Êzdiyên ji DAIŞ’ê rizgarbûne li kampên Dihokê tên bicih kirin
XETAB EMER/DIHOK Kurdên Êzidî yên ku ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgarbûyîn, li kampên di sînorê parêzgeha Dihokê de tên bi cihkirin. Zêdetirî 200 Kurdên Êzdî yên ku li Kerkûkê ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgarbûne, li kampên penaberan yên li sînorê parêzgeha Dihokê hatin bicihkirin. Li ser vê yekê rêveberê xwe parastina parêzgeha Dihokê Dr. Sîrwan Mihemed diyar kir ku 139 ji wan Êzidiyan niha li kampên parêzgeha Dihokê hatine bicih kirin. Sîrwan Mihemed ragihand ku piştî ew Êzidî gihiştin Dihokê dayîkek 70’ê salî jiyana xwe ji dest daye û wiha got: “Dayîkek 70’ê salî jiyana xwe ji dest da, 7 nexweşiyên leş yên cild li wan de hat dîtin, ji bo çareseriya van nexweşiyane hewldan hatiye kirin û gelek jê hatine çareserkirin.” Çeteyên DAIŞ 17.01.1015’an zêdetirî 200 Kurdên Êzidî yên ku ji Musilê anîn Kerkûkê berdabûn. Zêdetir kesên ji destê çeteyan rizgarbûne, kal û kesên nexweş bûn. Hê jî bi hezaran kurdên Êzidî di destê çeteyên DAIŞ dene û çarenivîsa wan nediyare.