Êzidiyên Efrînê cejna Xizir Ilyas pîroz kirin
EFRÎN 14.02.2014 12:30:49 Komeleya Êzîdiyan a Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê ya herêma Efrînê piştî rojiya 3 rojan Cejna Xizir Ilyas pîroz kir.
Pîrozbahî li navenda Komeleya Êzidiyan bi beşdariya dehan welatî, kom û pîrên êzîdiyan pêk hat. Di pîrozbahiyê de ciwanên ku rojî girtibûn û cil û bergên folklorî li xwe kiribûn, 40 cure berhemên çandiniyê yên wekî, “Nîsk, genim, baqil, lopik, berveroj (gulberoj), kizbera, kemûn û hwd.” hêran.
Piştî hêrandinê “Bêxwîn” bi xwendina sirûdên olî yên taybet li beşdaran hate belavkirin.
Li gorî baweriya ola Êzdayetiyê, di 3 rojên rojiyê û cejnê de bi armanca parastina xwezayê û sewalan goşt nayê xwarin. Tenê ji berhemên xwezayê û çandiniyê feyde tê girtin. Lewre berhemên çandiniyê têne hêrandin û xwarin. Ev jî wekî “Rê û Resmên Bêxwîn” tê binavkirin.
DI PÎROZBAHIYÊ DE STRAN HATIN GOTIN Û GOVEND HAT GERANDIN
Di baweriya Êzdayetiyê de melekên Xizir û Ilyas di roja cejnê de vedigerin, dilê mirovan ronî dikin û hêviyên wan bi cîh tînin. Melekê Xizir melekê çandiniyê ye û melek Ilyas jî melekê baranê ye. Herdu melek ji bo vejîna xwezayê di vê rojê de li hev dicivin.
Xwarina “Bêxwînê” jî divê di êvariya roja cejnê de bi hinek xwê tê xwarin û piştre av nayê vexwarin. Armanca vê yekê jî ew e ku kesên tî dibin hêviyên xwe di avzêla melekên Xizir û Ilyas bînin ziman.
Wateya “Bêxwîn” xwarina bê xwîn e, yan jî ji goşt nehatiye çêkirin. Li gorî bawermendên ola Êzidî pêwîst e di vê mehê de welatî pêdiviyên xwe ji xwezayê bigirin û xwarina goşt di vê mehê de were qedexekirin.