1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Êzidiyên Şengalê cejna Cimehiya Hacelî pîroz kirin
Êzidiyên Şengalê cejna Cimehiya Hacelî pîroz kirin,êzidiyên,şengalê,cejna,cimehiya,hacelî,pîroz,kirin

Êzidiyên Şengalê cejna Cimehiya Hacelî pîroz kirin

A+ A-

NÛJIYAN ERHAN-JINDA ASMEN/ŞENGAL

Cimehiya Hacelî ya cejna Ezidiyan li ber kubba Hacelî ya li kontara çiyayê Şengalê bi tevlîbûna sedan Êzîdiyan hate pîroz kirin.

Cimehiya Hacelî duh roja înê bi tevlîbûna sedan Êzidiyan li ber Kubbe Hacelî hate pîroz kirin. Gelê Êzidî ku hemû Cimehiyên xwe bi coş, kêfxweşî û bi dîlanan pîroz dikir îsal bi xemgîn derbas kir. Ji ber fermana 3'ê Tebaxê û keçên ku ketine destê çeteyên DAIŞ'ê gelê Êzidî di vê Cimehiyê de dil bi êş bû.

Cimehî bi birîna Periya Hacelî li ber Kubba Şerfettîn dest pê kir. Piştî ji Kubba Şerfettîn derketîn gelê Êzidî Periya Hacelî anîn û li Kubba Hacelî suwar kirin. Sedan Kesên ku beşdarî cimehiyê bûn di Kubba pîroz de ji bo silametiya hemû mirovahiyê dua kirin. Jinên Êzidî ku beşdarî pîrozbahiya Cimehiya Hacelî bûn ji bo xilasiya jinên ku ketine destê DAIŞ'ê dua kirin û girik avêtin Periya Hacelî.

Li Cimehiyê de Mûcevirê Kubba Şerfettîn Şêx Xelef axivî û got:"Em wek miletê Êzidî di van cimehiyan de xemgînin û dil biêş in. Berê me cimehiyên xwe bi dev û zirna û bi dîlanan pîroz dikir. Dijminên me rehetî ji me re nehîştin. Divê em miletê Êzidî heta tola şehîdên xwe hilnedin, wan keç û jinan destê hovên DAIŞ'ê dernexin, divê em jî rojên rehet ji xwe re layîq nebînin. Em divê li ser van axên pîroz têkoşînê li hember neheqan bikin. Em heriyê axa xwe bixwîn ji goştê welatên derva çêtir e. Dîvê hemu ciwanên Êzidî ku ji xwe re dibêje ez Êzidî me, were beşdarî YBŞ'ê bibe, şerê rumetê bide meşandin û parastina axa xwe, pîroziyên xwe û Kubbeyên xwe bike. Divê em parastina ola xwe bikin. Welatê me, Kubbên me ne ma şunda ola me jî namîne. Dîvê hemû ciwanên Êzidî parastina welat erka xwe bibîne û YBŞ xwe mezin bike."

Şervanên YBŞ û YPJ Şengalê ji bo pîroz kirina Cimehiya Hacelî û parastina miletê xwe beşdarî pîrozbahiya cejna Hacelî bûn.

Cimehiyên Ola Êzdatî 7 hefte ne. Her roja înê Cimehiyet tê pîroz kirin. Hefta derbas bûyî Cimehiya Şerfettîn re Cimehî destpêkiribû. Duh jî cimehiya Hacelî hat pîroz kirin. Îniya pêşya me di 11'ê Îlonê de Cimehiya Êzî li Kubba Êzî ya kontara çiyayê Şengalê dê were pîroz kirin.

(ab)