ÎHD'ê têkildarî rewşa Hurşît Kulter daxuyanî da
STENBOL (DÎHA) - Komîsyona dijberî binçavkirinê ya Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê têkildarî rewşa Hurşit Kulter ê piştî 134 rojan aqûbeta wî li Kerkukê derket holê daxuyanî da û anî ziman ku ji bo wan jiyana her mirovî pir bi qimet e.
Komîsyona Dijberî binçavkirinê ya ÎHD'ê ya Stenbolê li ser rewşa Rêveberê DBP'ê yê Şirnexê Hurşit Kulter ku di 27'ê Gulanê de hat binçavkirin û piştî 134 rojan aqûbeta wî li Kerkukê hat dîtin daxuyani da. Komîsyonê anî ziman ku hin kes dixwazin niqaşên şolî ava bikin û bi gotinên "Ev rewş zêde zerarê dide malbatên Xizmên windayan" dixwazin mijarê tev li hev bikin. Komîsyonê têkildarî mijarê daxuyaniya nivîskî da û wihagot: ÎHD'ê li ser serlêdana komîsyonê Bi banga Dayikên Şemiyê û Komîsyonê me pirsa "Hûrşît Kulter li ku ye?" pirsî. Me di şexsê Kulter de bal kişand ser hemû kesên ku di bin çavan de hatine windakirin. Me ji hemû kesên ku der barê Hurşit Kulter de xwedî agahi pirs pirsî. Piştî 134 rojan agahiya ji Kulter hat pir girîng bû. Em wekî kesên jiyanê û aştiyê diparêzin ji bo me jiyana her mirovî girîng e. Rayedarên berpirsiyarê parastina mafê jiyanê ne divê bê baweriyê nedin derdorê. Em 21 salin bê navber ji bo kesên di bin çavan de hatine windakirin di nava lêgerînê de ne. Em dê dîsa vê lêgerîna xwe berdewam bikin."
(mae)