1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Êzdî 'Çarşema Sor' bi mîhrîcanekê pêşwazî dikin
Êzdî 'Çarşema Sor' bi mîhrîcanekê pêşwazî dikin,êzdî,çarşema,sor,bi,mîhrîcanekê,pêşwazî,dikin

Êzdî 'Çarşema Sor' bi mîhrîcanekê pêşwazî dikin

A+ A-

Êzîdiyên li Almanyayê dijîn Cejna Çarşema Sor bi mîhrîcanekê pêşwazî dikin. Êzîdî yekemîn car mîhrîcanê li dar dixin.

Êzdiyên li Almanyayê dijîn îsal Cejna Çarşema Sor bi festîvalekê pîroz bikin. 1'emîn Mîhrîcana Êzdiyan dê ji aliyê Federasyona Komeleyên Êzdiyan (FKÊ) ve li bajarê Hannoverê bê lidarxistin. Mîhrîcan dê bi navê "1'emîn Festîvala Çarşema Sor" di 20'ê nîsanê de bê lidarxistin. Mîhrîcan ji aliyê Federasyona Komeleyên Êzdiyan (FKÊ) ve tê organîzekirin.

Di mîhrîncanê de ligel gelek hunermendên navdar, axaftinên siyasî, sînevîzyon, folklor û qewl û beytên êzdiyan wê cih bigirin.

Bernameya mihcîranê wisa ye; Hesen Şerîf, Tahsîn Xidir, Sîlbûs û Tarî, Dilgêş, Dilovan, Silêman Rengîn, Marget Rêzan Zozan, Hunermendên Surprîz Zarokên Qewlbêj - Koma Azad û Şîrîn, Folklor, Nûnerê BDPê û sînevîzyonê

(bd/mae)