1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Îlankirina Navendên Civaka Kurd ya Demokratîk didome
Îlankirina Navendên Civaka Kurd ya Demokratîk didome,îlankirina,navendên,civaka,kurd,ya,demokratîk,didome

Îlankirina Navendên Civaka Kurd ya Demokratîk didome

A+ A-

Navenda Nûçeyan 05.05.2014 07:05:01 Di çarçoveya hameleya rêxistina nû ya kurdên li Ewropayê de xebatên Navenda Çanda kurd a Demokratîk didome. Li bajarên Parîs a Fransayê û bajarê Bonn-Troîsdorf û Munster a Almanyayê damezrandina navendan hat îlankirin.

PARİS

Yekemîn Kongreya Civaka Kurd a Demokratîk ya Melun a Parîsê saet di 13.00’an de li avahiya navenda civaka Melun bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.

Li salona kongreyê posterên Ocalan, alên KCK, KJB û KCK’ê hatin daliqandin. Kongre bi hilbijartina dîwanê destpê kir. pêvajoya siyasî hat nirxandin. her wiha rapora faliyetê ya du salan a Melun hat nirxandin. yekitiya Jinên Sosyalîst tevli kongreyê bûn û kongre slavkirin peyama xwe xwendin.

Di kongreyê de piştî xwendin û erêkirina rêziknameyê derbasî hilbijartinê bûn. Nêzî 200 delegeyî deng bikaranî. Ji bo navendê 63 kes hatin hilbijartin û ji bo hevserokatiyê Yildiz Demîrkapi û Yuksel Tunguç hat hilbijartin.

BONN

Li bajarê Bonn û Troîsdorf a Almanyayê kongreyên înşakirina Navenda Civaka Kurd a Demokratîk bi tevlibûna gelek kesî pêk hat.

Siyasetmedar Fuat Kav tevli kongreyê bû û bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. piştre geşedanên siyasî hatin nirxandin. Fuat Kav da zanîn ku di demên dawî de xebatên li Ewropa tên meşandin gelek girîgin û her wiha da zanîn ku pergala li Rojava hatiye avakirin bo wan mînake. Di kongreyê de ji bo Bonnê meclisa ji 43 û ji bo Troîsdorfê jî 42 kesî pêk tê hat hilbijartin. Kongre piştre bi dirûşmeyan bi dawî bû.

MUNSTER

Li Munsterê jî kurdên ku dijîn duh kongreya ku pêk anîn re Navenda Civaka Kurd ya Munster îlan kirin.

Kongreya ku 50 delege tevlibûn de ji bo kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin. Piştre nîqaş hatin meşandin.

Rapora faliyeta salekê hate xwendin û piştre hate nirxandin. li ser raporên salekê nîqaş hatin meşandin. Piştî rapor hat qebûlkirin şûnde derbasî hilbijartinên komîsyonan bûn. Deleqeyan meclisa ji 43 kesî pêk dihat û hevserokên xwe hilbijartin. Ji bo hevserokatiyê Ayhan Serhat û Mensura Yilmaz hatin hilbijartin.