Êzdîyan komployê şermezar kir
Navenda Çanda Êzdîyan a Giştî ya Tevgêra Demokrasî û Azadîya Êzdîyan (TEVDA), bi civineke 15’ê Sibatê roja radestkrina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a Tirkiyeyê şermezar kir.
13'emîn salvegera 15'ê Sibatê roja ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji Tirkiyeyê hate derxistin, li gelek bajar û navçeyan bi girseyî tê şermezarkirin. Navenda Çanda Êzdîyan a Giştî ya girêdayê TEVDA’yê jî bi civînek çapemênîyê 15’ê Sibatê şermezar kir. Di civîne de revebirê Navenda Çanda Êzdîyan a Giştî ya girêdayê Tevgêra Demokrasî û Azadîya Êzdîyan Xalid Îlyas axifî. Xalid, ser 15’ê Sibatê agahî da û got: “Ocalan bi xwê re fikr û ramanêk nû afirand û gelê kurd ji nûve kir xwedî jîyanêk bi rûmet. Ocalan, ne têne ji bo gelê kurd, ji bo gelen Rojhilata Navîn û cîhanê jî bû hêvî û bavêrîyekê mezin. Bi taybêtî jî bi fikra xwe ya azad ji bo gelên Êzdiyan jî bû pêşengk. Di nav birdozîya xwe de hemû çand, ol, bîr û bavêrî re cîh vedîke û bi rêbazêk demokratîk û hevsêngîyekê tekoşîna biexlaq û polîtîk dide meşandin.”
Xalid, da zanîn ku Ocalan ji bo gelên Êzdî mafê xwê yen rêwa bi dest bixê fersendeke dîrokîyê û wiha dawî li axaftnina xwe anî: “Em dikarin bi pêşxistina fikrên Ocalan komployê vala derxin. Bi pêşketinên li gor birdozîya Rebêr Apo em komplo vala derdixin. Em heta dawî komployê şermezar dikin."
TEVDA: Berxwedana gelê kurd komplo vala derxist
Serokê TEVDA'yé Seid Hesen Seid jî 15'ê Sibatê şermezar kir û diyar kir ku gelê kurd bi berxwedana xwe 15 Sibatê vala derxistiye.
Seid, da zanîn ku komploger bi radêstkirina Rêbêrê PKK'ê Abdullah Ocalan listîkek amadêkirin û wiha got: "Lê gelê kurd bi berxwedana xwe lîstîk wala derxist. Bi komployê xwestin kurdan ji holê rakin. Gelê kurd bi têkoşina xwe û sekna Rêbêr Apo ev lîstik vala derxist. Rebêr Apo bi tekoşîn û fikr û ramanên xwe ev komplo pûc kir. Em weke TEVDA, dewlet û deshilatên ku nava vê komployê de cîh girtine bi tûndî şermezar dikin. Em piştgiriyê didin têkoşîna gelê kurd û Rebêr Apo" Em hêvî dikin ku 2012 bibe sala azadîya Rebêr Apo."
Nûçe: Nûçegihanê dildar DÎHA (mk/mae)