Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê li Kobanê didomin
Li derdora Kobanê bêtirî 16 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin
KOBANÊ– Komên çete yên DAIŞ'ê êrîşên xwe yên li dijî depoyên genim ên bajaroka Sirîn a başûrê kobnê dewam dike. Êrîşên çeteyan a li ser gundê Cih El-Ferec a rojavayê Kobanê jî dewam dike.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên YPG'ê hatin girtin çeteyên DAIŞ'ê şevê din di seatên dereng de êrîşî embarên genim ên bajarokê Sirên a 45 kîlometrî başûrê Kobanê kirin. Heman çavkaniyan destnîşan kirin ku hêzên YPG'ê bersiva êrîşan da û rê nedan çeteyan ku pêş de werin.
Li aliyê din jî hate gotin ku çeteyan hewl dan ku bi tirmpêla xwe bikevin gundê Cih El-Ferc a 25 kîlometrî rojavayê Kobanê û hêzên YPG'ê bersiv dan û rê ne da pêşketina çeteyan.
(ie)
Li derdora Kobanê bêtirî 16 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin
KOBANÊ – Navenda Çapemeniya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) a herêma Kobanê ragihand ku komên çete yên DAIŞ’ê ji sê aliyan ve êrîşî herêma Kobanê, kirin. Di encama bersiva hêzên YPG’ê de bêtirî 18 çeteyan hatin kuştin û doçeyek jî hate rûxandin.
Li gorî agahiyên ji Navenda Çapemeniya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) a herêma Kobanê hatine girtin, hate ragihand ku şevê din komên çete yên girêdayî DAIŞ’ê ji aliyê rojava ve êrîşî gundê Cub Ferec ê 25 km dûrî bajarê Kobanê ku ji pêkhateya Kurd û Ereb in, kirin. Li ser vê yekê hêzên YPG’ê bersiva çeteyan dane û pevçûn di navbera wan de rû dane. Derbarê van pevçûnan de agahiyên zelal nehatin bi dest xistin.
Ji aliyê rojhilat ve jî çeteyan êrîşî gundê Milêh El-Qemer ê girêdayî bajar Til Ebyedê kirin. Li vir di encama bersivdayîna hêzên YPG’ê de çeteyek hate kuştin. her wiha çeteyan ji aliyê gundê Sosik ber bi gundê Girê Sor yê girêdayî herêma Kobanê ve hatin, di dema pêşve çûna çeteyan de hêzên YPG’ê ew xistin nava kemînekê û 7 çete ji wan kuştin û 2 jî birîndar kirin.
Ji aliyê başûr ve jî û seranser ji aliyê navçeya Sirrîn çeteyên DAIŞ’ê hewldan ku ji gundê Mitras derbasî gundê Kela Hedîd bibin, lê li vir jî hêzên YPG’ê kemînek ji wan re amade kiribûn û 8 çete kuştin. her wiha tirimpêleke doçka rûxandin û çeteyên di hundirê wê de jî hatin kuştin.
(jh)