Îdîaya HPG'î Kanmaz û hevalên wî hatin înfazkirin
Hate îdîakirin ku Endamê HPG'ê Înan Kanmaz (Baran Serhat) ê ku li Agiriyê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da û li Erdexanê hate definkirin hatiye înfazkirin.
Hate îdîakirin ku Endamê HPG'ê Înan Kanmaz (Baran Serhat) ê ku li Agiriyê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da û li Erdexanê hate definkirin hatiye înfazkirin. Birayê Kanmaz Cengîz Kanmaz, diyar kir ku şahidên bûyerê ji wîr re gotin birayê wî û HPG'iyê din bi saxî hatin girtin û pişt re hatin înfazkirin.
Cenazeyê Endamê HPG'ê Înan Kanmaz (Baran Serhat) ê ku di 10'ê mijdarê de li navçeya Bazîdê ya Agiriyê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da ji aliyê malbatê ve hatibû girtin û li gundê Hecî Elî yê navçeya Golan a Erdexanê bi girseyî hatibû definkirin. Birayê Kanmaz Cengîz Kanmaz diyar kir ku piştî karên defin û şînê çû herêma pevçûnê û bi şahidên bûyerê re hevdîtin kir û bi bîrxist ku birayê wî bi guleya li serî wî xistin jiyana xwe ji dest da û wiha got: "Piştî min dît ku birayê min bi guleyekê tenê jiyana xwe ji dest da min dest bi lêkolînan kir. Ez çûm herêma bûyer lê pêk hat. Min bi gundî û şivanên wir re hevdîtin pêk anî. Li gorî agahiyên min ji şahidên bûyerê girtin birayê min û hevalê xwe di encama kemînê de bi saxî tên girtin û pişt re tên înfazkirin. Ev li ser navê mirovahiyê wehşet e. Zarokên me bi saxî tên girtin û pişt re tên înfazkirin. Îşkenceyê li bedenên wan dikin. Zilmekî wisa di kîjan pirtûka olan de heye. Mislimantî di ku dera vê wahşetê de heye."
'Têkildarî mijdarê de ez dê serlêdana suc bikim'
Kanmaz, da zanîn ku ew dê têkildarî mijdarê de serlêdana suc bike û xwest ku berpirsiyarên bûyerê bên darizandin û wiha axivî: "Dema birayê min zanîngeh dixwend tevlî têkoşîna gelê xwe bû. Di operasyonên bi navê KCK'ê de hate girtin. Piştî ji girtîgehê derket tevlî gerîla bû. Niha jî tevlî şehîdên Kurdistanê bû. Em dê her tim xwedî li têkoşîna birayê xwe derbikevin. Em pêşiya vê bûyerê bernadin."
Di 10'ê mijdarê de li herêma Demîrkapi û Kire Hellac a girêdayî Gilîdagê ya navçeya Bazîdê ya Agiriyê pevçûn qewimîbû û di pevçûnê de Endamên HPG'ê Înan Kanmaz (Baran Serhat) û Hasan Denktaş (Rohat Armîn) jiyana xwe ji dest dabûn.
DİHA