Êvara Zivistanê, Cildê III. ê Hemû Berhemên Fêrîkê Ûsiv derket!
Bager telpê davê’ esmên –
Bagerînk tev rakirî –
Ha dehbekî dike zûkîn,
Ha nolanî zar digirî,
Ha li qesela li ser ban dixe,
Dike dewî û dengî,
Ha li pencereya tam dixe
Mîna rêwîyê derengî.
Weşanxaneya Lîsê, ya ku ji sala 2004’an û vir ve ye, li Amedê, ji roman, kurteçîrok û helbestê girtî heta wergerên ji wêjeya cîhanê, bi gelek rêzên xwe yên pirtûkan ve, bi xebatên xwe yên bihûrgilî yên weşandin, çapkirin û belavkirina berhemên bi Kurdî berdewam e, di çarçoveya bernameya xwe ya weşanê ya bihara 2015’an de, piştî Hesretdefterê (cildê I., Gulana 2011’an, Amed) û Sûretsûfê (cildê II., Gulana 2012’an) ên hemû berhemên wî, Êvara Zivistanê ya çaverêkirî, cildê III. ê hemû berhemên helbestkar û wergêrê mezin î Kurd, Fêrîkê Ûsiv, bi amadekarîya hevsera wî, Firîda Hecî Cewarîyê û bi edîtorîya Kawa Nemir weşand.
Êvara Zivistanê, cildê III. ê hemû berhemên Fêrîkê Ûsivê helbestkar û wergêrê mezin î Kurd, helbestên wî (1985 – 1997) û beşek ji hemû wergerên wî yên navdar (1963 – 1997) bi xwe digire.
Helbestkar û wergêr Fêrîkê Ûsiv di 2’yê Sermaweza 1934’an de li gundê Sîpanê yê Yêrêvanê ji dayîk bûye. Kurê Ûsivê Îvo û Cemeda Emer e. Pêşîyên wî ji bajarê Qersê, ji gundê Emançayîrê, piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn, wek malbateke Kurd-Êzdî li gel Kurdên Êzdî yên din û Ermenîyên wê deverê derbasî alîyê Ûris bûne, bi rê de ji malbata wî gelek kes mirine. Wî dibistana seretayî li gundê xwe, li Sîpanê, di sala 1951’ê de kuta kirîye. Zarokatîya wî di ber xwendinê re di nava xwezaya çîyayên Kurdan ên li alîyê Ermenistanê de derbas bûye, vê yekê jî hiştîye ku ew bibe tebîyetbêjekî yekta.
Piştî xwendina xwe ya çar salan di dibistana navînî de, Fêrîkê Ûsiv di 1955’an de li Enstîtuya Pedagojîyê ya Xaçatûr Abovyan dest bi xwendina xwe ya bilind a di Para Fîlolojî û Dîrokê de kirîye. Heman salê, ku rojnameya Rya Tezeyê dest bi weşana xwe kirîye, dest pê bûye helbest û bendên wî di vê rojnameya navdar û temendirêj de weşîyane. Wî di sala 1960’î de enstîtu kuta kirîye. Paşê di Radyoya Kurdî ya Yêrêvanê de wekî serokê Beşa Wêjeyê dest bi xebatê kirîye. Pirtûka wî ya pêşîn, Çavkanî, di sala 1961’ê de hatîye çapkirin. Piştî vê yekê bi demeke kurt, ji ber ku ji ber rastgotîya xwe ya di jîyana xwe ya xebatê de tûşî êrîşan bûye, rojekê girtîye hemû helbestên xwe yên çapbûyî û çapnebûyî giş şewitandine. Bi hanedana Hecîyê Cindîyê xezûrê xwe, di sala 1963’yan de beşdarî pêşbirka wergerê ya bo berhemên Sayat-Nova bûye û bi wergera xwe ya bo Kurmancî xelata sêyemînîyê wergirtîye. Wî di navbera salên 1963 û 1967’an de ji Mîmnêrmos, Anakrêon, Firdewsî, Shakespeare, Sayat-Nova, Pûşkîn, Lord Byron, Heinrich Heine, Lêrmontov, Yêvtûşênko, Mayakovskî, Avedîk Îsahakyan, Hovhannês Tûmanyan, Hovhannês Şîraz û gelek navên din î gewre berhem wergerandine Kurdî, lê di saxîya wî de, wek helbestên wî û berhemên wî yên bi cureyên din, ev wergerên wî nehatine berhevkirin û hemû nehatine çapkirin.
Di sala 1964’an de pirtûka wî ya helbestan a bi navê Gula Elegezê hatîye çapkirin, di 1967’an de jî ya bi navê Lîrîka.
