1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Îlham Ehmed: Serkeftina Kobanê serkeftina hemû mirovahiyê ye
Îlham Ehmed: Serkeftina Kobanê serkeftina hemû mirovahiyê ye,îlham,ehmed,serkeftina,kobanê,serkeftina,hemû,mirovahiyê,ye

Îlham Ehmed: Serkeftina Kobanê serkeftina hemû mirovahiyê ye

A+ A-

EFRÎN – Endama Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê Îlham Ehmed diyar kir ku serkeftina Kobanê serkeftina hemû mirovahiyê û Rrojhilata Navîn e, lewre berxwedêrên Kobanê heta hemû Kobanê bi temamî xilas nekin dê ranewestin.

Li ser mijarên wekî guhertina rewşa siyasî, pêşketinên hevsengeyan, her wiha piratîkirina peymana Duhokê, nêzîkariyên Rûsya, rewşa Efrîn û pêşeroja Kobanê Endama Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê Îlham Ehmed pirsên ANHA’yê bersivandin.

*Hevpeymana di navbera we û ENKS'ê heta çi astê ketiye meriyetê de?

Peymana Duhokê di navbera herdû aliyên kurd de hate kirin, li gorî peymanê pêwîste hevdîtin li Qamişlo dewm bikin û xalên piratîkî dest pê bikin, lê li gorî agahiyên me, heta niha ENKS'ê civînên xwe bi dawî nekirine û nûnerên xwe yên ku dê cihê xwe di lêvegerê de bigirin diyar nekirine. Ji ber vê yekê peymana Duhokê ne hatiye piratîkirin. Her dem banga me yekîtiya tevgera kurdî ye, li ser wî esasî em kar dikin. Pêwîste ew hevkarên me jî di wê zanebûnê de bin ku peymana Duhokê bibe bingehek ji bo lidarxistina Kongereya Netewî. Pêwîste ENKS di wê ferqê de be ku siyasetên navnetewî hatine guhertin. Li ser vî esasî pêwîste kurd bi lez tevbigerin.

*Rexneyên hin alîgirên ENKS'ê li ser qanûna erka xweparastinê dikin hene, hûn vê yekê çawa dinirxînin û wê tu bandorê li peymana Duhokê bike yan na?

Erka xweparastinê di cewherê xwe de ji bo parastina xakê xizmeteke bi dildarîye, ne wekî ku hinek dibêjin leşkeriya bi darê zorê ye. Kesên navê leşkeriya bi darê zorê lêdikin dixwazin herêmên Rojava vala bikin û xizmeta xwe ya teng didin pêş. Bi rastî êdî dem hatiye her kes bêyî ku bêje ez hevalê kîjan partiyê yan tevgerê me, cihê xwe di nava erka xweparstinê de bigire. Ya herî balkêş jî ew e ku qanûna erka xweparastinê ne pir zehmete, her kes dikare 6 mehan bi hêsanî xwe perwede bike û xizmeta welatê xwe bike. Bi vî şeklî dê wijdana xwe rehet bike. Erka xweparastinê ne ji bo parstina tevger an jî partiyekê ye, erka xweparastinê ji bo parastina gel û xakê ye. Li ser vî esasî ez ji partiyên li dijî wê derdikevin re dibêjim ku li şûna hûn propogandeyên dijber bikin, li cihê xwe bisekin û bê deng bimînin. Hûnê bi vê yekê xizmeta herî baş ji gel re bikin.

*Tevî tevgera avakirinê û berxwedana gelê kurd a ji destpêka şoreşa gel a Sûriyê û Rojava ve ji, çi bû sedem ku li Kobanê dîplomasiya navnetewî derbarê kurdan de bê guhertin?

Di cîhanê de siyaseteke ku tê guhertin heye. Bê guman sedemên van guhertinan hene. Şerê niha li herêmê tê kirin di serî de şerekî navnetwî yê siyasiye. Mirov dikare şerê cîhanê yê 3'yemîn binav bike. Ev şer niha bi taybet di hundirê Kobanê de tê meşandin. Rexmî ku Kobanê bajarekî pir biçûke, gelê xwe pir kêm e û di aliyê jeostratîjîk û siyaseta ne cihekîku wisa pir guhertiên mezin çêke. Lê wexta Kobanê hedef tê girtin esas berlê kurd e. Di şexsê Kobanê de kurdan hedef digirin. Berxwedana di Kobanê de hate kirin siyaseta li ser kurdan hatin guhertin, rastiya kurdan hate famkirin. Beriya niha hêzên navnetewî digotin ku heger kurd bibin hêz wê dinyê xirabikin. Lê di berxwedana Kobanê de wan jî nas kir ku kurd çine û dikarin di guhertina hevsengiya navnetewî de çawa cih bigrin. Kurdan her dem rola aştiyane lîstiye û nehiştiye di herêmê de xirabûn bê çêkirin. Hêzên navnetewî jî nas kirine ku gelê kurd dikarin gelan bighînin hev û pirsgirêkên heyî çareser bikin. Li ser vî esasî Kobanê bû navenda ku hemû kurd lê bighêjin hev. Hêzên derve jî ku hemû siyasetên imha û tunekirinê li ser gelê kurd didan meşandin, di Kobanê gihiştin wê baweriyê ku siyasetên wan ên berê ne rast bûn. Di aliyê din de jî şerê li dijî DAIŞ'a ku hêzên piştgiriya wan dkirin jî dinav de, hemû mirovahî xistiye xeteriyeke pir mezin sedemeke bingehîn a guhertina siyasetên berê ye. Bê guman berjewendiyên hêzên navnetwî jî di herêmê de hene, her wiha pêwîstiya wan bi hêzekê heye ku li erdê li dijî DAIŞ'ê şer bike. Li ser vê esasî siyasetên wan ên di Sûriyê û herêmê de hatin guhertin. Nerîna wan a li gelê kurd hate guhertin. Ev yek jî di Kobanê hate dîtin û niha hevdîtin û têkiliyên dîplomasî yên bi gelê kurd re li ser vî esasî têne meşandin. Yanî berxwedana Kobanê bû sedema guhertina hemû siyasetên navnetewî.

