Êş û jana di navbera çiyayan de
RÛKEN ADALI- ANF08:20 / 14 Çile 2012 QILABAN - Li wî gundê di nava çiyayan de şîna 35 canên ku spartin axê, berdewam dike. Wisa dixuyê ku dê demek dirêj jî bidome. Daxuyaniyeke ji aliyê dewletê ve hate dayîn, careke din agir berda dil û hinavê wan. Gundî pir hejar in, lê belê dibêjin ew ê li rûmeta xwe xwedî derbikevin û tazmînata hikûmetê wernegirin. Bersiva wan zelal e : Em ne xwefiroş in!
Roboskiya ku bi komkujiyekê ji sala nû re got ‘Merhemba’ şîna li wê derê û gundê Bêcî berdewam dike. Jinên kurd kirasên xwe yên reş ên şîn ji xwe nekirine. Li ser kincên wan jî wêneyên lawên wan ên di komkujiyê de hatine kuştin hene. Carna bi kurdî, carna jî bi çend peyvên tikrî dixwazin êş û janên xwe vebibêjin.
Li jora gund girek heye û li wir jî goristan. Termên ciwanên di bombebaranê de jiyana xwe ji dest dane û parçe bûne, pala xwe dane hev du. Li ber kêla gora wan jî li ser texteyan nav hatine nivîsandin. Gorên wan bi kesk, sor û zer hatine xemilandin. Hin ji wana du lepik, hin ji wana jî kefiya sor a sembola xinaya destê zavayan bi kêlan ve kirine.
DÎSA ÇÛN
Li Roboskî û Bêcihê, ji bilî şînê, tiştek din tê ber çavê mirov, ew jî feqîrî û hejarî ye. Ev hejarî gotina "Kurdistana Kurdistanê jî heye" bi mirov dide gotin. Ha, jixwe ji ber vê hejariyê, hemû xort û lawên gund can û giyanê xwe tune dihesibînin û diçin aliyê din ê sînor. Piştî vê komkujiyê jî dest jê bernadin û dibêjin “Şansek din tune, em ê biçin.” Heta diçin jî. Komek ji gund ji mêj ve li çiyayên bilind qûlipîn û çûn.
CANÊ ME YÊ FIROTINÊ TUNE YE
Gundî li hemberî daxuyaniyên piştî komkujiyê ji eniya hikûmeta Tirk hatin pir bêzar û hêrs in. Dixwazin bi tezmînatê komkujiyê veşerin, a herî zêde diçe zora gundiyan ev e. Dibêjin ew ê qûrûşek tenê jî ji hikûmetê negirin û dibêjin “Canên me yên firotinê ne, em ne xwefiroş in.” Hêvî û bendewariya wan darizandina berpirsên komkujiyê ye.
'TOLA XWE JI ME HILDAN'
Gundiyên mexdûrên komkujiyê bi israr dibêjin ku ev komkujî bi plan pêk hatiye. Dibêjin ku dema li herêmê liv û tevgerek a leşkerî hebe, leşker bi rêya cerdevanan em agahdar dikirin. PKK vê derê tu carê ji bo derbasbûnê bi kar nayne, tenê ev rê rêya bazirganiyê ye.
Bi ya wana, dewletê bi vê komkujiyê tola xwe hildaye. Gundî diyar dikin ku herêma wan di van demên dawiyê de ji bo çalakiyên dayîkên aşitiyê malovanî kirine û ew bi xwe jî beşdarî van çalakiyan bûne, ji ber wê jî dewletê ew kirine hedef.
QEYMEQAM JI BO PROVAKASYONÊ HAT
Hemû gundî hatina qeymeqam a bo gund weke provakasyonê dinirxînin. Her wiha dibêjin wana bi xwe qeyqemeqam protesto kirine.
70 KES DI HEDEFÊ DE NE
Piştî komkujiya li gundê Roboskî yê navçeya Qilabana Şirnexê pêk hat û di encamê de 35 kesan jiyana xwe ji dest dan, gundiyan li qeymeqamê Qilabana xist. Dewleta heta niha ji bo kuştina 35 kesan lêborîn nexwestiye, niha jî biryara girtinê der barê 70 gundiyên gundê Roboskî de da. Di çarçoveya lêpirîsan der barê êrişa li ser Qeymeqamê Qilbanê pêk hat de, ji xizmên kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan, Faruk Encu, Ozcan Encu, Mehmet Alturk, Faris Kaya, Ferdi Alma, hatibûn girtin.
BILA XWÎNA DIRIJE BI DAWÎ BIB E
Gundî dibêjin herî dawî dibêjin bila tenê berpirsên komkujiyê bêne darizandin û daxwaza wan a herî mezin; Bila ev xwîn rawest. Aşitî bê.
ANF NEWS AGENCY