Êzidiyên li Wêranşarê xwe birêxistin dikin
RIHA - ANF Federasyona Komeleyên Êzidiyan li Elmanyayê (FKÊ) di çarçoveya rêxistinbûyîna civaka Êzidî de li Wêranşarê civînek lidar xist û biryar da ku bi vê armancê komîteyek û Mala Êzidiyan a Wêranşarê bê avakirin.
Federasyona Komeleyên Êzidiyan li Elmanyayê (FKÊ) duh civaka Êzidiyan li Wêranşarê kom kir.
Di civîna bi beşdariya 30 Êzidiyên ji Wêranşar û derdora wê de, Hevseroka Federasyona Komeleyên Êzidiyan Dr. Leyla Ferman û Hevserokê Mala Êzidiyan a bajarê Elmanya Celleyê Dewrêş Dûran amade bûn.
Di civîna ku Şaredariya Wêranşarê ya DBP'yî jê re mêvandarî kir de, li ser têkiliyên civaka Êzidiyan a bi Şaredariyê re axaftin hatin kirin û pêşniyar hatin ziman.
Hevseroka FKÊ Dr. Ferman û Hevserokê Mala Êzidiyan a Celleyê di axaftina xwe de girîngiya rêxistinbûyîna civaka Êzidî destnîşan kirin û anîn ziman ku wê di demeke nêz de Komîteya Êzidiyan a Wêranşarê bê avakirin.
Hat ragihandin ku ev komîte wê di dema pêş de bi Federasyona Komeleyên Êzidiyan re bixebite û hewl bidin bi hev re pirsgirêkên li herêmê çareser bikin.
Di civînê de her wiha hat ragihandin ku di çarçoveya rêxistinbûyîna Êzidiyên li herêmê de weke projeya yekemîn wê Mala Êzidiyan li Wêranşarê bê avakirin.
Şaredariya Wêranşarê jî di civînê de destnîşan kir ku ewê piştgiriyê bidin vê projeyê.