînde li herêma me datîne. Tevî ku encamên cihêbûneke etnîkî û şerekî mezhebî ji Lubnan û Afganîstanê tên zanîn jî, rewşeke bi heman rengî îro li Iraq, Sûriye û Rojava tê jiyîn. Ev yek rê li ber fikaran vedike."
Kongreya Îslamî ya Demokratîk daxuyaniyeke nivîskî weşand û destnîşan kir ku hovîtiya rêxistina bi navê Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) ne tenê li Iraqê gefê li tevahiya mirovahiyê dixwe.
Kongreya Îslamî ya Demokratîk diyar kir ku Rojhilata Navîn a gelek komkujiyên mezin dîtiye, careke din bi drameke mirovahiyê re rû bi rû ye û got, "Rêxistina bi navê DAIŞ'ê ku ev demeke li Iraq, Sûriye û bi taybetî jî li Kantona Kobanê ya Rojava li dijî sivîlan komkujiyan dike, cihên pîroz ên îbaretê bombe dike, di van çalakiyên xwe de navê Îslamê bikar tîne.
Ev cînayetên di meha pîroz a Remezanê de tê kirin, tevî ku gefê li gelên herêmê dixwe, têgihiştina Îslamê ya di mejiyê tevahiya mirovahiyê de neyînî nîşan didin."
Kongreya Îslamî ya Demokratîk da xuyakirin ku komkujiyên dawî yên rê li ber qetilkirina bi hezaran mirovî, bêcih û warbûna bi sed hezaran mirovî vekir, bingeha kaosa mayînde li herêma me datîne û ev xal destnîşan kir: "Tevî ku encamên cihêbûneke etnîkî û şerekî mezhebî ji Lubnan û Afganîstanê tên zanîn jî, rewşeke bi heman rengî îro li Iraq, Sûriye û Rojava tê jiyîn. Ev yek rê li ber fikaran vedike. Bi taybetî êrîşên li hemberî Kantona Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê ku hemû etnîsîte û baweriyên cuda bi hev re di nava aştî û aramiyê de lê dijîn, eger pêşî lê neyê girtin dikare li tevahiya erdnîgariya me belav bibin. Li dijî vê hovîtiya bi navê Xwedê tê kirin, divê tevahiya cîhana Îslamê hişyar be."
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ev rewş ji bo Misilmanan di heman demê de hesabpirsîn û rû bi rûbûneke ciddî ferz dike û hat gotin, "Ji bo Rojhilata Navîn aram û ewle bibe, divê dawî li tundiya bi navê ol tê kirin bê anîn. Ji bo ev rewşa zerarê dide têkoşîna azadî, edalet û aştiyê ya gelan ji holê bê rakirin, berpirsyariyên mezin dikeve ser milê derdorên xwedî hesasiyeta Îslamî.
Em weke pêkhateyên Kongreya Îslamî ya Demokratîk, ji bo li Rojhilata Navîn hîn bêtir xwîn nerije, hovîtî û komkujiyên nû neyên jiyîn, bang li hemû bawermendan dikin ku bi hev re tevbigerin."