Êrîşên çeteyan ên dijî Girê Spî û Silûk hatin şikandin
NAVENDA NÛÇEYAN/ROJNEWS
Êrîşên koma çeteyên en hemberî Eyn Îsa û bajarokê Silûk di 3 nuqteyan de hatin şikandin. Her wiha çeteyên ku bi dizî derbasî bajarê Girê Spî bibûn, hewldana wan a komkujiyê vala hat derxistin.
Komek çeteyên DAIŞ’ê şevê din saet 23.05’an de li derdora bajarokê Silûk êrîşî çeperên şervanên YPG/YPJ’ê kirin. Li herêmê şer û pevçûnên pir dijwar qewimîn. Piştî êrîşa bejahiya bajarokê Silûk, komeke çeteyên DAIŞ’ê ku bi dizî derbasî bajarê Girê Spî bibûn, saet di 01.15’dan de hewl dan li herêma Mentiqet-ul İskan êrîşî nexweşxaneya ‘Watanî’ bikin.
Piştî êrîşa bejahiya bajarokê Silûk, komeke çeteyên DAIŞ’ê ku bi dizî derbasî bajarê Girê Spî bibûn, saet di 01.15’dan de hewl dan li herêma Mentiqet-ul İskan êrîşî nexweşxaneya ‘Watanî’ bikin. Her wiha li herêma Eyn Îsa jî êrîşa çeteyan hat şikandin.
Êrîşên koma çeteyên ku ji mile Reqa ve êrîşî bajarojê Silûk kiribun, di 3 nuqteyan de hate şikandin. Di van 3 nuqteyan de çete ji alî şervanên YPG/YPJ’ê ve hatin dorpêçkirin.
Şevê din saet derdora 23.05’an de komek ji 50 çeteyan pêk tê, ji başûrê bajarokê Silûk (ji aliyê Reqa ve) êrîşî çeperên şervanên YPG/YPJ’ê kirin. Li ser bersivdana tund a şervanan li gelek deverên herêmê şer û pevçûnên pir dijwar rû dan.
Der barê kuştî û birîndarên koma çeteyan de agahiyên zelan bi deste neketin.