1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Îdîa derew in xweparastin erk e
Îdîa derew in xweparastin erk e,îdîa,derew,in,xweparastin,erk,e

Îdîa derew in xweparastin erk e

A+ A-


TOLÎN HESENEFRIN-RAPORA-LI-SER-EREKE-XWAPARASTIN-4

EFRÎN – Tevî hemû polîtîkayên reşkirina hêzên erka xweparastinê li herêma Efrînê di nav 8 mehan de hezar ciwan hatin perwerdekirin. Ciwanên ku di van perwerdeyan re derbas bûn reşkirina tê kirin derewandin.

Tevlêbûna ciwanan a dildar ji Hêzên Erka Xweparastinê re zêde dibe. Di nava 8 mehan de li herêma Efrînê hezar ciwan di 4 dewreyên perwerdeyê yên Erka Xweparastinê re derbas bûn.

Meclîsa Zagonsaz a herêma Efrînê di 7’ê Hizêrana 2015’an de qanûna Erka Xweparastinê erê kir. Di 19’ê Hizêranê de, Deteya Parastinê yekemîn navenda erka xweparastinê li herêma Efrînê vekir û di 20’ê  Hizêranê de yekemîn dewreya Erka xweparastinê dest pê kir.

ALDAL-EHMED

Ji destpêka sala 2016’an de 450 ciwanên ji pêkhateya kurd û ereb, tevlê Hêzên Erka Xweparastinê bûn û dewreya wê ya 4’emîn re derbas bûn.

Endamê Rêveberiya Akademiya Şehîd Îzet a Perwerdeya Erka Xweparastinê Erdal Ehmed diyar kir ku xebat, perwerde û pêvajoya ku herêm tê re derbas dibe, dihêle ciwan bi hejmarek zêde tevlê dewreyên me wan ên perwerdeyê bibin û ev agahî dan: “Ev bandoreke erênî dihêle li gel welatiyên herêmê. Niha ciwanên kurd, ereb û tirkuman jî di dewreyên me de cih digirin”.

Li hember erka xweparastinê, gelek agahiyên antîpropoganda yên reşkirinê dihatin û tên belavkirin.  Di hevdîtinên ku nûçegihana ANHA’yê bi şervanên Erka Xweparastinê re pêk anîn, wan ev îdîa derewandin û banga tevlêbûna erka xweparastinê kirin.

Ji ber tevlê Erka Xweparastinê bûme ne poşman im

DILOVAN-EMER

Şervanê bi navê Dilovan Umer ê ji navçeya Mobeta ya Efrînê, dema ji Tirkiyeyê tê Rojava yekser diçe perwerdeya erka xweparastinê.EFRIN-RAPORA-LI-SER-EREKE-XWAPARASTIN-2

Umer diyar kir ku ew ji bo tevlêbûna erka xweparastinê û pêkanîna vî erkî ne poşman e ku Tirkiya terk kiriye û ragihand ku rastiya agahiyên reşkirinê yên tên belavkirin tune ye.

Umer bang li ciwanên derveyî welat kir ku neyên xapandinên reşkirinê û vegerin herêmê da ku erka parastina herêma xwe û xweparastinê bi cih bînin.

(ne)

ANHA