Êzdî li Efrînê civiyan
ANHA – Komeleya Êzidiyan a Efrînê Konferansa xwe 4`emîn bi dûrişmeya ”Kurdiyetî netewa min e û Êzidî ola min e” li dar xist.
Beriya niha bi çend kêliyan li navenda Çand û Hunerê ya bajarê Efrînê bi amadebûna endamên Komleya Êzidiyan, Endama Desteya Rêveber a TEV-DEM`ê Zelal Cege, Hevserokê Komîteya Olan Mihemed Kalo, Hevserokê Meclîsa Rêveber a Efrînê Osman Şêx Îsa û gelek mêvanên din, Komeleya Êzidiyan konferansa xwe 4`emîn li dar xist.
Salon bi wêneyên Rêberê Gelên Kurdistanê Abdullah Ocalan, cangoriyên azadiyê û pankêrta ”Kurdiyetî netewa min e, Êzidî ola min e” û ”Federalî misogeriya ku her pêkhateyek mafê xwe bi dest bixe” hatibûn xemİlandin.
Konferans bi axaftina endamê komîteya amadekar a konferansê Welat Zerdeşt hat destpêkirin. Welat konferans li hemû şervanan û gelê Êzidî pîroz kir.
Konferans bi axaftinan dewam dike.