ÎHD'ê rapora herêmê aşkere kir:
ÎHD'ê rapora herêmê aşkere kir: 26 hezar û 939 îhlal hene
Şaxa ÎHD'ê ya Amedê, rapora binpêkirina mafan ya 9 mehên 2012'an a Herêmê aşkere kir. ÎHD'ê diyar kir ku di 9 menên dawî de 26 hezar û 939 binpêkirinên mafan pêk hatine. ÎHD'ê anî ziman ku hêjmara kesên di şer de jiyana xwe ji dest dane zêde bûye. ÎHD'ê di raporê de bi taybetî cih da çalakiya greva birçîbûnê.
Şaxa ÎHD'ê ya Amedê rapora binpêkirina mafan a 9 mehên dawî ya sala 2012'an a herêmê bi civîna çapemeniyê ji raya giştî re aşkere kir. Di civînê de Nûnerê Meclîsa ÎHD'ê yê Herêmê Şevket Akdemîr, Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî û rêveberên ÎHD'ê amede bûn.
Beriya rapor bê xwendin Serokê Şaxa ÎHD'ê Racî Bîlîcî daxuyanî da û wiha got: "Em di nava rewşek xerab de vê raporê aşkere dikin. Li tevahiya Tirkiyeyê girtî ji bo mafê xwe ketine greva birçîbûnê. Di 9 mehên dawî de di gelek qadan de binpêkirina mafan zêde bû. Li aliyekî îşkence û neheqî zêde dibe, li a aliyê din hêj qedexeya li ser azadiya ramanê ranebûye. Kuştina jinê û tundiya li ser jinan didome. Gelek beşên civakê rastî binpêkirina mafan tê."
Bîlîcî, da zanîn ku hiştî hilbijartina giştî ya 2011'an j ber polîtîkaşên ewlehî û tundiyê şer zêde bûye û di şer de kuştinên biçekan zêdetir bûne. Ji ber şerê heyî agir ket mala sedan welatî û wiha got: "Hikûmet li şûna ku pirsgirêka kurd bi rêya demokratîk çareser bike, di polîtikayên xetimaninê de israr kir. Ji serê zivistanê de dest bi operasyonan kir. Hemû çiyayên herêmê kir gola xwînê. Bi hatina bihar û havînê re şer zêde bû. Kuştin zêde bû. Ji ber şerê herêmê aboriya Tirkiyeyê ket bin bandorek mezin."
Bîlîcî, dazanîn ku hikûmetê ji bo xwînê rawestîne tu av neavêtin û wiha got: "Divê hikûme berî her tiştî dest bi muzakere û diyalogan bikin. Divê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê bi dawî bikin. Divê daxwazên girtiyan li ber çavan bigire. Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger di roja 56'an de berdewam dike. Îro li hemû girtîgehan hemû girtian bedena xwe dayeber mirinê. Lê li aliyê din sersarîe u bêdengiya hikûmetê berdewam dike. Bi vê bêdengiyê pirsgirêk çareser nabe. Em dibêjin çi dibe bila bibe daxazên girtiyan daxawzên mirovane ne.
'Xwe nexin rewşa ku hûn bên nahletkirin'
Bîlîcî, da zanîn ku hevdîtin û dawîlêhatina tecrîda li ser Ocalan de rê li pêş aştiyê veke û xwest bi lezgîn daxwazên girtiyan ên azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û daxwazên mafên zimanê zikmakî pêk bên. Bîlîcî, da zanîn ku ger daxwazên girtiyan liber çavan nayê girtin dê rewşa Tirkiyeyê xerabtir bibe.
Nûnerê herêmê Şevket Akdemîr,
* Hêzên leşkerî û polîs ên di şer de birîndar bûn û mirin: - 200 mirî, 385 birîndar * Mîlîtanên PKK'ê yên di şer de jiyana xwe ji dest dan: - 193 mirî 9 birîndar * Kuştinên faîl nediyar ên sivîl - 35 mirî 165 birîndar. * Kuştinên bi guman: - 17 * Kuştinên bi sersariyê : - 23 mirî 3 birîndar. * Întîhara leker û polîsan: 5 întihar 4 teşebus * Întîharê jinan - 22 intihar, 5 teşebbus * Întiharê mêran: 28 întihar, 14 teşebbus * întiharê zarokan: - 12 întihar 4 teşebbus * Binçavkirin: - 3.177 * Girtin: - 1.162
Bi tevahi: 26.939 binpêkirinên mafan pêk hatin.
DİHA