1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Êrîşên çeteyan hatin şikandin 3 gün hatin rizgarkirin
Êrîşên çeteyan hatin şikandin 3 gün hatin rizgarkirin,êrîşên,çeteyan,hatin,şikandin,3,gün,hatin,rizgarkirin

Êrîşên çeteyan hatin şikandin 3 gün hatin rizgarkirin

A+ A-

SERÊKANIYÊ – Di çarçoveya Hemleya Fermandar Rûbar Qamişlo de li herêma Serêkaniyê 3 gundên din ji çeteyan hatin paqijkirin. Li herêmên Sêrekaniyê û Holê jî êrîşên çeteyan hatin şikandin û 14 çete hatin kuştin.

Li gorî agahiyên ku nûçegihanên ANHA’yê ji herêmên şer ragihandine, hêzên YPG/YPJ’ê şevê din li herêma bajaroka Mebruka ser xeta sînorê Kantona Cizîre 3 gundên din ji çeteyan paqij kirin. Di operasyonan gundên Um Cirin, Xwara, Til Seyara Dîrokî ku 40-45 kîlometre dikeve rojavayê Serêkaniyê û mezrayên li dora wan hatin rizgarkirin. Di pevçûnan de gelek çete hatine kuştin, lê ji ber ku li herêmê operasyon didomin, agahiyên zelal nehatine bidestxistin.

Êrîşên çeteyan hatin şikandin

Çeteyên DAIŞ’ê ku di hemleya YPG’ê de derbeyên mezin xwarin, şevê din li herêma Serêkaniy3e û Holê êrîş pêkanîn. Lê rastî bersivdayîna tund a şervanên YPG’ê hatin.

Çeteyan li gundên Til Haydar û Huveyş ên girêdayî navçeya Holê ya dikeve başûr rojhilatê Hesekê, hewl dan ku êrîşî çeperên YPG’ê bikin. Lê şervanên YPG’ê bi wan hesiyan û şer derket. Di encama pevçûnan de êrîş hatin şikandin û 8 çete hatin kuştin.

Li herêma Serêkaniyê jî çeteyan xwestin li hemberî embarên genim ên Alya, her wiha gundên Sûsa Rojava û Reyhaniya Begara êrîş pêk bînin. Li vir jî şervna bi çeteyan hesiyan û bersiva tund dan. Di pevçûnên li van deran de jî 6 çete hatin kuştin. Li herêmê pevçûn cîh bi cîh didomin.

Operasyonên YPG’ê yên di çarçoveya Hemleya Fermandar Rubar de didomin.

(ekip/aq)

ANHA