1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Êşkenceya Şakranê vegot!
Êşkenceya Şakranê vegot!,êşkenceya,şakranê,vegot

Êşkenceya Şakranê vegot!

Girtiya tehliye bûyî êşkenceya Şakranê vegot!

A+ A-

Hatîce Çetîna ku bi 12 jinên girtî re ji girtîgeha Tîpa E'ya Bêdlisê sirgûnî girtîgeha Şakranê kirin û roja duşemê hat tehliyekirin diyar kir ku ji ber di ketina girtîgeha Şakranê de wan lêgerîna tazî qebul nekirine rastî îşkenceyê hatine. Çetîn anî ziman ku her rojeke wan a girtîgehê bi îşkenceyê derbas bûye û got; "Li wê girtîgehê her tişt an lêpirsîn e, an jî cezayê disîplîn û heqaret e. Li wê derê li hemberî hevalên me pêkanînên faşîst hene. Li girtîgeha Şakranê polîtîkayeke wisa tê meşandin ku ji bo tu bikaribî bijî divê vîneke pir xurt hebe."

Di rojên borî de ji 13 jinên girtî yên roja şemiyê ji girtîgeha Tîpa E'ya Bêdlisê sirgûnî girtîgeha Şakranê kirin Semra Ayvaz, Naîme Ozer û Hatîce Çetîn hatin tehliyekirin. Hatîce Çetîn li ser tiştên jiyane ji ajansa me DÎHA'yê re vegotin. Çetîn ku li girtîgeha Şakranê dihat girtin di çarçoveya 3'yemîn pakêta darazê de şevê din bi 2 hevalên xwe re ji girtîgeha Şakranê hat tehliyekirin. Çetîn diyar kir ku bi tecrîda girankirî ya ev salek e li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin re girtiyên li girtîgehan li hemberî vê tecrîdê ketin nava berxwedanê û anî ziman ku girtî û hikûmxwarên dijî tecrîdê derdikevin rastî cezayên disîplîn û cezayên sirgûnê tên.

Lêgerîna tazî qebul nekirin, rastî îşkenceyê hatin

Çetîn da zanîn ku piştî 4 salan li girtîgeha Tîpa E'ya Bêdlisê hatin girtin bi fermana Wezareta Edaletê jin sirgûnî girtîgeha Şakranê kirin û got; "Piştî rêwîtiya 28 saetan a bi rîngê em gihîştin girtîgeha Şakranê. Ji ber nexweşa girtan Behiye Bor ku platîn di lingê wê de bû xistin rîngê di rê de rewşa wê gelekî girantir bû û rakirin nexweşxaneyê. Di dema qebulkirina girtîgeha Şakranê de 3 saet û nîv em di rînga ku hundirê wê dikeliya de hatin rawestandin. Piştre yek bi yek em derbasî hundir dikirin. Di ketina girtîgehê de xwestin me bi tazî ji lêgerînê re derbas bikin, lê dema ku me ev yek qebul nekir em rastî îşkenceyê hatin. 4 Gardiyanan milê min zivirandin, îşkence li min kirin. Hê jî şopa îşkenceya wan heye. Ji bo em rapora îşkenceyê bigirin me li revînê şopa îşkenceyê nîşan da lê ji me re gotin, 'tu tişteke we nîn e' û rapor nedan me."

'Der heqê yên gilî dikin de doz tên vekirin'

Çetîn anî ziman ku piştî lêgerînê ew xistine qoxuşeke vala û destnîşan kir ku tu pêdiviyên jinên ji girtîgeha Bêdlisê anîne nehatine bicih anîn. Çetîn diyar kir ku 6 roj in hê tu cilên jinên ji girtîgeha Bêdlisê anîne nedane wan û wiha axivî: "Tevî ku pêdiviyên wan pêk neanîne jî der heqê me de lêpirsîn hatin vekirin. Ji me re digotin hûnê li gorî dewletê biçin. Dewletê ev qasî tişt dane we lê hûn vana jî naecibînin. Me xwarinan bi lalik, piyale û kevçikên plastîk dixwin. Ligel ku me gelek caran serî li rêveberiya girtîgehê da jî pêdiviyên me nehatin pêkanîn. Dîsa jî yên rastî îşkence û tundiyê hatin em bûn, yên rastî lêpirsînan jî hatin em bûn. Der heqê girtiyên ku gilî kirine de doz hatin vekirin. Tekan armanc çewisandina girtiyan bûn.

'Hevalên me her roj di bin îşkenceyê de ne'

Çetîn destnîşan kir ku li girtîgeha Şakranê pergaleke ku ji girtîgeha Amedê hê girantir tê meşandin û wiha pê de çû: "Çawa di sala 1982'an de li girtîgeha Amedê li ser girtiyên PKK'î îşkence, zilm û pêkûtî hatibe jiyîn, îro li girtîgeha Şakranê li ser girtiyan heman polîtîkay tê meşandin. Heta pêkanînên hê xiraptir tê meşandin. Wezîrê Edaletê ji van pêkanînan haydar e. Ev pêkanîn bi agahdariya wan tên kirin. Midûrê girtîgehê ji Esat Oktay Yildiran zêdetir polîtîkayên dewletê li ser girtiyên siyasî dimeşîne. Li ser hevalên me pêkûtî û zilmê dimeşîne. Hewl didin ku ji bo kurdan girtîgehan veguherînin goristanê. Nêzî 80 girtî sirgûnî wê girtîgehê kirine. Ava germ wekî ava vexwarinê didin wan. Hûn nizanin ka hûnê çi bixwin. Hevalên me her roj ji îşkenceyan re derbas dibin. Piştî em çûn wî derê û 2 roj ji ser re derbas bû derûniya me xira bû. Tu derfetên ku daxwaz pêk bên nîn in. Hemû tişt wekî sedeê cezayê disîplînê û heqaretê ye. Li wê derê pêkanînên faşîzan hene."

'Bijîşk dermanên bêkêr dide'

Çetîn diyar kir ku Cîhan Asî, Zeynep Erdem, Pelîn Yilmaz û Arzu Erdal jî ên sirgûnî girtîgeha Şakranê kirine bi nexweşiyên giran ketine, raporên wan hene, tevî ku tedawî didîtin hatine sirgûnkirin lewma di dema sewqê de rewşa wan giran bûye. Çetîn da zanîn ku bijîşkê girtîgehê dermanên eleqeya wê bi nexweşiyên wan nîn e dane wan û dixwazin bi vî awayî hevalên wan tedawî bikin. Çetîn anî ziman ku ji ber van pêkanînên bijîşkê girtîgehê rewşa hevalên wan ên nexweş her roj girantir dibe.

'Li vê girtîgehê jiyan vîneke mezin dixwaze'

Çetîn tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan wekî tecrîda li ser gelê kurd binav kir û wiha dawî bi axaftina xwe anî: "Li girtîgeha Şakranê polîtîkayeke wisa tê meşandin ku ji bo tu bikaribî li wê derê bijî divê tu xwedî vîneke mezin bî. Girtiyên rewşa tenduristiya wan baş in liber xwe didin, lê girtiyên nexweş zehmetiyên mezin dijîn. Dixwazin hemû girtîgehan ji bo gelê kurd bikin goristan. Divê raya giştî, dorhêlên demokratîk û bihîstiyar bên ba hev û vê mijarê binirxînin. Di warê çareseriya pirsgirêkê de tu hêviyên me ji dewletê nîn e."

(ak)


Bêjeyên Miftehî