1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Î. N. Şahin hat şermezarkirin
Î. N. Şahin hat şermezarkirin,î,n,şahin,hat,şermezarkirin

Î. N. Şahin hat şermezarkirin

Di çalakiyên pencşema reş de Î. N. Şahin hat şermezarkirin

A+ A-

Li Êlih, Amed, Mêrdîn, Riha û Wanê di çarçoveya çalakiyên heftane yên Pêncşema Reş de bi sedan kes li ber avahiyên şaredariyên BDP'ê kom bûn û girtina şaredar û siyasetmedaran şermezar kirin. Komên ku çalaki pêk anîn mudaxaleya polîsan a di 14'ê Tîrmehê de li dijî gelê Amedê û parlementerên BDP'ê û daxuyaniya Wezîrê Karên Hundir Îdrîs Şahîn Naîm şermezar kirin. Koman di daxuyaniyên xwe de anîn ziman ku Wezîk Şahîn serdema"Hitler û Musolinî" dubare dide jiyandin. Koman, destnîşan kir ku êdî tehamula gelê kurd a li hemberî van neheqî û îşkenceya kolanan nemaye û dê bêdeng nemînin.

Êlîhî 128 heftene di çalakiya Pêncşema Reş de azadiya şardaran dixwazin

Li Êlihê di hefteya 128'an de dîsa bi sedan kes li ber avahiya Şaredariya Êlihê kom bû û azadiya Şaredar û siyasetmedarên kurd xwestin. Di çalakiyê de endamên Meclîsa BDP'ê Serokên Rêxistina BDP'ê, Wekîlên şaredarê Êlihê, nûnerên Tum Bel-Sen, Genel-Îş û personelên şaredariya Êlihê amade bûn. Komê dîsa di çalakiyê de pankarta "128 hefte derbas bû, lê vîna me hêj girtîye" vekirin. Rêveberê TMMOB'ê û Delegeyê HDK'ê Suleyman Noyan, tundiya polîsan a di 14'ê Tîrmehê de li dijî gel pêk anî şerezar kir. Noyan, bertek nîşanî daxuyaniya Wezîrê Karên Hundir Îdris Naîm Şahin a '18 wekîlê pepûk' da û wiha got: "Tu kurd ne pepûk û ebdal in. Ger ku yek tenê pepûk û ebdal hebe ew jî Wezîrê Karên Hundir Îdrîs Naîm Şahîn e. "

Pişt re liser navê Platforma Demokrasiyê ya Êlihê Nevaf Taş jî daxuyanî da û wiha got: "Gelê kurd di rojên herî xedar ên Tirkiyeyê de li hemberî faşîzmê serî netewand û dê ji niha û şûnde jî serî netewînin. Di dîrokê de tu carî daxwazên demokrasiyê bi zorê nehatiye desteserkirin. Komê piştî daxuyaniyê 5 deqîqeyan çalakiya rûniştinê pêk anî.

3 salin vîna gel hatiye dilgirtin

Li navçeya Peyasê ya Amedê jî bi tevlêbûna gelek kesan di hefteya 127'an de çalakiya Pêncşema Reş hate lidarxistin. Di çalakiyê de wekîl û alîgirên şaredar, edamên meclîsa şaredariyê, personelên şaredariyê, Serok û rêveberên BDP'ê yên Peyasê, Endamên Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê, nûnerên Genel-Îşê û gelek kesên din amade bûn. Li ser navê komê karkerê şaredariyê Selahattin Aksoy daxuyanî xwend û diyar kir ku şaredar û siyasetmedar ji aliyê gel ve hatine hilbijartin û 3 salin vîna gel ji ahiyê hikûmetê ve rehîn hatiye girtin. Li vir jî çalakî bi rûniştina 5 deqîqeyan bi dawî bû.

'Êrîşa polîsan a di 14'ê Tîrmehê de hovîtiya AKP'ê nîşan dide

Li navçeyên Dêrik û Qoserê yên Mêrdîn jî bi heman armancê li ber avahiyên şaredariyan çalakiyên Pêncşema Reş hatin lidarxistin. Li Dêrikê wekîlên şaredar, endamên meclisa şaredariyê, nûnerên Belediye-İş û Tum Bel-Senê û karkerên şaredariy3e Amade bûn. Komê li ber şaredariyê pankarta "Rûmeta me vîna me ye, em dê li rûmeta xwe xwedî derkevin. Komê posterên Şaredar Çagla Demîrel vekirin. Komê li vir mudaxaleya polîsan a li dijî gelê Amedê û daxuyaniyên Wezîr şermezar kir. Komê daxuyaniyên hikûmetê jî şermezar kir û da zanîn ku niha polîtîkayên serdema “Hitler û Musolinî" dubare dike. Komê piştî daxuyaniyê 5 deqîqeyan çalakiya rûniştinê pêk anî.

Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê jî çalakiya Pencşema Reş li ber avahiya Şaredariya Qoserê pêk hat. Di çalakiyê de wekîl û alîgirên şaredar, edamên meclîsa şaredariyê, personelên şaredariyê, Serok û rêveberên BDP'ê yên Qoserê Endamên Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê amade bûn. Li ser navê komê Serokê Şaxa Genel Îşê yê Rihayê Sadik Demir, daxuyanî da û mudaxaleya polîsan a 14'ê tîrmehê şermezar kir. Çalakî bi rûniştinê bi dawî bû.

Li Wanê jî girtina 10 kesan hate şermezarkirin

Li Wanê jî girtina şaredarên BDP'î yên Wanê jî di navde girtina 10 kesên di 7'e Hezîranê de hatin girtin bi girseyî hate şermezarkirin. Di çalakiyê de koma li gel astengiyên polîsan heta Garaja Şaredariyê meşiyan ji vir jî heta avahiya Şaredaiya Wanê meşiyan û daxuyanî dan. Li ser navê komê Rêveberê Tum Bel-Senê Firûz Ozdemîr, anî ziman ku 41 rojin şerader hatine girtin û xwest serbest bên berdan. Ozdemîr mudaxaleya polîsan a li dijî meşa 14'ê Tîrmehê û parlementerên BDP'ê şermezar kir.

Daxuyanî piştî rûniştina 5 deqîqeyan bi dawî bû.

Li Qelqeliyê jî girtina şeredar hate şermezarkirin

Li navçeya Qelqeliyê jî bi heman armancê çalakiya Pencşema Reş hate li darxistin. Li vir jî endamên meclîsa şaredariyê, wekîlên Şaredar û gelek kesên din amade bûn û xwestin şardarên girtî serbest bên berdan. Li vir jî çalakî piştî rûniştina 5 deqîqeyan bi dawî bû.

(mae)


Bêjeyên Miftehî