Êzidî: HPG û YPG'ê em rizgar kirin
RIHA (DÎHA) - Êzidiyên koçber ên ji ber wehşeta çeteyên DAIŞ'ê hatine navçeya Wêranşarê, diyar kirin ku şervanên HPG'ê û YPG'ê ew rizar kirine û daxwaz kirin ku xizmên wan yên li Çiyayê Şengalê mane, bên rizgarkirin.
Hejmarek êzidiyên piştî çeteyên DAIŞ'ê Şengal dagir kirin, bi neçarî dest ji warên xwe berdan û bûne penaber ji sînor derbas bûn û hatin navçeya Silopî ya Şirnexê. Êzidî ji vir jî hatin cem xizmên xwe yên li gundên Birc, Oglakçi û gundên din ên êzidiyan da ku li ser navçeya Wêranşar ya Rihayê ne û li vir bicih bûn. Li gor daneyên Neteweyên Yekbûyî (NY) û UNESCO'yê li Çiyayê Şengalê gelek kes ji ber ku av tunebû jiyana xwe ji dest dane. Êzidiyên ku ji heremên Telafer, Zorava û Gohbelê yên Şengalê hatine serpêhatiyên xwe ji DÎHA'yê re vegotin.
'HPG û YPG em rizgar kirin'
Êzidiya bi navê Leyla Cirdo ku di nava rondikan de serpêhatiya xwe vegot, diyar kir ku gelek kesên ji ber zulma DAIŞ'ê reviyan, berê xwe dane çiyayayan û da zanîn ku yên ku nekarîn birevin jî di destê çeteyan de rastî îşkenceyên ji mirinê xerabtir hatine. Cirdo wiha pêde çû: "Ancax me karî em namûs û canê xwe bifilitînin. Xwedê bela xwe bide wan. Êzidî bê av, xwarin û çek man. Ez û zarokên xwe şevekê li wir man. Şervanên (HPG-YPG) li wê derê em rizgar kirin. Yên ku nekarîn birevin, birin telaferê."
'Hêj jî xizmên me li wê derê ne'
Cirdo, di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku boneya peşmergeyên ji Şengalê vekişiyan çekên wan jî ji wan standine, nekarîne xwe biparêzin û ji ber vê sedemê jî çeteyan zilamên wan kuştine û jinên wan jî revandine. Êzidiyê bi navê Fadil Elî ku ji ber helwesta Mesûd Barzanî û peşmergeyan gelek hêrs bûye got ku YPG'ê ev rizgar kirine. Elî wiha pêde çû: "Heta em gihiştin cem YPG'ê 40 êzidî di rê de hatin qetilkirin. Pişt re YPG'ê em rizgar kirin. Lê hêj jî gelek xizmên me, li wê derê di bin tehdîda çeteya DAIŞ'ê de ne.
'Keremkin werin'
Jina êzidî ya bi navê Xoxê Kasîka ku ji Şengalê wekî bûk hatiye gundê Bircê ya Wêranşarê diyar kir ku bi destpêka êrîşên çeteyan wê bi telefonê bi malbata xwe re hevdîtin kiriye û piştî wê tu agahî ji malbata xwe negirtine. Kasîka got ku piştî demekê malbata wê ku hatine ber deriyê Sînorê Xabûrê û ji ber pasaporta wan tuneye nikarin derbas bibin, ji wê alîkarî xwestiye, lê ji ber ku derfet tuneye nikariye alîkarî bide malbata xwe. Şêxê Êzidiyan Bişar Kasikî yê li gundê Bircê dijî bang li êzidiyan kir û wiha got: "Keremken werin. Deriyên me ji we re vekirîne"
Êzidiyên ji ber wehşeta çetayan reviyane, niha di nava neçariyê de li gundê Bircê li gel êzidên din berê xwe dan rojê û ji bo xizmên xwe yên li wê derê mane dua dikin.
(lg)