1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 'Êrîşên li dijî HDP'ê parçeyek ji şerê taybet in'
'Êrîşên li dijî HDP'ê parçeyek ji şerê taybet in',êrîşên,li,dijî,hdp,ê,parçeyek,ji,şerê,taybet,in

'Êrîşên li dijî HDP'ê parçeyek ji şerê taybet in'

A+ A-

ANF - QENDÎL Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Harûn Koçgirî da xuyakrin ku êrîşên devkî û fîzîkî yên di dema dawî de li hemberî HDP û hêzên demokrasiyê tên kirin, parçeyek ji stratejiya şerê taybet a demdirêj a AKP'ê ne. Kogirî destnîşan kir ku sîstema şerê taybet a Tirk dixwaze, bi vê yekê re mîna çeteyên DAIŞ'ê rê li ber psîkolojiyeke tirsê veke.

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Harûn Koçgirî kampanya lînça siyasî ya di dema dawî de li hemberî HDP'ê tê meşandin, êrîşên fîzîkî ku di encamê de hindik mabû Ahmet Karataş bi jêkirina qirikê bihata qetilkirin, ji ajansa me ANF'ê re nirxand.

Harûn Koçgirî ragihand ku ev êrîşên li hemberî HDP'ê, li gorî polîtîkayên şerê taybet ên hikûmeta AKP'ê tên bi awayekî plankirî tên kirin û destnîşan kir, ku ji ber vê rastiyê, êrîşên li hemberî HDP'ê nabe ku weke êrîşên hin derdorên xwedî pirsgirêk bê nirxandin.

Koçigirî da zanîn ku bi awayekî zanebûn hewl tê dayîn mîna pirsgirêkek navbera HDP û HudaParê bê nîşandan û raya giştî bi vê yekê re bê xapandin û got, "Êrîşên li hemberî HDP'ê bi temamî weke polîtîkaya şerê taybet ket rojevê. Êrîşên li hemberî HDP'ê yekser bi pêvajoya siyasî ya heyî ve jî girêdayî ye. Bernameyeke AKP'ê ya bi navê vîsyona 2023'an heye. Ev bername, pêkanîna dîktatoriyê rave dike. Li pêşiya pêkanîna vê bernameyê jî astengiya herî mezin HDP'ê dibîne. Naxwazin HDP bibe partiyeke Tirkiyebûyî. Lewma ji bo qelskirina HDP'ê, ji bo hedef nîşandana wê, çi ji dest tê dikin."

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Harûn Koçgirî da xuyakirin, sedema hedefgirtina HDP'ê ji aliyê AKP'ê ev ew e, ku HDP weke partiyeke li derveyî sîstemê derketiye pêş û li pêşiya wê asteng e û got, "bi taybetî di hilbijartinên 30'ê Adarê û serokkomariyê de ev yek bi awayekî zelal derket holê. Trenda HDP'ê her diçe bilind dibe. Ya partiyên din ên mîna AKP, CHP û MHP'ê dikeve. Rastiyeke bi vî rengî heye."

NE POLÎTÎKAYÊN DEMÎ YE, DEMDIRÊJ Û STRATEJÎK E

Harûn Koçgirî diyar kir ku AKP hewl dide di hilbijartinên dema pêş de HDP'ê li derve bihêle û ragihand ku bi vê yekê re dixwaze weke partiyeke xwedî dengên ji Kurdistanê bisînor bike. Koçgirî da zanîn ku tişta ew dixwazin bikin ev e û got, "Eger karibe vê bike, wê encama dixwaze ji hilbijartinan werbigire. Eger nikaribe vê bike, wê vîzyona 2023 a AKP'ê yanî projeya avakirina dîktatoriya wê têk biçe. Lewma ev polîtîkaya AKP'ê weke nêzîkatiyeke demî neyê dîtin, mîna parçeyek ji stratejiyeke demdirêj e, were dîtin."

FETWA KOMKUJIYÊ JI ALIYÊ AKP'Ê VE HAT DAYÎN

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Harûn Koçgirî anî ziman ku di vê demê de gelek êrîşên dişibin dema şerê taybet a Tirk tên dîtin û axaftina xwe wiha dewam kir: "Belavkarê rojnameya Azadiya Welat Kadrî Bagdû qetil kirin. Yek ji derhênerên weşana Rehber TV derket holê û gefa kuştinê li Selahattîn Demîrtaş xwar. Dûre di destê vî kesî de bombeyeke bi xwe çêkiribû, teqiya. Ev kombe ji bo kê amade dikir. Dûre li balafira Selahattîn Demîrtaş tê de bû, bi devkî êrîş kirin. Herî dawî jî li avahiya Navenda Giştî ya HDP'ê qirika Ahmet Karataş hat jêkirin û xwestin wî bikujin. Di nava van hemûyan de, civînek li Stenbolê di organên çapemeniya azad û alternatîf de bû rojev. Bi beşdariya DAIŞ, El Qaîde, HudaPar, MHP û Buyuk Bîrlîk Partîsî, civînek hat lidarxistin. Di vê civînê de biryar hat stendin ku li hemberî HDP, hêzên azadî û demokrasiyê, hêzên siyaseta demokratîk êrîş were kirin. Bi vê biryara êrîşê de, van êrîşan rû dan. Ya ku pêşî li van êrîşan vekir jî AKP bû. Yanî AKP'ê fetwayên vê komkujiyê da, hêzên paramîlîter jî bicih anî. Di dîroka şerê taybet a Tirk de ev rewş gelek caran derketiye holê. Ya ku AKP'ê kiriye ev e."

Koçgirî bal kişand ser hewldana qetilkirina Ahmet Karataş û destnîşan kir ku sîstema şerê taybet a Tirk bi vê yekê re, mîna DAIŞ'ê xwestiye rê li ber psîkolojiyeke tirsê veke û got, "Ev êrîş ji yên çeteyên faşîst ên DAŞ'ê cuda nîne. Çeteyên DAIŞ'ê yên faşîst jî dixwazin li ser bingeha tirsê qada xwe ya lê bi bandor e, berfireh bike. Ji ber vê yekê, dema diçe cihekî mirovên ji rêxistinbûyînê bêpar yekser direvin. Li Mûsil, Şengal, Reqqa û hin bajarên din ên Ereb rewş bi vî rengî bû. Ev taktîkên kontrgerîla ne. Aşkera ye ku li pişt DAIŞ'ê Hêzên Şerê Taybet ên Tirk hene. Êrîşên niha yên li hemberî HDP'ê jî bi vî rengî ne. Ahmet Karataş rastî êrîşeke bi şêweyê DAIŞ'ê hat. Bagdû bi êrîşa salên 90'î ya Hîzbîkontra hat qetilkirin. Ev kuştinên plankirî yên Daîreya Tevgera Taybet a Tirk in. Di heman demê de ev êrîş ne tenê li hemberî HDP'ê li dijî hemû alîgirên azadiya gelan û mirovahiyê, hatine kirin. Mîna ku tê zanîn di 6'ê Mijdarê de li ser sînorê Kobanê Kader Ortakaya ji aliyê leşkerên Tirk ve hat qetilkirin. Divê ev cînayet jî di nava vê rastiyê de bê nirxandin."

'GIRÎNG E EV ÊRÎŞ LI BENDA CIVAKÊ BIKEVIN'

Koçgirî da xuyakirin ku pêwîste hêzên azadî û demokrasiyê yên civakê li hemberî van êrîşan, bi lez û bez rêxistinbûna xurt bikin û li dijî van êrîşan bendekê ava bikin. Koçgirî herî dawî banga avakirina parastina cewherî li hêên demokrasî û civakê kir.