1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. ÎHD serî li CPT'yê dide
ÎHD serî li CPT'yê dide,îhd,serî,li,cpt,yê,dide

ÎHD serî li CPT'yê dide

ÎHD, ji bo Ocalan dê serî li CPT'yê bide

A+ A-

Komeleya Mafên Mirovan ji bo balê bikişîne ser tecrîta li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dê serî li komîteya şopandina îşkenceyê (CPT) bide.

Hevdîtinên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên bi parêzerên wî re ji 27'ê tîrmeha 2011'an heta niha bi hincetên wekî; "keştî xirabe ye" û "ba û bahoz heye" tên astengkirin. Ji hêlekê bertekên li dijî tecrîtê her ku diçe gur dibin û ji hêla din ve jî Komeleya Mafên Mirovan amadekariya serlêdana CPT'iyê dike. Piştî Parêzerên Ocalan serî li Komeleya Mafên Mirovan dan ÎHD'ê xebatên li ser mijarê destpê kirin. ÎHD'ê diyar kir ku di çarçoveya xebatên li ser tecrîda Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de ew ê di rojên pêş de serî li Komîteya şopandina îşkenceyê (CPT) bidin. Di serlêdanê de dê bê xwestin ku CPT heyetekê rêbike Tirkiyê û li Îmraliyê lêkolîn bike.

CPT, heta roja îro li beramberî tecrîda li se Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bêdeng mabû. Kurdên li Ewropayê jî ev yek bi çalakiyên cihê şermezar kirin.

DÎHA

(ak)


Bêjeyên Miftehî