Êşa 23 salan bi dawî bû
GOKHAN ALTAY
AMED (DÎHA) - Hunermend Beytocan ku wekî gelek hunermendên kurd li sirguniyê dijî, piştî 23 salan gihîşt welatê xwe. Beytocan, diyar kir ku ew 23 sal di girtîgehek vekirî de jiyaye û deynê xwe bide gelê xwe hatiye Kurdistanê.
Hunermendên kurd ev salan e ji ber polîtîkayên dewletê nikarin werin welatê xwe û bi hunera xwe dengê xwe bigihînin gelê xwe. Piştî darbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê gelek hunermendên kurd mecbûr man ku ji welatê xwe dûr bikevin. Gelek hunermendên kurd ji ber ku awazên xwe bi zimanê xwe stirîn, an ketin girtîgehan, an hatin kuştin, an jî çûn welatên biyanî. Hin hunermendên kurd li welatên biyanî bi hesreta Kurdistanê jiyana xwe ji dest dan, hin ji wan jî hêj jî bi hesreta welatê xwe li bendê ne ku vegerin welatê xwe. Her çiqas ji welatê xwe dûr bin jî, dev jî têkoşîna xwe bernedan, ji gelê xwe dûr neketin. Bi awaz û stranên xwe, xwe gihandin welatê xwe û hê jî dengê awazên wan ên zîz li ser axa Kurdistanê bilind dibe. Ji van yek jî hunermend Beytocan ku gel wî bi strana "Agir ketiye dilê min", "Diyarbekir mala min e" nas dike, piştî 23 salan hat gihîşt welatê xwe. Beytocan, dema ji welatê xwe dûr ket bi strana xwe ya "Agir ketiye dilê min" êşa xwe anîbû ziman û ew êş bi dawî bû. Hunermend Beytocan ji DÎHA'yê re axivî û got ku ew piştî 23 salan ji bo deynê xwe bide gelê xwe hatiye Kurdistanê.
Beytocan: 23 salan di girtîgehê de bûm
Beytocan, diyar kir ku wî ji ber ku bi zimanê xwe stranan gotiye ji welatê xwe dûr ketiye û got ku dema darek ji koka xwe were jêkirin û li cihekî din were çikandin êdî zor şîn dibe. Beytocan, da zanîn ku ew jî ji ber ku ji welatê xwe ji dûr ketiye nekariye li Ewropaya bijî û wiha got: "Dema ez li Ewropayê bûm wekî ku ez di girtîgehê de bûm. Girtîgehek ser vekirî. Ew hepsa vekirî jî tenê rojek be jî li min xweş nehat. Têra min nedikir ku ez bi awayekî rehet li wê derê bijîm." Beytocan, li ser hatina xwe jî axivî û got ku ew niha gelek kêfxweş e û hê jî eşqa welatê wî, wî dilerizîne û wiha axivî: "Ev coş nayê terîf kirin. Hindî ez kêfxweşim ku ez nikarim vê coşê terîf bikim. Wekî çûkeke ku difire ez jî di wê rewşê de me." Beytocan, destnîşan kir ku ew bêyî Kurdistanê nikare bijî û hê jî hişê wî ne li serê wî ye ji ber hatina wî û wiha berdewam kir: "Dema min Amed bi çavên xwe dît, ez dikarim bibêjim ku ji ruhê xwe yê serhildêr tiştek winda nekiriye." Beytocan, li ser hevalên xwe yên hê jî li surguniyê ne jî axivî û êşa wan jî wekî ku êşa ew dikişîne pênase kir û wiha axivî: "Her çiqas li wê derê kes birçî nemine jî dîsa pergala wir dixwaze te bixe nav lepên xwe. Me jî ber xwe da û em neketin lepên wan û me eşqa welatê xwe ji bîr nekir. Ji ber ku kesên ku welatê xwe ji bîr bikin û bê welat bimînin di heman demê de şexsîyeta xwe jî wenda dikin."
'Piştî ku mêjî li derve be, laş di hundir de be çi dibe?'
Beytocan, ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re jî spas kir ku wî ev pêvajoya diyalogê daye dest pê kirin û nêrînên xwe yên derbarê pêvajoyê de jî wiha anîn ziman: "Ez êdî naxwazim tu kes bimire. Ez neyarê mirinê me. Hinek jî bandora pêvajoyê ku ez ev qas rehetî hatim Kurdistanê. Kesên ku ev hişmendiya kurdewarî heta vê rojê anîn re jî ez spas dikim." Beytocan, bi pêvajoyê re girêdayî azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî xwest û têkildarê mijarê wiha axivî: "Kesê ku mêjiyê wî li derve be hûn laşê wî di girtîgehê de bihêlin dê çi be? Ev şermek mezin e û divê ji vê şermê demildest vegerin. Nexwe, mêjiyê wî li derve ye û azad e. Hûn e laşe wî çawa li cihekî heps bikin?"
Beytocan, got ku ew ê ji vir pê de li Kurdistanê xizmeta gelê xwe bike û wiha dawî li axaftina xwe anî: " Ez deyndarê gelê xwe me û ez ê deynê xwe bidim. Piştî ku deynê min biqede dê dilê min rehet bibe. Ez li Kurdistanê dixwazm bigihîjim gelê xwe. Dema gele min peywirek bide min ez ê jî xizmeta gelê xwe de bim."
(gka/bd)