Di 1968’an de li gundê xwe dest bi mamostetîyê kirîye. Di sala 1971’ê de destana wî ya bi navê Xewna Mîrmih, li Moskovayê di nava pirtûka Hikayet Der Heqê Bar Mûraz De bi Rûsî hatîye weşandin. Fêrîkê Ûsiv di sala 1974’an de bûye endamê Yekîtîya Nivîskaran. Destana wî ya bi navê Ûsivê Nevîya di 1973’yan de hatîye weşandin. Pirtûka wî ya helbestan a bi navê Narê di sala 1977’an de hatîye weşandin. Du destanên wî yên din, Rihana Reso û Hesretdefter, di 1984’an de di berhevoka helbestkar û nivîskarên Kurdên Sovyetê, Bahara Tezeyê de hatine weşandin. Di warê helbestê de du helbestkarên mezin hene, ku Fêrîk ew ji xwe re wekî hoste qebûl kirine: Pûşkîn û Yêsênîn. Ji ber vê yekê, di sala 1987’an de Fêrîkê Ûsiv derketîye gereke demdirêj, ji bo ku bajarên Pûşkîn lê mayî bibîne, li danzdeh bajarên welatê Ûris gerîyaye, wî li wan deveran helbest nivîsîne.
Di payîza 1996’an de çûye dîtina keça xwe, Zerê û nevîyên xwe, Narê û Alîk, ên ku li bajarê Nîjnî Tagîlê diman, lê êdî nexweş bûye. Di 28’ê Nîsana 1997’an de vegerîyaye Yêrêvanê, mala xwe. Lêbelê nexweşîyê lê giran kirîye, Fêrîk di 1’ê Gulanê de rakirine nexweşxaneyê. Tevî hewildanên pakkirinê, Fêrîkê Ûsivê helbestkar û wergêrê mezin di 3’yê Gulana 1997’an de, di 63 salîya xwe de, li Yêrêvana paytextê Ermenistanê kiras guhestîye û tevî karwanê nemirên Kurd bûye. Li ser xwestina wî, ew li gundê Sîpanê, li berpala Çîyayê Dibûrî bi xakê hatîye spartin.
Weşanxaneya Lîs, ku bi edîtorîya helbestkar û wergêr Kawa Nemir ve di van salên dawî de dupat dike ku girîng e hemû berhemên bi Kurdî yên hêja yên serdema Sovyetê li jêr pêdeçûn û edîtorîyeke bihûrgilî ji nû ve û bi rêk û pêk bêne weşandin, li nik karê weşandina berhemên Erebê Şemo, Hecîyê Cindî, Qanatê Kurdo, Elîyê Evdilrehman û gelekên din, hemû berhemên Fêrîkê Ûsiv bi pûtepêdaneke mezintir amadeyî çapê dike û diweşîne. Hêjayî gotinê ye ku ji derçûna Hesretdefterê, cildê pêşîn û Sûretsûfê, cildê duyem ê hemû berhemên Fêrîkê Ûsiv û vir ve ye li ba xwînerên Kurd tiştê ku zelal dibe ew e ku Fêrîkê Ûsiv mezintirîn helbestkar û wergêrê Kurd î Kurmanc ê sedsala bîstemîn e û bi derketina Êvara Zivistanê ve, cildê sêyem ê hemû berhemên Fêrîkê Ûsiv, dê ev bîr û boçûn ji îro û pê ve hê qewîntir bibe. Çi ku di heyameke dirêj de, ku pirranîya helbestkarên Kurd nekarîne bigihîjine asta poetîk a kûr û dewlemend, Fêrîkê Ûsiv di helbesta xwe ya bi navê Tevekêd Lazûr (1985) de nivîsîye:
Tevekêd lazûr bi hêsirên ewran şûştin dêmên durr,
Heyv nazîyan dike li nava belekîyên esmên û ewran.
Di eyna esmên de min dî sifetê ruhê xwe yî mirr,
Digirîm, dinalim bi şîn û şewata qirnan û dewran.
Û çawa Hecîyê Cindîyê gewre di sala 1984’an de gotî, “… Min Fêrîk hesab kir şaîrê Kurd î mezin…” bê şik û guman Fêrîkê Ûsiv bi sercema berhema xwe ve ‘helbestkarê Kurd î mezin’ e li gel Şikoyê Hesen, Evdila Goran, Şêrko Bêkes, Rojen Barnas, Arjen Arî, Berken Bereh, Ehmed Huseynî, Mueyed Teyib û Evdila Peşêwê gewre. Weşanxaneya Lîs bi weşandina Êvara Zivistanê, cildê III. ê hemû berhemên Fêrîkê Ûsiv, helbest û wergerên wî, serbilind û bextewar e.
Êvara Zivistanê
Hemû Berhem, Cildê III.
Fêrîkê Ûsiv
Helbest û werger, 674 rûpel
Amadekar: Firîda Hecî Cewarî
Edîtor: Kawa Nemir
Nîsana 2015’an
Weşanxaneya Lîs, Amed