1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Êşa koçberbûna Êzidiyan: Elî yê 7 mehî!
Êşa koçberbûna Êzidiyan: Elî yê 7 mehî!,êşa,koçberbûna,êzidiyan,elî,yê,7,mehî

Êşa koçberbûna Êzidiyan: Elî yê 7 mehî!

A+ A-

BÎLAL GULDEM

ÊLIH (DÎHA) – Piştî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên dij mirovahî, 10 malbat ji heremên Xetar, Şariya û navçeya Xanikê koç kirin û hatin li gundê Bazîwanê ya bi ser Qubîna Êlihê bicih bûn. Di nav malbatan de êşa herî mezin a ku mirovan matmayî dihêle, Elî Murat ê 7 mehî ye. Dayik û bavê Elî, Gulîzer û Heval Murad ji ber pirsgirêkên pasaportê destûr nedane bên Êlihê û niha Elî yê biçûk li cem meta xwe Jiyan Baş e. Elî, ji aliyê metika xwe Jiyan Baş ve tê xwedîkirin û bi mama lê dinêrin.

Piştî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên dij mirovahî li derdora Şengal û Mexmûrê destpêkirin, bi deh hezaran Êzidî ji ser axa xwe koçber bûn. Piştî êrîşên DAIŞ’ê 10 malbat di encama şer û pevçûnên giran de koçber bûn û hatin gundê êzidiyan Bazîwanê yê bi ser navçeya Qubîna Êlihê. Ev 10 malbat ji 50 kesan pêk tên û hatine cem êzidiyên gundê Bazîwanê bicih bûne. Malbatên ji ber êrîşên DAIŞ koçber bûne, li gundê Bazîwanê li malan hatine bicihkirin. Ev malbatên Êzidî, ji navçeya Xanika bi ser Dihok, bajaroka Xetarê ya bi ser Tilkêfa ya Musilê û ji bajaroka Şariya ya Dihokê hatine gundê Bazîwan a Qubînê.

Di nav malbatê hatine Bazîwanê de êşa herî mezin û dilê mirovan li ser xwe diêşîne, Elî Murad ê 7 mehî ku li gel apê xwe bê dayik û bavê xwe ji bajarokê Şariya koçber bûye. Dema malbata Murad, di deriyê Xabûrê de derbas dibe ji ber ku pasaporta dayika Elî yê biçûk Gulîzer û bavê wî Heval Murad tune ye nikarin ji sînor derbas bibin û li aliyê Zaxoyê dimînin. Piştî destûra dayik û bavê Elî nayê danîn, Elî li gel apê wî Şerîf Murad dişînin û malbat tê li gundê Bazîwanê bicih dibe. Niha Elî yê biçûk bê dayik û bavê xwe dijî û metika Elî Jiyan Baş wî xwedî dike. Metika Elî, Jiyan Baş, Elî bi mama dide xwedîkirin û lê dinêre. Dayik û bavê Elî, Gulîzer û Heval Murad, beriya dû rojan ji Zaxo yê neçar mane ku bizivirin cihê xwe Şariya yê.

‘Ka gunehê zarokan çi ye?’

Metik Baş, dema axivî kelegirî bû û wiha got: “Dayik û bavê wî ne hatine lê wî şandine. Li cem apê wî şandine. Çiqas çapemenî hebe em hêvî dikin ku dê li ser vê qetliyamê rawestin. Bila welatên cîhanê bêdeng nemînin. Ka gunehê zarokên wisa çi ye.” Metik Baş, diyar kir ku Elî bê dayika xwe îdare nake û got ku Elî her kêlî digîrî.

‘Bila êdî dilê dayikan ne şewit e’

Metika Elî, Jiyan Baş, diyar kir ku xwezî dayik û bavê Elî li cem bûna û got ku ew wek metika Elî jê rê dayikiyê dike û xwedî dike. Metik Baş, got ku ew pir dixwaze birayê wê û jinbira wê an go dayik û bavê Elî jî werin li cem wan cih bibin û bang li rayedaran kir ku dayik û bavê Elî bila di derê sînor de derbas bikin. Metik Baş, destnîşan kir ku bila ev êş û êrîşên li ser gelê kurd pêk tên bila bi dawî bibe û wiha got: “Êdî em naxwazin dilê dayikan bişewite. Bila dayik êdî bes bigirîn. Em daxwaz dikin ku dewletên cîhanê hemû li ser van êrîşan rawestin û li gelê kurd û êzîdî xwedî derbikevin.”

(ea/lg)