'Êzidî dê pirsgirêkên xwe bi hevparî çareser bikin'
Êzidiyên tevlî Konferansa Êzidiyan a li Amedê pêk hat bûn diyar kirin ku ji bo yekîtiya kurdan wan konferansekî gelek girîng li dar xistin
SERKAN KURT / MUSTAFA EMRAH SUER Êzidiyên tevlî Konferansa Êzidiyan a li Amedê pêk hat bûn diyar kirin ku ji bo yekîtiya kurdan wan konferansekî gelek girîng li dar xistin. Êzidiyan, anîn ziman ku di dîrokê de her tim pirsgirêkên êzdiyan gelek bûn û bi konferansê ji bo çareseriyê gave hate avêtin.
Êzidiyên tevlî Konferansa Êzidiyan a ku ji aliyê Komîsyona Bawerî û Kêmaran a KCD'ê ve hate organîzekirin û 2 rojan kir, pirsgirêkên êzidiyan ên li di serî de Ewropa û gelek welatên cîhanê belavbûn nîqaş kirin. Êzidiyên tevlî konferansa di dîrokê de yekemîn care pêk hat bûn anîn ziman ku wan pirsgirêkên xwe hevpar kirin û ji bo çareseriyê dê dest pratîkê bikin.
Parlementera Herêma Federal a Kurdistanê ya Êzidî Emîne Seîd, diyar kir ku ew berê jî tevlî gelek konferansan bû lê yekemîn care tevlî konferansekî isa dibe û ji her derê mirov tevlîbûn. Seîd, anî ziman ku bi taybet wan ji bo êzidiyan konferansekî gelek girîng li dar xistin û wiha got: "Em vê konferansê ji bo yekîtiya neteweya kurd jî weke gaveke gelek girîng dibinin. Rojhilata Navîn ji nû ve tê teşekirin. Di pêvajoyekî wisa de em êzidî hatin cem hev gelek girîng bû. Ji bo yekîtiya gelê me û gelê kurd konferansekî gelek girîng bû." Seîd, da zanîn ku her tim pirsgirêkên êzidiyan gelek bûn û wiha axivî: "Dema ku mislimanek û êzidiye zewicîn zarokên wan weke misliman dihatin mezinkirin. Ev yek jî ji bo êzidiyan tiştekî wehîm e. Ji me re tu zagon niha tuneye. Ji bo em mafên xwe biparêzin hêj tu maf tune ne. Li gelek cihan wisa ye. Heke di mijara zewicînê de zagoneke pêk bên ew yek dê ji bo me bibe biryareke gelek girîng. Em dixwazin ji bo êzidiyan zagonên taybet bên çêkirin. Lê dewlet, dewleta îslamî ye."
'Daxwaza me ew e ku êzidî çareke din vegerin welatên xwe'
Wekîrê Karên Diyanetê yê Berpirsiyarê karên Xebatên Êzidiyan yê Herêma Federal a Kurdisatnê Xêrî Bozanî jî diyar kir ku yekemîn care tevlî konferansekî ji hemû perçeyan kurd û li hemû cihên êzidî lê dijîn tevlî bûn dibe. Bozanî, anî ziman ku ev ji bo êzidiyan gavekî gelek girîng e. Bozanî, da zanîn ku her diçe pirsgirêkên êzidiyan xwe didin hîskirin û wiha got: "Em jî û êzidiyên li gelek cihên dinî jî hatin difikirin ku pirsgirêkên xwe hevpar bikin. Konferansekî gelek serkeftî pêk hat. Ji bo me hemû xebatên ji bo êzidiyan tên kirin girîng in. Li cihekî weke Amed û nêzî 200 êzidî lê dijîn konferansekî wisa pêk hat bi serê xwe peyamek e. Divê êzidî vê peyamê baş bixwînin û vegerin welatên xwe. Daxwaz me ew e ku êzidî careke din vegerin welatên xwe." Bozanî, bilêv kir ku heke êzidî pirsgirêkê bijîn ew pirsgirêka hemû kurdan e û divê konferansê wisa her tim bên li dar xistinû wiha axivî: "Konferansa yekemîn li Amedê pêk hat. Divê konferansa duyemîn li Rojavayê Kurdistanê bê lidarxistin. Divê li cihên êzidî lê dijîn konferansên wisa her tim bên lidarxisitn."
'Bi zorê em koçber bûn'
Ezîz Alîkiş ê ku li Elmanyayê dijî jî diyar kir ku biryarên di vê konferansê de tên girtin divê li cihên êzidî li dijîn bikevin pratîkê û wiha got: "Ji bo nasnameya êzidiyan konferansekî girîng pêk hat. Ez hêvî dikim ku ev konferans ji bo çar perçeyên Kurdistanê bibe vesîleya demokrasiyê. Ev civîn ji rêzê nebû. Ji bo me konferansekî gelek girîng bû. Dema berxwendana gelê kurd dest pê kir sirgûniyan jî dest pê kir. Gundên me hatin valakirin. Gelê me ji wê rojê heta niha berxwedanekî gelek mezin nîşan dide. Li dijî gelê me pêkanînên sirgûniyê hatin destpêkirin. Li dijî gelê êzidî pergala cerdevaniyê dan destpêkirin. Em jî ev yek qebûl nekir. Ji ber vê yekê em necar man me koç kir. Em çûn ewropa. Di salên 90'an de me 3 şehîd dan. Li her qadê me berxwe da. Êzidiyên koçberî Elmanyayê bûn gelek pirsgirêkên mezin dijîn."
'Em dikarin bi hev re pirsgirêkên xwe çareser bikin'
Ji ruspiyên êzidiyan Hesîn Koçaş jî diyar kir ku êzidiyên li Ewropayê dijîn di aliyê aborî de debara xwe dikin lê di aliyê ol, ziman û çandê de hêj pirsgirêkan dijîn. Koçaş, anî ziman ku pirsgirêkên êzidî dijîn dikarin bi hev re çareser bikein û wiha got: "Yekemîn care konferansekî wisa pêk tê. Em bi vê yekê gelek serbilind in. Em li bendêne ku di pêvajoyên pêşiya me de jî dixwazin konferansên wisa pêk bên. Ji bo yekîtiya me konferansekî gelek girîng bû. Em dixwazin xizmetê ji gelê xwe re bikin. Tu gele qasî gelê êzidiyan girêdayî çanda xwe nîn in."
(bd/mae)