1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 'Êşa Wanê êşa me ye'
'Êşa Wanê êşa me ye',êşa,wanê,êşa,me,ye

'Êşa Wanê êşa me ye'

A+ A-

Ji bo mexdûrên erdheja Wanê organîzasyonekî alîkariyê li Swêdê jî pêk tê. Tîma futbolê ya bi navê Dalkurd a li Swêdê piranî ji ciwanên kurd pêk tê ji bo alîkariyê bidin mexdûrên erdheja Wanê bi tîma ji nasdarên Swêdê pêk tê ya bi navê Koma Kanala TV dê musabaqaya bi navê "Êşa wan êşa me ye" pêk bîne. Hemû alîkariyên di vê organîzasyonê de tên komkirin dê ji mexdûrên erdheja Wanê re bên şandin.

Piştî erdheja Wanê ya pela wê ji 7.2 pêk hat û gelek kesan jiyana xwe ji dest da û gelek kes jî birîndar bûn li her aliyê cîhanê alîkarî hatin şandin. Li Swêdê jî tîmên futbolê yên bi navê Dalkurd FF û Koma Kanala TV a Swêdê jî ji bo alîkariyê bidin mexdûrên erdheja Wanê musabaqayakefutfolê organîze dikin. Musabaqa di navbera tîmên Dalkurd û Koma Kanala TV a Swêdê de bê lîstin dê hemû alîkariyên tên komkirin ji mexdûrên erdheja Wanê re bên şandin. Tîma Koma Kanala TV ji kesên nasdarên Swêdê pêk tê.

Têkildarî mijdarê de tîma Dalkurd daxuyaniyek weşand û di daxuyaniya xwe de wiha got: "Li hemberî bûyerên xwezayî, mirov bêhêz dimîne. Lê mirovahî dikare, bibe alîkar, bibe şîrikê êşa heye û birînan derman bike. Lewma divê ji bo avakirina Wanê gav bêne avêtin. Ji bo alîkariyê bidin maxdûrên erdheja Wanê tîma futbolê Dalkurd bi tîma ji nasdarên Swêdê re pêk tê dê musabaqayeke bilîze. Dalkurd, bi nasdarên Swêdê û bi we re ji bo berpirsiyara xwe ya mirovî bi cî bîne û alîkariyê pêşkêşî xwîşk û birayên me yên li Wanê bike organîzasyonekê wisa pêk tîn e."

Di daxuyaniyê de bang li hemû kesan hate kirin ku hemû kes bi zarok û xizmên xwe re bên vê musabaqayê temaşe bikin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku kesên nikarin werin musabaqayê, dikarin biletê bikirin, hem alîkariyê pêşkêş bikin hem jî tevkariyekê bidin vê organizasyonê.

Buhayê bilêtan ji bo mezinan 200 kron e û ji bo biçûkan jî 100 kron e. Her wisa bi vê munasebetê dê loto jî bê kişandin.

Kesên bixwazin bilêta bikirin, an jî alîkariyê bikin, dikarin bi Bawer Coskun re bi riya telefonê, 0046 (0) 70-600 72 99, an jî e maîla [email protected] têkiliyê pêkbîn in.

Musabaqa di Skytteholms IP Solna de, di 6'ê mijdara 2011'an saet di 14.00'an de dê bê lîstin. DÎHA (ft/sa)


Bêjeyên Miftehî