Êzidiyên hatine Cizîrê: YPG û HPG'ê em parastin
JIHAT AKÇA/ CENGÎZ OGLAGI
ŞIRNEX (DÎHA) - 370 kurdên êzidî ku ji ber qetliyamên DAIŞ'ê koçber bûne niha li Cizîrê hatine bicihkirin. Êzidiyên ji aliyê Şaredariya Cizîrê ve hate bicihkirin, hemû pêdiviyên wan ji aliyê şaredariyê ve tên pêkanîn. Êzidiyên hatine Cizîrê, ragihandin ku, pêşmergeyan di dema êrîşa çeteyan de ew neparastine û YPG û HPG'ê ew parastine.
370 kurdên êzidî ku ji ber qetliyamên DAIŞ'ê yên li Şengalê bi neçarî dev ji milk û malên xwe berdane û hatine Cizîrê ji aliyê Şaredariya Cizîrê ve li malên gel yên taxên Nur û Cudî hatine bicihkirin. Hemû pêdiviyên jiyanî yên malbatên êzidî ji aliyê şaredariyê ve tê pêkanîn. Êzidiyên ji ber qetliyaman rewiyane serpêhatiyên xwe vegotin. Êzidiyê bi navê Elî, diyar kir ku ew ji kafiran reviyane û wiha pêde çû: "Em ji çeteyan reviyan. Êrîş li gundên me kirin, hemû mirovên me kuştin. Gundên me şelandin. Wan kî dîtiban qetildikirin. Ji bo me biparêzin tu kes tunebû ji ber wê jî em reviyan. Em bi saya PKK'ê hêj dijîn. Gelê Cizîrê jî baş xwedî li me derketin."
Yek ji êzidiyên din Miheme Muşhana serpêhatiyên xwe yên li Şêxanê hatine serê wî vegot: "Gelek xizmên me li Şengalê hebûn. Lê me tu agahî ji wan negirtine. Xalê min û zarokên wan di destê DAIŞ'ê de ne, em nizanin ka mirine an dijîn. Pêşmergeyan derew li me kirin. Em wisa hêlan. Ji ber ku pêşmerge çûn, milet jî tirsiya û gundên xwe valakirin. Tenê YPG hate hewara me. Her tiştê me re eleqeder bûn. Bijî Serok Apo." Welatiyê ereb yê bi navê Suleyman Cemîl jî got ku wî li gundên Behşik û Berzanê dîtiye ku çeteyên DAIŞ'ê serê mirovan jê dikirin û got ku piraniya van zarok û jin bûn. Cemîl, destnîşan kir ku çeteyên qetliyamker aliyê din jî dikan û malên welatiyan dişelandin û tiştên bi nirx bi xwe re dibirin.
Jina êzidî ya bi navê Suheyla Êduma jî da zanîn ku gundê xwe ji ber êrîşên çeteyan valakirine û wiha daxuyand: "Li Şengal û gundên wê tu kes nema. Sedema wê pêşmergene. Em kurdên êzidîne, kurdin. Pêşmerge beyî ku me hişyar bikin ji heremê derketin. DAIŞ'ê rê li me girtin û hemû jin û keçên me bi xwe re birin. Ger çekên me heban me dê şer bikira. Tek armanca wan êzidî bûn. Çeteyan tiştek bi gelên din nekir."
Edûma, got ku kurdên Iraqê ew wisa hiştine û tu tişt ji wan re nekirine û wiha axivî: "Wan pişta xwe da me. Lê kurdên Tirkiyeyê deriyên xwe ji me re vekirin. Ez hemû kurdên Tirikiyeyê silav dikim û hurmeta xwe ji PKK û YPG'ê re radigihînim. Ew neban em niha miribûn. Ev eleqe me gelek kêfxweş dike. Gelekî ji me xizmên xwe winda kirin, ev tiştek gelek zehmete, lewma ev eleqe me kêfxweş dike. PKK'ê li Şengalê gelê me rizgar kiriye. Kurdên li vê derê birayên me yên rasteqînin."
Êdûma, got ku 500 jinan zêdetirê di destê DAIŞ'ê de ne û bi hezaran zilamên êzidî jî hatine qetilkirin û xwest ku kesên li ser çiyayê Şengalê li benda rizgarbûnê jî bên rizgarkirin.
(lg)