Êzdiyên ji komkujiyê rizgar bûn bi nexweşiyan re rû bi rû ne
ENQERE (DÎHA) – Bijîşkê Pispor Halîs Yerlîkaya yê ku êzdiyên li navçeya Altindagê bi cih bûne muayene kir, bal kişand rojên pêş ên zivistanê û got ku heke şert û mercên malbatan ên mal û tenduristiyê neyê sererastkirin dê mirin çêbibin.
Ji bo êzdiyên kul i navçeya Altindagê ya Enqereyê bi cih bûne alîkarî didomin, HDK ji bo pêdviyên tenduristiyê yên li malbatan bi cih bîne Komîsyona Tenduristiyê ava kir. Komîsyona ku ji endamên dildar ên SES û Odeya Tabîban a Enqereyê pêk têr malbatan muayene dikin. Ji berk u şert û mercên tenduristî û malan ne baş in penaber bi pirsgirêkên tenduristiyê yên cidî re rû bir û ne, bi taybetî jî zarok bi hin nexweşiyan re rû bir û dimînin.
Bijîşkê Pispor Halîs Yerlîkayayê ku rojên borî penaber ji kontrola tenduristiyê derbas kir diyar kir şer bi xwe bi tena serê xwe nexweşî ye û malbatên êzdî piştî travmayê pirsgirêkên wekî fikar, anksiyete û stresê her wiha ji berk u malên wan ne baş in jî bi dîzanterî, îshal û enfeksiyonan re rû bi rû ne.
Pêvidiviya wan bi alîkariya psîkolojîk heye
Yerlîkaya got ku êzdî ji ber paşeroja xwe ya çandî û bûyerên ku di dewiya de jiyana nikarin metropolên wekî Enqereyê de xwe ewlehiyê de his bikin û wiha berdewam kir: “Dixwazin bi hevre bimînin ev jî ji ber tirsa dijîn e. Ev tirs dê demên pêş de rê ji tansiyona bilind û heta ji pençeşêrê re jî veke.” Yerlîkaya bilêv kir ku malbatên êzdî bi guman nêzîkî bijîşkên ku tên wan muayene dikin jî dibin, divê malbat li malên baş û di şert û mercên baş ên tenduristiye de bêne girtin, jiyana wan li gorî daxwaza wan bê avakirin.
Yirlîkaya anî ziman ku ji ber ku 3-4 malbat bi hevre dimînin û pirsgirêka paqijiyê û ava paqij heye ji ber vê yekê jî zarok îshal dibin. Yerlîkaya got ku divê ji berk u zarok ji herêma şer hatine derziyên sorik û polyoyê bê xistin.
Yerlîkaya da zanîn ku erzaqên malbatan kêm maye, Komîseriya Bilind a Neteweyên Yekbûyî ji bo payîz û zivistanê randevu daye malbatan û wiha berdewam kir: “Pêşiya me zivistan e, Niha ji berk u havîn e zêde pirsgirêk dibe ku dernekeve holê lê hemû di malên bi sobe de dimînin. Heke ev mirov li vir bimînin dibe ku bûyerên xemgîn jî pêk bên û mirin çêbibin.”
Ji bo sererastkirina şertên tenduristiyê divê statuya penaberiyê bê dayin
Yerlîkaya diyar kir ku ji ber ku statuya penaberiyê nîn e li nexweşxaneyan nikarin xizmeteke baş bigirin, jinên ku nexweşiya bêhntengî, tansiyona bilind, şekir heye nikarin derman bibînin. Yerlîkaya axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Penaberên ji Sûriyeyê hatine ji aliyê AFAD’ê ve tên qeşdkirin û ji ber vê jî dikarin ji nexweşxaneyan xizmetê bigirin. Lê mafekî êzdiyan wisa nîn e. Ji bo ku şert û mercên tenduristiyê yen êzdiyan bê başkirin ewil divê statuya penaberiyê bê dayîn û bêpere ji nexweşxaneyan xizmetê bigirin.”
(sa)