1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Êzdî yekem car e li derveyî axa xwe rojiyê digirin
Êzdî yekem car e li derveyî axa xwe rojiyê digirin,êzdî,yekem,car,e,li,derveyî,axa,xwe,rojiyê,digirin

Êzdî yekem car e li derveyî axa xwe rojiyê digirin

A+ A-

HASAN YOLDAŞ

AMED (DÎHA) - Welatiyên êzdî yên ku di dîroka xwe de ji ber ol û baweriyên xwe ji qetliaman re hatin derbaskirin û herî dawî rastî êrîşên hov ên çeteyên DAIŞ'ê re rû bi rû man koçberbûn, dê cara yekemîn e ji dûrî axa xwe ya pîroz Cejna Şêşimsê pîroz bikin. Welatiyên êzdî heviya xwe ji bo Şengalê anîn ziman û diyar kirin ku dixwestin ku rojiya xwe li ser axa xwe bigirin lê xwedê li her dere xwedê yê dê ol û baweriyên xwe bînin cih.

Welatiyên êzdî yên ku ji ber êrîşên çeteyên dagirker û kujer yên DAIŞ'ê yên di 3'yê tebaxê de li ser Şengalê pêk hatin û neçar man ji axa xwe ya pîroz koç bikin, dê cara yekêmîn dûrî axa ya xwe Cejna Şêşimsê pîroz bikin. Her çiqas êzdiyên ku koçberbûn, ew çanda xwe ya kevnar û rojên xwe yên pîroz, hewl didin li ku dibin bila bibin, bînin cih û bijîn. Welatiyên êzdi ligel hemû şert û mercên zehmet û giran xwedî li ol û baweriya xwe derdikevin. Wecîbeyên xwe yên olî hewl didin pêk bînin. Meha kanûne jî ji bo welatiyên êzdî mehekê pîroz e û di ve mehe de Cejna Şêşims tê pîrozkirin. Cejna Şêşimsê ji bo êzditiyê pîroz û girîng e. Di Cejna Şêşimsê de di serî de sê roj rojî tê girtin û roja çaran cejn e.

'Me rojiya xwe li Şengala xwe bigirta dê em hîn kefxweş bûbûna'

Welatiyên êzdî diyar kirin ku li ku dibin bila bibin dê rojiya xwe ya ji bo ku wan pîroz e bigrin û ola xwe bijîn. Welatiyên êzdî yên ku li Qada Kampa a Fîdanlikê ya Yenîşehîra Amedê bi cih bûn amedakariyên rojiya Cejna Şêmisê dikin. Welatiyê êzdî yê bi navê Suleyman Êlyas yê ku 84 salî û bi bawerî û ola êzdî heta niha jiyayê dest nîşan kir ku her çiqas ji ber baweriyên xwe rastî êrîşên dijwar hatinê jî, tu car dev ji ol û baweriya xwe bernadan e. Êlyas da zanîn ku rojiya xwe yên ku digrin ji bo xwedayê xwe digrin û bi wî şeklî li kû derê bin li wir di heman dirokê de rojiya xwe digirin. Êlyas diyar kir ku kevneşopiyên wan û yên tu gelan naşibin hev û ew di zindanada bin jî pediviyên ola xwe tînin cih. Êlyas bilêv kir ku sê rojan rojî digirin roja çaran jî cejna xwe pîroz dikin û wiha axivî: "Heke halê û wexta me xweş û ne xweş be jî hewce ye em rojiya xwe bigirin. Belê heke em li ser axa ya pîroz bûna û me li Şengala xwe rojiya xwe bigirta dê em hîn kefxweş û baş bûbûna. Em li ser axa nebin jî dê em jiyana xwe ya olî bijîn."

'Em li kû dêre bin, terkê xwedê û xwedanê xwe nakin'

Êlyas da zanîn ku dê di navbera meha kanûnê de rojên heya nivê mehê dê ji sêşemê ve dest bi rojiya xwe bikin, çarşem, pençşemê bidomînin û roja înê jî cejna xwe pîroz bikin. Êlyas got ku heke li malên xwe bû na dê xweş û qencî bûya û wiha pêdê çû: "Mala xwedê ava bê. Îro destê meyî teng e. Lê em e bi wê halê xwe bi rojî bin. Dê em ji serê sibehê heya seatên evarî rojiya xwe bigirin. Roj hil tê rojiya me dest pê dike, heya diçe ava em rojiya xwe digirin. Em jiber êrîşên çeteyan bela wela bûn. Li cîhanê belav bûn. Lê em li kû dêre bin, terkê xwedê û xwedanê xwe nakin. Daxwaza mê di wan rojên dijwar de dost û hevalên me, me têne nehêlin. Dê helbet em jî li axa xwe ya pîroz vegerin."

Di meha kanûnê de ji ber 3 rojên kurt rojî tê girtin

Welatiyê bi navê Xidir Hacî jî bilêv kir ku xwadê li her derê yek e û mirov heke ji bo xwadê îbadetê xwe bike li hemû cihan dikarê îbadeta xwe bike û xwadê li wî mêze dike, dibîne. Hacî got ku di baweriya wan de ku ew dibejin "Rojên Êzda (Rojên Xwada)" ji ber ku roj di meha 12'an de qurt dibin dîroka vê wiha vegot: "Êzidiyan berê xwe dan dinyayê û gotin "Heke roj wiha qurt bibin, dê di jiyanê de rojêk bi rê ve neçê û ev roj bibe tarî. Em de di wan rojên qurt de îbadetêke ji xwadê re bikin. Robin û rûniştin. Sê rojan zad nexwerin." Hecî da zanîn ku rojên ku di nav salê de rojên herî qurt ev in û wan rojana jî ji ber qurtbûna wan gelê Êzidî rojî digrin. Hecî got ku rojên ji nav rojên qurt ku êdî roj direj dibin rastî roja 4'êmîn tê û wê rojê jî gelê Êzidî re dikin cejn û pîroz dikin. Hecî dest nîşan kir ku ronahî ji bo Êzidiyan tiştekî pîroz ê û ji bo ve yekê jî bi direjbûna rojê dipejirîn in. Hecî bilêv kir ku kibleya wan roj e û beranberî rojê îbadeta xwe dikin.

'Me dixwest em li ser axa xwe îbadeta xwe bikin'

Hecî di direjiya axaftina xwe dê got ku ji axa xwe dûrketin tiştekî gelek zehmet û êş e û axaftina xwe wiha domand: "Di cihên me û malên me de cihên me ya îbadetê hebûn. Qutsiyeta me êzdiyan beratên şêxa di malên me de hebûn. Li we derê em hin nêz ol û baweriyên xwe bûn. Lê xwedê li hemû deran e. Em li kû bin bila bibin em ê îbadeta xwe ji 7'an heya 77 saliyan bikin. Ji xwedê re em îbadeta xwe dikin û roj jî li hemû deran heye. Îbadeta me jî roj e. Ev jî li hemû deran heye. Em berê xwe didin rojê û dibijin, ya rebî tû 72 miletan biparezî û me gelê êzdî jî pera biparezî. Lê me dixwest em li ser axa bin û rojiya xwe li ser axa bigirta. Em dixwazin heke em nikarin vegerin jî ax û warên me rojêk ji rojan pêş de azad bibe."

(sa)