Êrîşên çeteyan 3 caran hatin şikandin
KOBANÊ - ANF Çeteyên DAIŞ’ê ku ji duh êvarê heta serê sibehê ji aliyan ve bi hemû çekên giran û hejmarek zêde êrîşî Kobanê kirin, rastî berxwedanek tund hatin û gelek windahî dan. Li aliyê Meştenûrê 3 êrîşên çeteyan hatin şikandin.
Li gorî agahiyên ku nûçegihanan ji herêmê ragihandine, çeteyan ji duh êvarê ve ji aliyê rojhilat, başûr û rojava êrîş pêk anîn.
Çeteyan bi hejmareke zêde û hemû cure çekên giran li sê aliyan xwestin bikevin bajar. Lê li her sê aliyan jî rastî berxwedaneke tund a hêzên YPG/YPJ’ê hatin. Di vê berxwedana dîrokî de çeteyan nikarin pêş bikevin û gelek windahî dan.
Li aliyê rojhilat çeteyan xwestin ku girê Meştenûrê bidest bixin û 3 caran êrîşên dijwar pêk anîn. Lê her sê êrîşên wan jî ji aliyê hêzên YPG’ê ve hatin şikandin. Çeteyên ku gelek windahî dan, nikarin pêş bikevin. Hate ragihandin ku 18 cenazeyên çeteyan li ser rêya gundê Helincê yê dikeve rojhilatê Kobanê li erdê ne.
Li aliyê din şervanên Volkana Firatê ku ji YPG û Artêşa Azad pêk tê jî, di berxwedana Kobanê de cihê xwe digire û li dijî çeteyan şer dike. Der barê şer de agahiyên zelaltir nehatin bidestxistin. Li her sê aliyan şer û pevçûn bi dijwarî didomin.