1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. ÎHD’ê ji bo Ocalan serî li CPT’yê da
ÎHD’ê ji bo Ocalan serî li CPT’yê da,îhd,ê,ji,bo,ocalan,serî,li,cpt,yê,da

ÎHD’ê ji bo Ocalan serî li CPT’yê da

ÎHD serî li Komîteya CPT da û xwest CPT şandekê ava bike û li Îmraliyê lêkolîn bike

A+ A-

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), ji bo balê bikşîne ser astengkirina hevdîtina ligel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tecrîda li Îmraliyê ku 13 sal in girtî ye û 168 roj in parêzer nikarin biçin Îmraliyê, serî li Komîteya Pêşîlêgirtinê ya Îşkenceyê (CPT) dan û xwestin CPT şandekê ava bike û li Îmraliyê lêkolîn bike.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji sala 1999'an heta niha bi tena serê xwe di hucreyekê de dimîne, 168 roj in bi hincetên cûr bi cûr nikare bi parêzerên xwe re hevdîtin pêk bîne û tu agahî jê nayê wergirtin. Ji ber ku hemû têkilî ji ser Ocalan hatine qutkirin bertek û nerazîbûn jî her ku diçin zêde dibin.

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), ji bo balê bikşîne ser şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê, dîsa ji bo astengiyên li pêşiya hevdîtina girtiyên PKK'ê Bayram Kaymaz, Hasbî Aydemîr, Cumalî Karsu, Şeyhmus Poyraz û Hakki Alpan bên rakirn serî li CPT' dan. ÎHD'ê di daxwaznameya serlêdana Komîteya Astengiyên li Pêş Îşkenceyê (CPT) de wiha got: "Hevdîtinên parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Omer Guneş û Îbrahîm Bîlmez Ocalan her tim tên astengkirin. Her tim jî muxaletefe hewayê û xerabûna kosterê tê nîşandan. Ji bo ev astengî bi dawî bibin em serlêdanê dikin."

ÎHD'ê destnîşan kir ku her hefte parêzer bi rêk û pêk ji bo biçin Îmraliyê û bi muwekilê xwe re hevdîtin pêk bînin serî li rayedarên girtîgehê û dozgerê komarê didin, lê her hefte bi heman hihceta "Keştî xerab e ye" û "Muxalefeta hewayê heye tên astengkirin û wiha berdewam kir: Lê balkêş e her hefte personel diçin û tên û heta niha ji bo personelan jî tu astengî derneketiye. Ji ber vê yekê em bawer dikin ku bi zanebûn û plan çûyina parêzeran tên astengkirin. "

LI GIRTÎGEHA ÎMRALÎ HIQÛQA NAVNETEWEYÎ TÊ BINPÊKIRIN

ÎHD'ê destnîşan kir ku di 22'ê mijdara 2011'an de 41 parêzerên Rêberê Gelê Kurd hatin binçavkirin û 35 parêzer jê hatin girtin û wiha berdewam kir: "Hemû parêzerên Ocalan bûn. Sucdariya wan jî têkildarî hevdîtina bi parêzeran re bû. Ev yek li dijî hiqûqa neteweyî û navneteweyî ye. Beriya ku ev operasyon li dijî parêeran pêk bê Serokwezir Erdogan parêzer raste rast hedef nîşan dan."

'BI MILYONAN KES JI BO TENDURISTIYA OCALAN BI FIKAR IN'

ÎHD'ê di berdewama daxwaznameyê de destnîşan kir ku pêkanînên li ser Ocalan li dijî xala 47 û 84'an a Înfaza Ceza ya Zagona Înfaza Ceza ya hêjmar 5275'an e û wiha gotin: "Her ji 15 rojan rojê saetekê destûra hevdîtinê heye. Wê saetê jî asteng dikin. Di sala 2003'an de gele kurd 3 milyon û nîv îmze kom kirin û wekî vîna xwe ya siyasî qebûl kir. Ji ber rewşa wî ya tenduristiyê 3 milyon û nîv mirov bi fikar û guman in. Niha nêzî 7 hezar girtiyên PKK- KCK ber van pêkanînan ketine gireva birçîbûnê. Ev me jî dixe nava fikaran.

'GIRTIYÊN LI ÎMRALIYÊ JÎ DI BIN TECRÎDÊ DE NE'

ÎHD'ê, di berdewamiyê de wiha nivîsand: "Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 5 meh zêde ye di bin tecrîda giran de ye. Ev her kesî dixe nava fikaran. Ziyareta parêzeran bi sedemên cuda tên astengkirin. Destûr nadin ku parlementer û nûnerên saziyên sivîl ên civakî biçin Îmraliyê. Ji ber hemû van pêkanînên li dijî hiqûqê yên li ser Ocalan em dixwazin ku CPT heyetek serbixwe ava bike û li Îmraliyê lêkolînê bike.

'DIXWAZIN OCALAN BI TENÊ BIHÊLIN'

Serokê Giştî yê ÎHD Ozturk Turkdogan, jî anî ziman ku parêzer 5 meh û 18 rojin nikarin biçin Îmraliyê û wiha got: "astengiyên li pêş Ocalan û girtina 35 parêzerên Ocalan skandala hiqûqê ye. Ev pêkanînên keyfî û li dijî zagonan in. Me wekî ÎHD, MAZLUMDER, TÎHV, û saziyên sivîl ên civakî xwest heyeteke ava bikin û biçin Îmraliyê. Lê ev serlêdana me bê encam ma. Niha Îmralî kirine qutiya girtî û naxwazin agahî jê derkeve.

TENÊ RÊYEK HEYE EW JÎ CPT YE

Turkdogan, destnîşan kir ku hemû rêyên diçin Îmralî hatine girtin û tenê rêçek heye û ew jî divê CPT ye. Turkdogan xwest CPT Komîsyonekê ava bike û biçe li Îmrali lêkolîn bike û rayagiştî agahdar bike.

ANF NEWS AGENCY