*Niha şandeyeke we li Tirkiyê hevdîtinan dike, gelo tu encam ji van hevdîtinan hatiye bidestxistin an na?

Hevdîtinên şandeya Rêveberiya Xweser a Efrînê, li ser esasê cîrantiyê hatiye kirin. Tirkiyê cîranê herêmê ye. Pêwîstî bi hevdîtin û hin itîfaqan heye. Hevdîtin baş derbas dibin û pêşwazîkî baş heye, hin rayedarên ku hevdîtin bi wan re tê kirin daxwaza duberekirina hevdîtinan dikin. Di van hevdîtinan de armanc ew e her kes me nasbike û piroplem û pirsgirêkên heyî bêne diyarkirin. Hevdîtinên şandeya me ya Tirkiyê li ser vî esasî têne kirin.

*Em behsa guhertina hevsengiya navnetewî a beranberî kurdan dikin, lê Rûsya heta niha tiştekî fermî diyar ne kiriye. Gelo sedema bê dengiya Rûsa çiye û di heman demê de hevdîtinên we bi Rûsan hene yan na?

Danstandinê me bi Rûsan re hene, merov nikare bêje Rûsya bê denge. Siyastên hatine guhertin Rûsiya kiriye rewşa fikrînê. Beriya niha ji ber girêdanên Rûsya yên bi rêjîma Sûriyê re, rewşek ne diyar hebû. Rûsyali serî esasê têkiliya xwe ya bi rêjîmê re nêzî me dibû û bi tirs nêzî me dibû. Lê piştî guhertinên hatin kirin Rûsya mecbûre helwesta xwe ya zelal eşker bike. Yan wê tevlî koalîsyonê bibe yan nebe dive di demeke kurt de eşker bibe. Di nava Rûsya û Emerîka de him diyalok hene, di heman demê de rewşa Sûriyê jî di nav de li ser gelek xalan nakokiyên wan ên kûr hene. Rewşa heyî niha dê Rûsya mecbûr bike helwesta xwe eşker bike. Ez di wê baweriyê de me ku di demeke pir nêzîk de wê helwesta Rûsya diyar bibe.

*Di nerîna we de pêşeroja Kobanê wê çawa be?

Bi gotineke kurt dikarim bibêjin Kobanê xilas bû ye. Yanî di warê piratîkî de belkî tam pêk nehatiye diyarkirin, lê di warên siyasî, exlaqî, stratejîk, hest û planên şer de Kobanê xilas bû ye. Ev şertên sereke yên xilasbûnê ne. Ji her tiştî zêde ev li Kobanê hene. Heger îro keçek mîna Qeder ji Bakurê Kurdistanê li sînor bixe da ku tevlî berxwedana Kobanê bibe û ji aliyê Tirkan ve bê şehîd xistin ev serkeftina herî mezin nîşan dide. Di tir û xofa Tirkiyê ya ji gelê kurd hatiye nîşan ku gelê kurd û Kobanê serketine. Li ser vî esasî pêşeroja Kobanê pêşeroja gelê kurd, Sûriyê, Rojhilata Navîn û Mirovahiyê ye. Ji ber vê yekê berxwedêrên Kobanê heta hemû Kobanê bi temamî xilas nekin dê ranewestin.

* Li Efrînê guhertinên çêbûne di warê jiyanî, civakî û xizmetan de bandor kiriye yan na?

Hin alî dibêjin ku Cebhet El-Nusra çeteyên xwe li derdora Efrînê komî serhev kirine. Wisa tê gotin, lê bela her kes baş bizane ku Efrîn ne hêsane. Efrîn herêmeke çiyayî ye, di warê parastinê de amadekariyên gel ên pir mezin çêbûne. Bila baş zanibin ku vê carê wê bersiva Efrîn ji wan re ne wekî berê be, lê belê wê bersiveke pir giran û tund be. Gelê Efrîn pir welatparêze û girêdayî axa xwe ye. Gelê Efînê bi van siyasetên şerê taybet û propogandayên têne kirin bibandor nebin û wê nebe. Saleke Efrîn di çemberê de ye, lê gelê Efrîn wekî herêmên din zêde koçber ne bû ye. Kesên derdikevin jî piştî demekê vedgerin û nikarin cihê xwe terik bikin. Di aliyê aborî de jî niha Efrîn bûye cihekî pir qelebalix ûdi herêmê de zêdebûna nifûs a zêde çêbû ye. Gelek kesan karê xwe yê Helebê anîne Efrîn. Efrîn niha dibe herêmeke sînaî û derfetên kar zêde bûne. Efrîn herêmeke dewlemen de û di demeke pêş de hemû koçber wê vegerin. Ez niha jî bang li koçberan dikin da ku werin em welatê xwe bi hevre ava bikin.

DILYAR CEZÎRÎ – RÛKEN ÇARÇÊLA