1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Êzdiyên ji destê DAIŞ’ê rizgar bûne axivîn
Êzdiyên ji destê DAIŞ’ê rizgar bûne axivîn,êzdiyên,ji,destê,daiş,ê,rizgar,bûne,axivîn

Êzdiyên ji destê DAIŞ’ê rizgar bûne axivîn

Êzdiyên ji destê DAIŞ’ê rizgar bûne ji RojNewsê re axivîn

A+ A-

ŞARİSTAN NURHAK/KERKÛK

Piştî dagirkirina bajarê Şengalê bi hezaran Kurdên Êzdî ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibûn revandin, gelek ji wan ji hatin qetilkirin. Ji wan kurdên Êzdî ku di destê çeteyên DAİŞ'ê de ne 300 kurdênn Êzdî, piraniya wan jinên îxtiyar bûn ji Mûsilê anîn gundê Mekkteb Xalid ku bi qasî 30 kîlometre dûrî bajarê Kerkûke ye danin. Ew welatî ji aliyê gêrîla û pêşmergeyan ve ew derbasî cihê bi ewle hatin kirin. Ew welatî daxwaz dikin ku vegerin Şengalê.

Kurdên Êzdî yên ku dûh ji Mûsilê anîn derbasî Kerkûkê bûn. Tevî ku di rewşekî ne baş dabûn, ji kamereya RojNewsê re axivîn û wiha gotin: “Em ji her kesê daxwez dikin ku xizmên wan yên di destê çeteyên DAIŞ'ê de mane bêne rizgarkirin, vegerin cih û warê xwe.” Welatiyên ku ji destê çeteyên DAIŞ'ê rizgarbûne, gelek kefxweş bûn û trajediya ku jiyan kirine wiha anîn ziman.

Dayîka bi navê Xatûn Kolo ku bi temen bû, ji RojNewsê re da zanîn ku ew ji dema Şengal hate dagîrkirin û şûnde ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatine revandin û wiha dewam kir: “Em li malê bûn. Dema bi ser malên me de girtin, ji mere gotin em tiştekî bi we nakin . Lê em hemû bi bêbextî girtin û birin. Zarokên me hemu girtin û hemû malbetên me girtin. Ev 6 mehe em li Mûsil ûTilehfer hemû deran gerandin.”

2 bûkên min birin

Dayîka Xatûn wiha direjî da axaftina xwe: “3’ê bûkên min hebûn, 2 ji wan û ligel 10 zarokên wan birin Sûriyê. Yek ji wan ji duh ve tevî 4 zarokan li gel min bû, ji me qut kirin û birin. 2 kurên min ji di zîndanê de ne.”

Dayika Xatûn got: “Daxwaza min ji we û hemû Kurdistaniyan ewe ku hemû Êzdiyan ji destê wan kafiran derxînin û wan rizgar bikin. Ez dixwazim hersê bûkên min tevî zarokên xwe vegerin. Ez careke din dixwazim vegerim Şengalê.”

Keça bi navê Enhar Elyas ya ji dayîkbûnê seqete axivî û wiha behsa rewşa wan jiyan kirî kir: “Ez ji Koço me û em li wir hatin revandin. Em tevî malbetên me anîne Telehfer, Musil û piştre em anîne vir. Hemû malbata min li wir ma ye, dayîk, xwişk û birayên min li Musil man û ji malbeta min ez tenê li virim.”

Enhar Elyas daxwaz kir ku xwişk û birayên wê bêne berdan û wan bibînine. Enhar diyar kir ku ew dixwaze vegere Şengalê.

Dayika bi navê Xezal Silêman Hesen ji axivî û wiha got: “Ez li malê bûm û bi ser me de girtin. Malbeta min niha hemû di destê wan de ye û kureki min ji di zindanê de ye. Bûken min û kurên min yên din tevî zarokên xwe di destê wan de ne.”

Herwiha kalekî hatî rizgarkirin ji axivî û wiha got: “Temenê min 105 sale. Hêviya min ewe hemû partiyên kurdan bigihin armanca xwe û li her çar parçeyên Kurdistanê yek helwest bin. Em kurd hemû birane, destê me yek deste û em hêviyê ji Xwedê de dikin Kurdistan bi serbikeve. Heviya min ewe Serok Abdulah Ocelan ji nav zindanê derkeve û were nava şoreşa Kurdistanê.”

Gelek dayîk û kalên ku axivîn diyar kirin ku ew bi hêvîne xizmên wan ên di destê DAIŞ’ê de bên rizgarkirin û vegerin ser axa xwe.