1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. "Êrîşên DAIŞ û Partiya Hur Dava girêdayî hev in"
"Êrîşên DAIŞ û Partiya Hur Dava girêdayî hev in",êrîşên,daiş,û,partiya,hur,dava,girêdayî,hev,in

"Êrîşên DAIŞ û Partiya Hur Dava girêdayî hev in"

Meclîsên hemwelatiyan: Êrîşên DAIŞ û Partiya Hur Dava girêdayî hev in

A+ A-

AMED (DÎHA) - Di demên dawî de endamên Partiya Hûr Dava êrîş gel û komeleyên gel dikin. Endamên Komeleyên Hemwelatiyên Wekhev û Azad yên navçeya Sûrê diyar kirin ku ji bo ku berxwedana Kobanê bê şikestin li Amedê van erîşan pêktînin û wiha gotin: "Armanca van êrişan ew e ku gelê kurd bi rojane li sînorê Kobanê nobetê digirin dixwazin wan ji sînorên Kobanê derxin û bi hêsanî ji DAIŞ'ê re alîkarî bikin."

Di demên dawî de endamên Partiya Hûr Dava bi sator û kêran êrîş li kona fitarê û welatiyên Amedê dikin. Di êrîşa li ser kona fitarê û welatiyan de 8 kes brîndar bûbû. Şevê din jî endamên Partiya Hur Dava êrîş li Komeleya Hemwelatiyên Wekhev û Azad ya taxa Şehîtlîkê kir. Di êrîşê de jê 2 endamên DOKH'ê 7 kes birîndar bibûn. Endamên Komeleya Hemwelatiyên Wekhev û Azad ên Surê êrîşên endamên Partiya Hur Dava û êrîşên DAIŞ'ê nirxandin.

'Hizbûlkontra ji DAIŞ'ê re dixebite'

Rêvebirê Komeleya Hemwelatiyên Wekhev û Azad a Fatîh Paşa Fesîh Cînakli, diyar kir ku kesên ku misilman be di nav vê wehşetê de cîh nagire û wiha got: "Ez bawerim dikim ku Partiya Hur Dava berdewamiya DAIŞ'ê ye. DAIŞ dixwaze Kobanê bigire û li gorî wê tevdigere û êrîşan dike. Lê gelê me bi rastî li wê derê jiyanek mezin ava kirin. Hizbûlkontra jî ji DAIŞ'ê re dixebitin. Çima heta niha ev tune bûn îro derketin holê. Divê mirov li hemberê van baldar be."

'Li hemberê êrişan bila hemû kes baldar be'

Cînaklî, anî ziman ku di demên dawî de 800 ciwanê kurd derbazê Kobanê bûn û tevlî YPG û YPJ'ê bûne û çeteyan tevlîbûna ciwanan qebûl nekiriye. Cînaklî da zanîn ku li Amedê 3 carin êrîş gel dikin û wiha got: "Em wek meclîsên taxan li hemberê van erîşan amade bûn. Ji ber vê yekê jî em nizanin dê sibê çi çêbibe. Divê hemû kes li hemberî van êrîşên hov rawestin û hemû kes li hemberî van êrîşan baldar tev bigerin."

'Ji bo berxwedana Kobanê bişikênin li Amedê êrîş pêk tên'

Berdevkê Komeleya Hemwelatiyên Wekhev û Azad a taxa Lalebeyê Îzzet Duru jî diyar kir ku êrîşên DAIŞ û Partiya Hur Dava girêdayî hev in û wiha got: "Ji ber ku gel çûye ser sînorê Kobanê, bi taybetî van hizbulkontrayên vê derê êrîş dan destpêkirin. Ji bo ku berxwedana Kobanê bişikênin li Amedê êrîşan dikin. Dixwazin gelê kurd ji sînorên Kobanê vegere û bi vê yekê ji DAIŞ'ê re alîkarî bikin. Ji ber vê yekê êrîşan dikin. Em dixwazin gelê me li hemberî van êrîşan baldar be û rê neda provokasyonan."

'Ji bo Kobanê gel amade ye'

Duru, anî ziman ku Kobanê ji bo gelê kurd cihekî stratejîk e, heke Kobanê ji destê kurdan biçe, her tişt dê bizivire aliyê çeteyan û wiha axivî: "Armancê DAIŞ'ê destxistina Kobanê ye. Ji bo Kobanê gel amade ye. Çeteyên hizbûlkontra îro di malên xwe û di komeleyên xwe de, komeleyên wek Sultan Şehmûs û Mustazafê de perwerdeyê xwe didin û êrîşê gelê me dikin. Ji bo moralên gel xira bikin van êrîşan pêk tînin. Lê, gelê kurd li her dewerê li ser pîyan e."

(mc/bd)