1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Êrîşên çeteyan hatin şikandin operasyon didome
Êrîşên çeteyan hatin şikandin operasyon didome,êrîşên,çeteyan,hatin,şikandin,operasyon,didome

Êrîşên çeteyan hatin şikandin operasyon didome

A+ A-

SERÊKANIYÊ – Êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ku şevêdin li gundê Bediî Siluk û îro serê sibehê jî li gundê Xweylan çêbibûn, hatin şikandin. Li herêma Alya jî operasyonên YPG’ê didomin.

Li gorî agahiyên ku nûçegihanên ANHA’yê ji herêmên şer ragihandine, şevêdin saet derdor 21.30’an de li gundê Bediî Siluk ê ku 34 km li rojavayê bajaroka Mebruka ye, di navbera hêzên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê de şer derket. Di pevçûnên ku heta serê sibehê dom kirin de, êrîşên çeteyan hatin şikandin û gelek çete hatin kuştin.

Çeteyên DAIŞ’ê îro jî saeta di 05.00’an de hewldan ku êrîşî gundê Xweylan bikin. Lê şervanên YPG’ê bi wan hesiyan û bersiv dan. Di pevçûnan de êrîş hate şikandin û gelek çete hatin kuştin.

Derbarê pevçûnên liherdu gundan de agahiyên zelal nehatin bidestxistin. Li herdu herêman xebatên lêgerînê didomin.

Li herêma Alya operasyon

Li aliyê din hêzên YPG’ê îro serê sibehê ji du aliyan ve ber bi bakûr rojavayê Kantona Cizîrê ve operasyon da destpêkirin. Baskê yekemîn ê operasyonê ji embarên genim ên li gundê Alya û gundê Susa Xerbî, baskê din jî ji gundê Xere ber bi rêya Rotka ve pêş dikeve.

(ekip/aq)

ANHA